|
Di çîrokên Mîtolojiyê de Qijik sembola xedir, nefret û kînê ye. Li gel van taybetmendiyan dibêjin ‘dema Qijîk di ser mala kî re derbaz bibe, tê wateya ku ew mal wê agahiyekî ne xêrê bibîhîse’. Gelo dîsan Mehmed Metîner di ser herêma Kurdistanê re firiya û serdan rayedarên herêma Kurdistanê kir û rêze hevdîtin kirin, wê mizgîniya çibe. Ya xêrê be yan, wê dîsa zorê li hêzên başûrê Kurdistanê bike ji bo piştgiriya AKP’ê û Erdogan bikin.
Dîsa di bêjin taybetmendiyekî din ya ‘Qijikê ew e ku her tim li tiştê hazir digere weke gemara ser sergoyan, kurm û termên mirdar dixwe. Nizanim vê carê Mehmed Metîner hatiye çi bixwe? Hatiye ji bo ew çend leşkerên di Zapê de mirine wê çewa veşêre û hesaba dema vegere ji dayik û bavên leşkerên hatine kuştin re çi derewî bike, hatiye? An jî wê çeper û singên şer dane ? Ya kurtasî Metîner ji wan qijikên ku ne xeberên xêrê tîne ye.
Ger gotin li cih be mirovan dersa veşartina kuştina birayê xwe ji Qijika ku çewa birayê xwe kuştiye û xistiye bin erdê, girtiye. Çîroka birayên Qabil û Habil jî wisa ye. Qabil dema brayê xwe Habil dikûje ji bo ber xelqê şermezar nebe divê veşêre, lê nizane çewa û li kûderê veşêre. Lê tê gotin ku du qijik ji hêla xwedê ve tê şandin û li ber çavên Qabil qijikek birayê xwe dikûje. Pişt re bi nikûlê xwe erd dikole û di bin erdê de vedişêre. Qabil jî, dersa xwe ya ku şermezar nebe ya yekem ji qijika ku birayê xwe fêr dibe.
Mehmed Metîner yek ji qijikê gelê kurde ku bi sala ne xwe li ser ked û mirasa gelê kurd xwe dide jiyan kirin. Metîner beriya Hilbijartina 22 Tirmehê dîsan hate herêma Kurdistanê û daxwez ji serokê herêma Kurdistan û rayedarên Yekîtiya Niştimanî Kurdistan (YNK) û ji koma revokên PKK’ê weke Osman û Botan daxwez kir ku kurdên Bakurê Kurdistanê deng bidin Erdogan û Partiya AKP’ê. Gelo vê carê Mehmet Metîner çi bi xwe re aniye û wê dîsan çi bi kurdan bide qebul kirin?
Di beweriya min de erka Mehmet Metîner ya bingehîn gihandina peyama Serokwezîrê Tirk Receb Teyîb Erdogan a ji bo Serokê herêma Kurdistanê ye. Wekî hûn tê zanîn pêvejoya dagirkeriya Tirkiyeyê û beriya wê yê herî zêde xwedî helwest bû di nava rayedarên herêma Kurdistanê ser Mesûd Berzanî bû. AKP’ê ji bo bikaribe carekî din êrîşên xwe li ser tevgera azadiya kurdistanê berdawam bike, pêwistî bi piştgiriya hêzên başûrê Kurdistan heye. Mebesta Metîner ne tenê bersivekî erênî ji bo êrîşan digere. Her wiha ji rêyedarên herêma Kurdistanê piştgiriya pakêta Erdogan re jî dixweze. Weke tê zanin, piştî şikestina hêzên leşkerî ya Tirk a li herêma parastina medyayê, carekî din Hikûmeta AKP’ê dest bi hewldana xapandina kurdan kir. Ji bo ev yek pêk bê jî pêwîstiya wî bi kurdan heye. Erdogan, kesayetên wekî Mehmet Metîner peywirdar dike ku kurdan ikna bike û piştgiriyê bidin pakêta Erdogan. Yanî bi wateyek din Metîner, li Başûrê Kurdistanê niha berdevkiya Hikumeta AKP’ê û Serokwezîr Erdogan dike.
Wek min, di destpêka nivîsa xwe de teybetmendî û erka teyrê Qijik dest nişan kiribû, diyar dibe ku heman erk bûye para Mehmet Metîner. Çewa ku mirovahiyê dersa yekemin a veşartina termê ji qijikê girtiye. Metîner vê carê dixweze, ne birayê xwe yê mirî kurdên zindî yên ku bi sala di raperîna de û li hemeber zilma dagirkerên Baasê li berxwedane dane erde, bi paketa Erdogan a pûç binpê bike. Her wiha bi vê yekî namîne, dixwaze bi qebûlkirina paketa Erdogan, berxwedaniya kurdistaniyên bakur, başûr, rojhilat û rojava, ya herî girîng jî berxwedaniya gerîlayên HPG’ê ya di Zapê de vala derxe. Lê ne AKP’ê û ne jî Qijikên duh û yên İro wekî Mehmet Metîner dikarin iradeya gele Kurdistanê bin pê bike.
Ji ber ku wê gelê kurd bi vîna xwe Metîner bifetisîne.
|