|
Di rojhilata Navîn de kurd ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa û neteweyî xwedî dîrokeke dirêj û tijî fedakariyên mezin in. Serkêşên vê rêbaza pîroz carina lîderên mezin û carina jî qehremanên millî bûne. Ew bêtirs ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê xebitîn, can dan û bi serbilindî şerbeta şehadetê vexwarin.
Mazlûm Dogan ku di têkoşîna rizgariya Kurdistanê de wek „Kaweyê hemdem” hatiye binavkirin, di dîroka azadîxwaziya Kurdistanê de bi îrade û canfedayiyên xwe wek „qehremanekî neteweyî” xwedî bîr û ramanên taybetî bûye. Ji ber wê jî heta roja îro rê û rêbaza ku wan li pêşberî şoreşgerên Kurdistanê vekiribû, bi germahiyeke tijî coş û evîneke mezin hê jî berdewam e.
21’ê adara 1982’yan, cih: girtîgeha leşkerî ya Amedê. Di girtîgehê de xiyanet an jî teslîmkariya hinek kesan rewşa şoreşgerên kurd ber bi xirabiyê ve dibir. Mazlûm Dogan bi çalakiyeke cuda ji çalakiyên şervanên din ên azadiyê, rûpeleke nû di dîroka Kurdistanê de tomar dike. Li hemberî xiyanet, zor û îşkenceyên bêdawî bi agirê canê xwe Newroz: cejna neteweya hemû gelên Arî pîroz dike. Agirê ku bi şewtandina laşê xwe pêxistibû, sal bi sal bi sal geştir û gurtir bû û di dawiyê de bû agirê serhildana gel.
Di mercên dijwar û dîrokî de Mazlûm bi çend hevalên weke Kemal Pîr û Xeyrî Durmuş jiyaneke nû dida kifşkirin. Ruh û mejiyê wî bi îdeyên nû hatine avdan ku ew jî: avakirina Kurdistaneke demokratîk û serbixwe ye. Ji ber wê jî ew ji mirinê natirsin, bi îradeya xwe ya polayîn destpêka dîrokeke nû ne û di dîroka tijî rezalet û bindestiya kurdan de rûpeleke nû vedike. Canê şîrîn dibexişînin lê teslîmiyetê napejirînin. Ew ne heqareta hakim û generalên stemkar û ne jî serdestiya ala sîstema serdest û şovenîst dipejirînin. Lewra ew bi dengekî bilind qêriyan: BERXWEDAN JIYAN E.
Di girtîgeha Amedê de îşkenceyên giran, sivikatiya bi netewe û dîroka kurdan, lêdan û bêedaletî tev bûn yek, lê Mazlûm û hevalên xwe li ser doza xwe berdewam û baweriya wan ya bi serkeftinê qet nehat şikandin.
Kurtejiyana Mazlûm Dogan
Mazlûm Dogan di sala 1955’an de li gundê Taman ê bi ser Depê ve li wilayeta Elezîzê li bakurê Kurdistanê di nava malbateke nîvhalxweş de hat dinê. Ji şeş xwîşk û birayan: Arife, Asiya, Nezaket, Fewzî, Mazlûm û Delîl ew zarokê malê yê pêncane. Navê bavê wî Kazim û di nava xelkê da wek Hosta Kazim mirovekî bi disiplîn û li ser torekirina zarokên malê pir bi israr bû ku di civakê de kesên bi kêr û bêr bin. Dayika malê Kebîre Dogan jineke zana û her tim li ser dîroka Kurdistanê, serhildana Seyîd Rizayê Dêrsimî û zor û zordariyên ku ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve rastî gelê kurd hatine, bi wan re diaxive.
Serdema zarokatiya M. Dogan di nava atmosfereke germ û xweş de derbas bû. Ji biçûkatiyê heta temenê ciwaniyê Mazlûm û Delîl zarokên jîr û xwedî hinek taybetmendiyên cuda bûn. Yek bêdeng û mîna navê xwe mazlûm û yê din tev liv û lebat, coş û bizav bû. Delîl rewşa jiyana gundiyan bû.
Mazlûm piştî bidawîanîna xwendina xwe ya destpêkê, navîn û lîsê çû zankoya perwerda mamostatiyê ya binavê Balikkesîrê. Piştre di sala 1974’an da bi pileya herî bilind li zanîngeha Hacettepeyê di beşa aboriyê de hat pejirandin.
Ji sala 1976’an û pêde ku hêdî hêdî agirê şoreşeke nû li bakurê Kurdistanê hildibû, bandora xwe ya şiyarkirinê li ser ciwanên kurd jî çêkir. Ew ref bi ref diçûne nava Apociyan. Di dawiya sala 1976’an da Mazlûm Dogan xwendin terikand û di nava koma yekê ya endamên damezirînerên PKK’ê de cih girt. Di destpêka karê xwe yê di nava partiyê de jî Mazlûm bêrawestan dixwend û dixebitî.
Qedera Delîl Dogan:
Birayê Mazlum: Delîl Dogan şoreşger û hunermend, di sala 1957’an da li gundê Tamanê hat dinê. Bi naskirina PKK’ê re bêtir bi cewherê siyaseta asîmîlasiyona rayedarên komara Tirkiyeyê hesiya. Ew xwedî hinek taybetmendiyên cuda, xortekî jîr û xwedî biryar û îmana wî di serkeftina doza Kurdistanê pir zêde bû. Sala 1981’an berê sibê zû mala ku Delîl tê de bû ji aliyê tîmên taybet ve hatibû dorpêçkirin. Ew û destgirtiya xwe dixwazin birevin, lê rizgar nabin û li derveyî gundê Tamanê têne şehîdkirin.
Girtin û Îşkenceyên Giran
Bi berfirehbûna liv û çalakiyên PKK’ê re hêdî hêdî atmosfêra siyasî li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê jî hat guherandin. Rêxistina Mît û generalên tirk ku xwe weke mîrasdarên sîstema Kemalîzmê dihesibînin, li dijî endamên PKK’ê ketin nava tevgereke berfireh. Mazlûm di 30’ê îlona 1979’an de li Urfayê hat girtin û rastî îşkenceyên giran hat. Lê ew li ser bîr û armancên xwe xwedî îradeyeke wisa bihêz e ku cinayetkarên mîna Esat Oktay jî sosretgirtî dimînin. Di vê rewşa herî dijwar de jî Mazlûm Dogan û hevalên xwe bi serbilindî li hemberî dagirkeran diaxivin û armancên xwe şîrove dikin. Ji jiyana wan rojên giran û pê de dirûşma: “Berxwedan jiyan e” bû pareke jiyana şoreşgerên kurd.
Derbeya Leşkerî û Şehadet
Sîstema serdest li bakurê Kurdistanê sîstemeke stemkar û hebûna kurd û Kurdistanê jî di manîfestoya wan a şovenîstî de qedexe û xwedî derketina ji mafên neteweyî heta roja îro hê jî sûcekî mezin tê hesibandin. Ji wan re jin û mêr, keç û xort û hemû azadîxwaz dijminên komara Tirkiyeyê ne. Sala 1980’yan Kenan Evren bi darbeyeke leşkerî desthilatdariya Tirkiyeyê xist destê xwe û li Kurdistanê rewşa awarte welat ber bi wêraniyê û Kurdistan jî kirin girtîgeheke mezin.
21’ê adara 1982’yan Mazlûm Dogan li girtîgeha leşkerî ya Amedê bi sê darikên çixatê agir berda canê xwe û ji bo protestokirina cinayetên bêsinor û bilindkirina dengê azadîxwazên kurd cejna millî ya Newrozê pîroz kir. Piştre jî di 18’ê gulana 1982’yan de Eşref Anyik, Ferhat Kurtay, Necmî Oner û Mahmut Zengîn bi armanceke wiha canê xwe dan ber agir. Êdî ji wê û şûnde di 14’ê tîrmeha 1982’yan de her çar endamên komîteya navendî ya PKK’ê: Kemal Pîr, Xeyrî Durmuş, Alî Çiçek û Akif Yilmaz jî dest bi girava birçîbûnê kirin û yek bi yek tevli karwanê şehîdên riya azadiyê bûn.
Jiyana ku wan ji nû ve li Kurdistanê afirandin, jiyaneke watedar bû. Xwîna wan vala neçû û serhildanên ku îro li Kurdistana mezin berdewamin, berhemên dilopên xwîna wan mêrxasan in. |