| |
| Eklenme Tarihi: 31.03.2008 Saat: 17:55 |
|
|
Ger ew dest û milên me biþkênin, emê rojekê piþta wan biþkênin. Çimkî bi hovtiyên ku vê carê Tirka di pîrozbahiyên Newrozê da li hemberî Kurda pêkanîn, êdî kûrahiya xeta cudatiya xwe û Kurda jî zêdetir kirin. Êdî bihevre jiyan nemumkine hevalno… ew bi sedan sale xwîna me dirijînin, malê me talan dikin, cinayet li pey cinayetê bûye karekî sîstema wan totalîter. Lê ji bîr kirine ku:“ xwîn nabe av!...“ Ka xîret û þeref, ka mêranî û fîdakariyên dîroka tejî serfiraziya bav û kalên me?... birastî êdî bese evqas sivkatî û zordarî Kurdino. Herkes piþtî dîtina wan dîmenên tejî wehþet wiha dibêje:“ Ji ber ezaba wijdanê ez þevê din qet nerazame. We heqaret û bêþerefiya wan dît ka çawa li nûciwan û jinên Kurd dixistin…“
Dîmenê Yekê: Bajarê Wanê Newroz e. Jin û keçên ciwan, daykên pîr bi kincên rengîn daketine nava koçe û kulanên bajarê Wanê ku cejina xwe ya millî Newrozê di roja yekemîn ya biharê da pîroz bikin. Gel ji zarokê 7 salî heya kalên 70 salî di qada bajar da kom bûne. Di demsala nû da hem evîneke nû di reng û rûyê wan da heye û hem jî bi dengekî tejî hêz daxwazên xwe yên hezar salan dubare dikin. Dengê wan digehe esmanan û di demeke wiha de ji niþka da polîs û hêzên taybet hêriþî wan dikin. Tank û panzer, çekên germ û sivik li dijî Kurda dadikevin nava kuçe û kulanên bajar. Ew çav tarîne û tiþtekî nabînin, ter û hiþkan bi hevre diþewtînin. Ji wan re ferqa di navbera mirov û ajelan da tune, çimkî bi kîneke tejî hêrs lêdana jin û keçan, zarok û mezinan didomînin. Bi van kiryarên hovane Özel tîm û Tirkên faþîst careke din rûyê Naziyên serdema Hitler spî dikin û wan tînin bîra dîroka mirovahiyê. Ziman pîsiya polîsên Tirk weke ya serxweþên bêþexsiyet e ku carna li ser jin, keç û namûsa xwe bi hevre qomarê dikin. Ew piþtî birîndarkirna sedan kesan, ciwanekî Kurd yê binavê Zekî jî þehîd dikin.
Dîmenê Duyê: Bajarê Geverê Li Geverê bi deh hezaran Kurd bi alên rengîn serhildana Kaweyê Hesinkar bi bîra me tînin. Qêrînên wan daxwazên Kurd yên dîrokeke dûr û dirêjin. Herêma wan di dîroka siyasî-civakiya Kurdistanê da xwedî hinek taybetmeniyên cûdaye. Hem serhildana Oremar(1930 zayînî) li wira çêbûye û hem jî dewlemendiya çand û zimanê Kurdî li wira xwedî bihayekî dêrîn û mezine. Colemêrg weke keleha taybetmendiyên Kurda yên netewî tê ber çav ku hê jî ji aliyê dagîrkeran ve nehatiye dagîrkirin. Wê rojê Êqbal bi evîneke mezin xatir ji dayika xwe Eyþanê xwest û jêre wiha got:“ Dayê ezê îro hem Newroza hemû dayikên Kurd û hem jî Newroza xweþka xwe ya þehîd Sidîqayê pîroz bikim…“!. Wî wiha got û bi hezar hîvîyan xwe gehand nava koma ciwanên Kurd. Ji ber hêriþên artêþa Tirk bo ser hêzên gerîla demek bû ku hêrsa Kurda ya li dijî AKPê û hikumeta Tayp Erdogan pir zêde bibû. Ji bona wê jî îsal kîna Kurda ya li dijî dewletê pir bilind bû. Hêzeke mezin di çavên keç û xurtan da diyar bû. Wan wê rojê dixwestin ji dijimin re bidin îspatkirin ku PKK ne tenê li çiyayên Kurdistanê belkî bîr û ramanên wan çiqas li çiyan bihêz bin, li bajar, gund û deþêtên Kurdistanê jî gelek bihêztirin. Vê rastiyê wê rojê li Gever hemû dost þakirin. Kurda hertim di roja Newrozê da daxwazên xwe yên netewî bi lêv kirine. Lê dîsa jî rayedarên Tirk tehemûl nekirin ku rastiyan bibînin. Bersiva wan dîsa weke her carê þerê li dijî keç û ciwanên Kurd bû. Êqbal bi hêrseke mezin kevir davêtin panzer û özel tîmên Tirka. Hêrsa wî ya li dijî dagîrkeriya Tirkên faþîst zû ket çavê kamerayên MÎTê û ji dûrve kiryareke weke sûqest li dijî wî pêkanîn. Qelbê wî yê mezin kirin armanca goleyên xwe û ji dûrve li wî xistin. Ew jî bû þehîdê doza Kurdistanê. Êqbal Yaþar jî weke xwîþka xwe tevlî kerwanê þehîdên doza Kurdistanê bû.
Dîmenê Sê û Çarê: Bajarê Colemêrgê Li Colemêrgê du dîmenên tejî wehþet qet ji bîra mirovên bi wijdan naçin: Cuneyt Ertuþê 15 salî mîna berxekê ketiye ber devê sêr gorên Tirk. Wan devê wî girêdane ku qêrîna wî negehije ti kesekî. Li ber çavê sedan kesan destê wî diþkênin û bi xirûreke tejî hissên faþîstî dikenin jî. Destê ku kevir avêtibûn tank û panzerên wan, wiha rihet þikandin û piþtre jî ew girtin. Hîvîdarim ku ji vê kiryara hovane û pêda eþîreta Ertuþ û mezinên wan baþtir dijimin nas kiribin. Dîmenê dawiyê: ciwanekî Kurd dîsa li Colemêrgê ketiye nava reva gor û çeqelên xwînxwar. Ji her alîve hêriþî wî dikin, ew kûda diçe du kes tên pêþberî wî û bi hemû hêza xwe bi jop û daran li wî dixin. Cinayeteke wiha li çavê kameraya rojnamevanekî nareve, lê ciwan dixwaze xwe rizgar bike. Carekê dikeve erdê, li erdê jî li wî dixin. Ma rehma gor û çeqelan kengî hebûye hevalno? Ev ew dîmenên yên ku me dîtin, lê ez bawerim hovtiyên Tirka yên piþt perdan jî sed beranber zêdetirin. Xweziya zimanê der û dîwarên þikencexane û girtîgehên Kurdistanê biaxftana û behsa hotiyên wan þevên tarî bikirana!!.
Dîmenê Pêncê: Bajarê Qamîþlo Qamîþlo di dirêjahiya salên dûr û dirêj da serê xwe li ber Baasiyên Efleqî netewandiye. Hertim dilê Kurdîniyê têda bihêz bûye. Qamîþlo nasnama Kurdên di bin desthilatdariya rejîma Sûriyê da ji mirinê parastiye. Ger Qamîþlo nebûya belkî heya niha Baasî jî gehiþtibûn armancên xwe yên þovenîstî. 21ê adarê dîsa Kurda xwestin bi ronahiya agirê Newrozê Baasîyên korbîn bi siyaseta wan ya çewt bihesinîn, lê bersiva wan jî weke ya birayên wan yên Tirk bû. Sê ciwanên Kurd jî tevlî kerwanê þehîdên 12ê adara sala 2004an bûn. Li dijî Kurda ji mêjdaye ku Sûriye, Tirkiye û Îranê li hev kirine.
Gelî Kurdên hemû Kurdistanê: Eve edaleta AKP ya ku dixwaze bi navê Îslamê Kurdên di xew da mayî careke din bixapîne. Mistefa Kemal kî bû, li Dêrsim û Amedê çawa fermana Kurda rakir, Teyip Erdoganê qatil jî di sedsala 21an da ji wî jî xerabtir kir. Çimkî ew jî xwîndevanekî ekola Kemalê neviyê gorên har e. Tirka vi van karên wiha mesata xwe gehandin hemû Kurdan, lê hîvîdarim êdî em Kurd jî ji dîmenên wiha ibretê bistînin.
|
|
Yazdýr Yorum Ekle (Not: Yorum sadece üyeler tarafından yazılabılınır. Yazılan yorumlar yönetim tarafından onaylanmak için beklemeye alınıyor.) |
|
|
|
 |
| |
|