Mahmut Aslan
Mahmut Aslan“Bilge, Entellektüel” ve Bukalemun
Cemil Bayık
Cemil BayıkÊrîşên dewletê nîşaneya têkçûna wê ne
Kakşar Oremar
Kakşar OremarSeyîd Rizayê Dêrsimî wiha gotibû...
Erkan Kobanlı
Erkan KobanlıKürdistan'da ki AKP'li belediyeler piyondur!
Selahattin Erdem
Selahattin ErdemYerel seçim
Songül Beyazgül
Songül BeyazgülYine bir Güney klasiği mi?
Ahmet Dere
Ahmet DereErdogan har bûye
Rotînda Yetkîner
Rotînda YetkînerDevşirmeler Insanlığın başına beladır
Serbest Rêzan
Serbest RêzanKî Dibêje Başûr bê Deng e?
Günay Aslan
Günay AslanDiyarbakır savaşları
Mehmet Sögüt
Mehmet SögütTekçilik ve Türkiye gerçekliği
Mizgîn Bîngol
Mizgîn BîngolCîhan, Obama û tirk
Cemo Devrim
Cemo DevrimSAVASMALISIN !!!
Kasım ENGİN
Kasım ENGİNOmurgasız Bir Kişilik, Mukallit Erdoğan
Ahmed Aktaş
Ahmed Aktaş‘...(Kurd) derkevin biçin...’
Özgür BİLGE
Özgür BİLGEHa Beyrut kasabi Şaron,ha Kürdistan kasabi Qerdoğan
Fırat Penaber
Fırat PenaberŞiirlerim kadar eski/ kalbim kadar yenisin
Mîr Qasimlo
Mîr QasimloAlastina rastiyên veṣartî (1)
Nurhak Erdal
Nurhak ErdalİKİNCİ 5 KASIM DÖNEMİ
Konuk Yazarlar
Konuk YazarlarDawî nêz dibe, dijmin hartir dibe
Hozan Dîno
Hozan DînoKÜRT MÜZİĞİNİN TARİHSEL DİRENİŞİ
Abdullah Öcalan
Abdullah ÖcalanEn Etkili Birey Herkese Bir Şeyler Verendir
Mihemed ORHAN
Mihemed ORHANDewleta Tirk Hertim Dixwaze Raya Giştî Bi Xapêne
SONGÜL BEYAZGÜL
 SONGÜL BEYAZGÜL ‘Her şehit için bir DTP’li öldürülmeli’
Mahir Deniz
Mahir DenizFELSEFEYE GİRİŞ -17-
Hemîd DILBIHAR
Hemîd DILBIHARŞEVA ÇÛYÎ
Ömer Dilsoz
Ömer DilsozHer însan siwarê hêviyên xwe ye
Ülkem Zeremya
Ülkem ZeremyaEBEDİ KOMUTAN’A
Teman Dep
Teman Dep1 HAZİRAN KADIKÖY MİTİNGİ, ÖLÜM DEĞİL ÇÖZÜM VE MEDYA
Siyamed Sipan Uğurlu
Siyamed Sipan UğurluNobedarên Azadiyê
Ömer Yüce
Ömer YüceAvusturya’nın Graz kentinde Amara Gençlik Festivali heyecanı başladı.
Halil Uysal
Halil UysalEylül…
Hayri Cewlik
Hayri CewlikBir Newrozun Anlattıkları
RC TEC
RC TECBu Haftaki Oyunumuz : Icindeki Dj
Berfîn Dilav
Berfîn DilavYüreğin Aydın yaşamın Yılmaz dı senin
Umut Özgür
Umut ÖzgürGÜNEŞİN GERÇEK SAHİPLERİ
Sedat İnci
Sedat İnciDağlara nakış ettik izlerimizi
Mehmet Mekin Yıkın
Mehmet Mekin YıkınKürt basını üzerine bir kaç söz
Zana-Qenco
Zana-QencoOPERASYON ve GELİŞMELER
Polat Can
Polat CanGERYANEK DI CÎHANA WÊJEYA NÛJEN YA KURDÎ DE
JÊHAT BÊRTÎ
JÊHAT BÊRTÎAnlatılması zor anlar
Rızgar Azad
Rızgar AzadŞaşırmayın; yanlış yapmayın!
İbrahim Güney
İbrahim GüneyEy TC! Senin gücün Kenan Güzel'e yetebilir mi?
Mehmet Alagöz
Mehmet AlagözUluslaşma ve Sanat
Firaz Baran
Firaz BaranBüyükanıt'ın yaptıkları
Hevîdar Munzur
Hevîdar MunzurTîrêjên Roja me îro ji herdemê geştirin
Argeş Arjin
Argeş ArjinGençlik eyleme, zafere....
Remzi Zilan
Remzi ZilanÖzgürlüğün Dili: ÇIĞLIK !!!
Cudi Arif
Cudi ArifÖzlemin patikalarında

 
Akademiya Siyaseta Demokratîk



Yazar Adı: Cemil Bayık


Yazarın Tüm Yazıları

Eklenme Tarihi: 31.03.2008 Saat: 18:38

Rêber Apo di notên hevdîtina dawî de bi israr nerînên xwe yên der barê vekirina Akademiya Siyaseta Demokratîk de tîne ziman. Her çiqas beriya niha jî ji aliyê Rêber Apo ve nerînên di heman çarçoveyê de hatibin ziman jî, divê em li vir bidin nîşandan ku bicihneanîna vê pêwîstiyê sedema rexnedayinekê ne. Rêber Apo, gelek caran bal kişandiye ser girîngiya siyaseta demokratîk û pratezîkirina projeya ji nû ve avakirina civakê ku mîna demokrasiya bêdewlet bi nav dike. Di rewşa niha de girîngiya mijarê bêtir derdikeve pêş. Herî dawî pêşveçûnên di rojên Newrozê de vê yekê piştrast dike.

Di Newrozê de gel mîna hîmê bingehîn yê siyasetê, di qadên siyasetê de cihê xwe girt. Tercîha xwe ya bi zanebûn li qadan nîşan da û biryarbûna xwe ya ji bo destnîşankirina pêşeroja xwe diyar kir. Vê rastiyê êdî şert û mercên; beranberî gel, ji bo gel meşandina siyasetê bi tevahî ji holê rakirine. Gel nîşandaye ka çi dixwaze, pêşeroja xwe wê çawa diyar bike bi tecrûbe û pratîka xwe fêm kiriye. Ji ber vê yekê jî pêşengê xwe di kesayeta xwe de bicih kiriye û bi “PKK gel e, gel li vir e“, ev kiriye slogan. Pêwîste ev tespîta gel tenê mîna slogan neyê fêmkirin. Gel bi vê destnîşan dikin û bi tespîta xwe nîşan didin ku çawa wateyê li siyaseta demokratîk bar dikin.

Gel rojane li qadan hilbijartina xwe dike. Nîşan dide ku aligirê kîjan meyldarî û helwesta polîtîk e. Di tercîha gelê kurd de, cihê siyaseta serdestî-desthilatdariyê cih nagire. Gelê me li hemberî siyaseta serdestî-desthilatdarî helwesta xwe nîşan da. Nîşan da heger ji vê yekê re xizmetê bike wê li vê siyasetê xwedî derkeve. Ji ber vê yekê, gelê me pejirand ku heger ji gel re xizmetê bikin dê van kesan bike xwedî wezîfe. Li hemberî vê yekê hin kesên ku siyaseta serdestî-desthilatdarî dimeşînin û dixwazin li ser navê hinekan bên hilbijartin û biçin cihan, bibin xwedî mewkî jî red dikin.

Gel êdî li qadan siyasetê bi xwe dimeşîne. Dîsa biryara ku wê çawa pêşeroja xwe diyar bike bi xwe dide. Heta ev rastî neyê dîtin, meşandina siyasetê ne mumkûn e. Ji ber ku Rêber Apo vê rastiyê dibîne balê dikişîne ser girîngiya Akademiya Siyaseta Demokratîk, dixwaze di vê mijarê de gavên pêwîst bêne avetin.

Diyar e ku dibistana seretayî ya siyaseta demokratîk bê fêrkirin jiyan bixwe ye. Di vir de girîngiya qadan, kolanan girîng e. Lê belê ev bi tena serê xwe têrî nake. Divê siyaseta demokratîk a ku gelê kurd bi pratîka xwe fêr dibe û jiyanê didiyê pêwîst e bibe malê dîrokê û tevahiya mirovahiyê. Di vê çarçoveyê de pêwîstî heye ku nirxên mirovahiyê yên heta roja me gihîştine hev, di siyasetê de bibin yek. Yekitiya sêwaniya exlaq, zanist û siyasetê vê yekê ferz dike. Cihên ku ev pek werê jî, li hemberî siyaseta serdest, ji Akademiyên Siyaseta Demokratîk ku nirxên demokratîk-komunal esas digire pêde ne cihekî din e.

Ji bo sazkirina Akademiyên Siyaseta Demokratîk şert û mercên pêwîst amade ne. Têkoşîna gel a bi pêş dikeve derfetê dide vê yekê. Têkoşîna demokrasiyê ya gel ji bo demokratîk kirina siyasetê ye. Di heman demê de hestiyarkirina dewletê ya ji bo demokrasiyê ye jî. Dema ev rastî li ber çavan bê girtin, dê zelaltir were fêmkirin. Sîstema serdest-dewletparêz siyasetmedarên xwe li dibistanan, di bin banê partî û saziyan de perwerde dike û amade dike. Hewl dide xwe bê alternatîf bihêle. Bi vê yekê dixwazin riya civakê destnîşan bikin. Li hemberî vê yekê bê guman gel ne bêçare ye û wê zanibe bijarke û alternatîfên xwe li ber çavan raxe. Akademiya Siyaseta Demokratîk a ji aliyê Rêber Apo ve hate pêşxistin jî di nava vê rastiyê de dê cihê xwe bibîne.

Li welatê me ezmûneke zêdetirî 30 sal in mijara gotinê ye. Dîsa danehev û ezmûna gelan a bi hezaran salan heye. Ev tev ji bo Akademiyên Siyaseta Demokratîk dewlemendiyeke ku li tu cihî nayên dîtin îfade dike. Li pêşiya siyaseteke ku xwe dispêre vê bingehê û ji vê kevneşopiyê xwedî dibe, derfeta serkeftina tu siyaseta din tune ye. Li qada legal a demokratîk pêkanîna vê yekê mumkûn e, her wiha dikare hevdengiya pêwîst a di navbera vê yekê û rewatiya girseyê de pêk were. Şert û mercên vê yekê hene. Dema ev li gorî pêwîstiyên xwe werin nirxandin, ji ber xwe ve wê bê dîtin ku li pêşiya sazkirina Akademiyen Siyaseta Demokratîk tu astengî tune ne. Di nava sîstemê de partiyên ku akademî an dibistana wan tune ye hema bêje nîn in. Her partî xwedî dibistanên partiyê ne. Di van dibistanan de rêveberên partiyê û kadro têne perwerde û amadekirin.

Xwediyê siyaseta serdestî-dewletparêzî tevî derfetên di destê wan de jî, heger tevgera bi vî rengî li gorî berjewendiyê xwe bibînin, ji bo têkoşîna li hemberî van divê Akademiyên Siyaseta Demokratîk bêne sazkirin. Akademiyên Siyaseta Demokratîk, ji bo têkoşina li dijî siyaseta serdest-dewletparêzî pêwîst in. Di têkiliya desthilatdariyê ya siyaseta serdest-dewletparêz de ji aliyê komeke teng a hindik ku hatiye amadekerin ve tê meşandin. Ji ber vê yekê ji bo siyaseta serdest-dewletparêz, giştîbûn û girseyîbûnê ne tercîhek e. Berevajî giştîbûna siyasetê derveyî berjewendiyên xwe dibîne û ji dest koman girtin û malkirina tevahiya civakê di nava hedefên siyaseta demokratîk de cih digire. Ji bo xwe gihandina vê hedefê, qadên sereke yên pêkanînê jî sazkirina Akademiyên Siyaseta Demokratîk in. Akademiya Siyaseta Demokratîk ji bo demokratikbûna siyasetê û serkeftina tekoşîna gel û bûye hîmê bingehîn ê siyasetê edî bûye pêwîstiyek. Polîtikaya rejîma şerê taybet-qirêj a bê siyaset û pêşeng hiştina gel dema li ber çavan bê girtin wê ev girîngiya vê pêwîstiyê baştir bê fêmkirin.

Di Newroza 2008’an de gel, rastiya ku bingehê siyasetê ye raxist ber çavan. Di destpêka salên 1990’î de dîsa gel mîna bingehê siyasetê li qadan cihê xwe girtibû. Lê belê di wê demê de şerê taybet-qirêj bi ser gel de çû û di tevkujiyan re derbas kir. Bi dehan pêşengên gel hatin qetilkirin û xwest gel ji bingehbûna siyasetê dûr bixe. Di vê helwestê de di hin aliyan de gihîşt armanca xwe. Ji bo vê têkoşîna gelê me ya li paş mayî û ev ezmûn ji bo girseyîbûna siyasetê û pêkhatina vê yekê jî girîngiya Akademiyên Siyaseta Demokratîk nîşan dide.

Bi Newroza 2008’an re gelê me kete pêvajoyeke nû. Gelê me nîşan da ku dikare demokrasiya bêdewlet birêxistin bike. Rêber Abo ji vê rastiyê dikeve rê, beyî ku derfet ji bo derengmayînê bê dayin, derfeta ji holê rakirina kêmasî û şaşiyan datîne ber me. Bicihanîna pêwîstiyên sazkirina perspektîfa Akademiyên Siyaseta Demokratîk berpirsyariya bingehîn a li pêşiya me hatiye dayin e. Mîna pêwîstiyeke xwerexnekirina ku di serî de jî me behs kir, pêwîst e ev wezîfe bicih were.

YAZDIR Yazdır     Yorum Ekle Yorum Ekle
(Not: Yorum sadece üyeler tarafından yazılabılınır. Yazılan yorumlar yönetim tarafından onaylanmak için beklemeye alınıyor.)
Yorumlar
Yazan: hakim-devrim     Tarih : 2008-04-01 18:00:07     Puan :
min dixwestku siyaseta demokrasi bi niviseki zimane tirk i be ku kesen ki mihnamin kanibe ras u be kemasi bixwine ku xwendinamin ne akasi base

 
Seçenekler
   Çıktısını Al
   Arkadaşına Yolla
   Köşe Yazılarına Dön

Arşiv
·Êrîşên dewletê nîşaneya têkçûna wê ne
·Gelê me wê bersiva wî bidê
·Dilsoziya kurdan a ji bo Rêber Apo nepîvin
·‘Zîrveya Terorê’
·Li dengê xwe xwedî derkevin
·Komploya Navneteweyî didome
·Çare: Bêtir pêşxistina hêza gel a siyasî ye
·Îlana şerê giştî
·FINDA DEREWÎNAN
·Ji bo aştî û pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk

© 2004 Rojaciwan.com
Bütün HaberlerTürkce HaberlerNuceValid robots.txt


English: All the comments, articles and other contents are property of their owners.
German: Die Artikel und Kommentare sowie Foren- und etwaige Chatbeiträge und alle anderen Inhalte sind Eigentum der Autoren.
Turkish: Rojaciwan sitesi özgür bir tartışma platformu olup, sitemizde yayınlanan bütün yazılardan, yorumlardan ve hernevi multimedia dökümanlarından sahipleri sorumludur.


Sayfa Üretimi: 0.317 Saniye
SQL: 26
Rojaciwan Theme by Rojaciwan Webtasarim.