|
Bihar bi qasî ku demsala guherandina sirûşt û jiyanê be, ew qas jî di dîroka kurdan de bizav û germiya xebatê bi xwe re aniye.
Şeva 30’ê adara 1947’an bû. Wê şevê tem û mijekeke xemgîn derdora Mehabadê, kuçe û kolanên bajar dagirtibûn. Dîroka kurda dihat ku dîsa jî şahidê trajêdiyeke mezin û ne jibîrkirîbe. Piştî dadgehkirina leşkerî biryara îdamkirina her sê rêberên kurd: Pêşewa Qazî Mihemed, Ebulqasim Sedrê Qazî û general Mihemed Husên Sêyfê Qazî bi awayekî nêhînî gihîştibû destê rayedarên îranî li Mehabadê. Destûra îdamê yekrast ji aliyê şahê Îranê Mihemed Riza ve li Tehranê hatibû dayîn.
Wê şevê dihat ku der û dîwarên qada Çarçira dîmenên xemgîn bibînin. Saetên berbeyana roja duşemiyê 31’ê adara 1947’an di bin tedbîr û ewlekariyên mezin de Qazî Mihemed ji girtîgeha leşkeriya bajar ber bi qada Çarçira anîn. Ew birin nava avahiya şaredariya bajar. Mela Sidqî yê xwefiroş li wira rûniştibû. Pêşewa zû pêhesiya ku dîsa jî eceman derew kirine. Ji ber ku wan jêre gotibûn yê wan her sêyan bibin Tehranê û dadgeha mezin ê li wira çêbibe. Li wira biryara dadgehê jêre xwendin û gotin: “Hema niha ji bo îdamê xwe amade bike!”
Di rewşeke wiha pir hesas da Qazî Mihemed qet xwe neguherand. Bi awayekî sirûştî ji wan dawa kir ku kaxez û pênûsekê jêre bînin daku wesiyetnameya xwe binivîse. Berê dest bi nivîsandina wesiyetnameya xwe ya siyasî kir ku ji gelê kurd re bû. Wesiyaetnameya duyem jî ya malbatî bû ku ji xanima xwe Mîna Qazî re nivîsî.
Ger kesek xwedî bîr û ramanên bihêz nebe, ger kesek fedakar û xwedî karîzma nebe, ger kesek xwedî soz û gotina xwe nebe, qet nikare di mercên wiha dijwar de mîna mêran li hemberî neyaran xwedî biryar be. Vê helwesta Qazî berpirsên leşkerî yên Îranê sûsretgirtî kirin. Ji bo wê jî bi hurmeteke mezin daxwazên wî cih bi cih kirin. Mela Sidîq pareke wesiyetnameya Pêşewa nivîsand, lê piştre wî bixwe karekî wiha berdewam kir. Wesiyetnameya Pêşewa Qazî ya siyasî heta niha jî kes nizane ka çawa ye û çi tê de ye, lê li gorî gotina şahidên wê roja reş û dîrokî Qazî Mihemed li ser çend xalên jêr şîret li gelê xwe kirin: Yekîtî, xwendin û bawerînekirina bi dijiminê dagirker. Herwiha di dirêjahiya hemû rojên dadgehê da Qazî Mihemed bi cesareteke mezin êrîşî ser siyaseta rayedarên fars kiriye ka çawa li Kurdistanê li dijî azadî û mafên kurda hemû cure bêrêzî kirine û gel li dijî wan rabûye serhildanê.
Wê şevê Qazî Mihemed piştî nivîsandina wesiyetnameya xwe nimêja xwe ya berê sibê jî kir. Piştre bi awayekî pir sirûştî rabû û ber bi sêdara îdamê bi rê ket. Piştî wê wezîrê şer Mihemed Husênxanê Sêyfê Qazî ber bi qada Çarçira anîn. Dema wî dît ku Pêşewa Qazî hatiye îdamkirin, bi qêrîn û hawarên bihêz li dijî Îranê dest bi axaftin û avêtina dirûşman kir. Nizanim wesiyetnameya wî heye an ne. Lê bawer nakem, çimkî derfeteke wiha nedan wî.
Kesên sêyê Ebulqasim Sedrê Qazî bû ku li parlimana Îranê nunerê bajarê Mehabadê bû. Wî tenê karî di deqeyên dawiyê da nameyekê ji keça xwe ya mezin Xanimê re binivîse û ew jî berê sibê ku êdî rojê ronahî dabû her derê, şehîd kirin.
Roja duşemiyê 31ê adara sala 1947an roja şehîdên Kurdistanê ye. Roja ku di dîroka azadîxwaziya kurdan de rojeke nejibîr kiriye. Roja ku kêm li ser hatiye nivîsandin. |