Xwendevanên xoþewîst û giyanpakên hêja! Bêguman çîroka ku niha li ber destê we ye û hûn dixwînin, çîroka kurek e ji kurên dayika me ya pîroz e. Ez. Yanî Mîrza Þerevan. Yanî kurek e wekî her kur û keçên dayika me ya xwedî keser û dîlgirtî, bi destên zirbavan hêviyên wî hatine çirandin û deyne ber bayê mirinê, bes bes yek in. Elbet û bêguman, ev çîrok ne bi tenê vegotina jiyaneke þexsî ye. Her çend naveroka çîrokê birîn, kêf, xweþî û nexweþiyên kesekê tîne ziman jî, lê di esasê xwe de rastiyeke gelemperî jî radixe ber çavan û her wiha êþ û elemên me yên civakî jî, di nav xwe de parastiye. Fermo em bi hev re çîroka Mîrza Þerevan bixwînin.
1.. Ji mehan meha gulanê, ji rojan roja pêncþemê, dem derengiya beyana sibê,ez li kolanek ji bo min biyanî û piþtî temenê min ê bîst salî tev li jiyana min bibû, bi sed melhezî û fikrên têkil hev dimeþiyam. Hewa xweþ û dinya aram bû… Hemû heyî û jîndarên li hawirdorê kolanê dixûyan, bi dilbestî û rûkenînek tê de nîþana xweþî û þadiyê dihate xuyakirin, tava ku li esmanê çîk sayî ya bi tîrêjên xwe gerdûn û ew kolan wek bûkekê dixemiland, pêþwazî dikirin. Ji ber çirûskên tavê, qîra ku li ser asfalta kolan diteyîsî û bala meriv dikiþande ser xwe. Hema meriv bi hesanî dikanîbû wê biriqîna qîrê biþibande, biriqîna elmasekê. Di bin wê tava xav ya piþtê beyana sibê de, ji niþka ve dengê çingçinga dêrê hawirdor bi lêrizê dixist û xwe tev li govenda jiyanê dikir. Bêguman lêdana çingçinga dêrê, ji bo bawermendên baweriya xwe bi ola Mesîh dîanîn, dihate wateya vexwendina ji bo tevlîbûna ayîna ku li dêrê hatibû sazkirin. Piþtî lêdana çingçinga dêrê, mirovên ku bi piraniya xwe navser dixûyan, qefle bi qefle berê xwe didan deriyê pêþîn yê dêrê û dadiketin hundir. Her wiha kolana ku ez lê dimeþiyam jî, hema li nik dêra bi nav û nîþan dêra "dom"ê bû. Despêka kolanê ji milê rastê yê dêrê dest pê dikir û ber bi perava cemê "ranyd"nê ve dirêj dibû. Kolan bi dirêjahiya xwe kêm zêde sê km re dixûya. Li milê rast û çepên kolanê di serî de firoþgehên werc, meywafiroþ, zêrfiroþ û xwaringehên li ser lewheyên wan bi zimanê tirkî, erebî, kurdî, farisî û dewletên misliman ên din, li milê din jî dîsko, bar, bîraxana û vexwargehên din yê bi zimanê îtalî, frensî, almanî û her hiwa welatên rojava yên din nivisî, weke libên tizbiyekê li dû hev rêz bibûn, ber bi çavan diketin. Li aliyê din jî, kolan bi mirovan tijî bibû û her yek bi hiceta tiþtek li kolana li nik dêra bi nav û nîþan digeriyan.. Bêguman, ez jî ji wan kesan yek bûm. Lê belê cudahiyeke min ji wan kesan hebû û ew cûdabûn jî, min xwe newek wan jîndar, wek miriyekî gerok didît. Belê, min xwe wek miriyekî didît. Wekî her demê, min wê gavê jî xwe bêbav û sêwî hîs dikir. Bi kêmanî li ser giyan û psîkolojiya min hîsek wisa hebû. Na, ne hîs û psîkolojiyeke wisa, hema ji mêj ve bû ku em her û her bêbav û stûxar hatibûn hiþtin. Çarenivîsa me ne bidestên me hatibû nivîsandin. Hinekan nivîsîbû. Belê, hinekan nivîsîbû û kirasê sêwiyan, kirasê mirinê kiþandibûn ser cestên me. Wan em sêwî û zêdehiyên jiyan û dinê didîtin û bi gor dîtina wan, diviyabû em bihatina tunekirin. Heee xwedêyoooo!! nizanim lê ez dibêjin qey te jî ji bo wan hevkarî û pistivanî dikir ku ew zûtir me biqedînin. Min bibexþe xwedayêê kaînatê!, lê ev bêdeng bûn te????
Elbet û bêguman, wekî her qewm û netewekê me jî bav hebû. Min bi vê rastiyê baþ dizanî. Lê çi heyf e ku di peyman û fermanên navwelatan de, bavên me li goristanek ku dê ji xeynî deshilatdarên dinê û pê ve, tu kesêkî din nezanibûya hatibûn binaxkirin û diya me jî, li mirovên dê ji wê rojê û pê ve, ji bo me bibûna zirbav hatibû markirin. Belê ji wê rojê û pê ve, em di bin nîrê zordar û palasên zirbavan de dihatin pelçiqandin. Zarokên dayika me, li ser cestên wê yê pîroz yên di navbeyna þerên deshilatan de vediguhezî bêjîngê, dihate qetilkirin. Di her qurziyên cestên wê de kurek wê, keçek wê berê serî û guh lê dihate jêkirin û dûre lê dihate veþartin. Jinên avis yên dayika me, di rûbarên çavên wê de bi hovîtiyeke nedîtî disingûyan re dihate derbaskirin. Zarokên ku di hemla cestên wê de, yên ku hînê nezayî û bênav, bi xencerên zirbavan dihatin xencerkirin. Porê dayika me, ji bo ku zarokên wê xwe ji ber rêwerzê qirkirin û ji holê rakirina wan-zirbavan, lê negirin û ji xwe re nekin sitargek dihate rûçikandin. Ji pêsirên bi þîr yên dayika me, em bêpar dihiþtin û li ber çavên me zarokên xwe yên cenawir, mirovxwar, polîs û cendirmeyên xwe yên hesinî jê didan têrkirin Dayika me! Belê dayika me ya xwedî çil mîlyon kur û kec, di destên zirbav û pergalê sistemên wan yên kujer û xwînmîj de, dinaliya û ji ber bêçariyê xwe dispart zagonên xwezayê. Zagonên xwezayê jî, rûyê xwe ji dayik û zarokên dayika me badida. Û dayika me bi tevên zarokên xwe, ji rihm û parastina xwe ya xwedayî bêpar dihîþt. Heçî xwedayê mezin bû, wî jixwe ji mêj ve beyana xwe ji bo piþtevaniya zirbavan bilêv kiribû. Di jîna heþtê sal ya dayika me ya xwedî keser de, ew pergî her celeb kîrêtî û xirabiyê hatibû. Kîretî û xirabiyan, li ser þaxên cestê wê yê pîroz, birînên nejibîr vekolabû. Belê, zirbavan bi alîkariya xwedayê erd û esmên yê nexûyayî, bihevkariya hemû heyiyên xwezayê çi jîndar, çi nejîndar her kêlî, her deqîqe, her saet û her roj bi her cûre rêbaz û metodên har, em biçûk dixistin û gelek caran me bi tufa zirbavan ser û çavên xwe diþûþt. Me gelek caran ji destên birçîbûn û tîbûnê tufa xwe dadiqurtand û bi lêvên xwe dimijiyan. Zirbavan ji ber vê rewþa me kêf werdigirt û tinaziyên xwe bi me dikirin. Her wiha em parsker û kêrnehatî didîtin. Belê, em her roj bi hesreta bavên xwe yên gornediyar û cûrê heqaretên hovanê yên ku li ser cestên dayika me ya pîroz dihate kirin diþewitin, diqehirîn, dimirin dimirýn. Zirbavan em di qesr û havîngehên xwe de xizmetkar û di her qadê jiyanê de jî, wek benî bi kar dihanîn. Bêguman beniyên li dinê bi kêmanî di cêba wan de,nasnameyeke ku wan dide zanîn ku ka ew ji kîjan miletî ne heye. Lê gelo ev maf ji bo me kurdan jî hebû? Bêguman û jê re guman tuneye ku ev maf ji bo me kurdan, ji binî ve tunebû û em beniyên herî rûmet lê nehatiye girtin û pê li keseyata wî, dîroka wî, zimanê wî, xisusiyet û taybetiyên wî hatiye kirin, bi xwe ne. Belê, min xwe bi xwe "em beniyên bênasname û bênav in. Em beniyên bêhêlîn û bêbav in digot: û ji seriyeke kolanê dimeþiyam seriyê din. Di meþa min ya dawîn a ber bi dêrê de, çavê min li dikana gulfiroþ ket. Min rast berê xwe da dikanê û çûm li nik gulan rawestiyam. Di mudeta mêzekirina gulan de, guleke nazdar li ber çavên min ket. Ez rast çûm ser û di wê navê de qîjînekê mejiyê min vekola. Ev gul bi min nexerîb dihat. Lê min kir û nekir wê gavê nehate bîra min ku ka bîranîna min û vê gula nazdar kîngê û çawa pêk hatibû. Min gelek hewl da ku ez bi bîra xwe xim, lê mixabin bi bîra min nediket. Ez hîn di hewla bibîrxîstina bîranîna xwe û gulasmînê de bûm, gulfiroþ ber bi min ve hat û:
-Ezbenî tu bi xêr hatî. Gelo ez çawa dikarim ji te re, bibim alîkar?
-Spas ezgorî. Min got: Min dil heye ku ez gulekê bikirim, lê ya rast min hê biryarek nedaye ku ka ez ê kîjanê bikirim. Lê ev gula li milê çepê, bala min dikêþe ser xwe.
-Belê, piraniya miþteriyên me, daxwaza xwe li vê gulê dikin. Eger rastî bête xwestin, ez bi xwe jî gelek ji vê gulê hez dikim.
--Baþ e, lê gelo navê wê çi ye?
-Asmîn e
-Te go çi!! asmînnnn?
-Belê, çima çi bû?
-Na, tiþtek nebû. Baþ e, ez ê vê gulê bikirim. Ji kerema xwe, gulê ji bo min amade bike.
Gulfiroþ gula min, asmîna ku dê ji wê gavê û pê ve, biba hevkêþeya keserên min, þehida rondikê çavê min, hevala rojê min ên tehl û þêrin, xweþ û nexweþ, kîrêt û nekirêt û her wiha dê biba hevrêya jîna min, amade kir û anî da destê min, min jî buhayê gulê dayê û ji dikanê derketim. Li ber derê dikana gulfiroþ welê piþtî qasek li fikirandina ka gelo ber bi ku de biçim, min berê xwe rast da Bîrexana Yewnan ya ku êdî bûbû rûniþtgeha min a duyem û ber wê ve çûm. Piþtî mudeheke kurt, min xwe gihand nik Bîrexanê. Bêyî ku tiþtekî bikim, min wisa bi nûgeriyekê çavên xwe li dorhêla kolanê gerandin û piþtre bi hizra rûniþtinê palda li ser kursiya hesinî ya ku li nik xwe rûniþtim û li benda hatina berkar mam. Di wê navberê de min gula xwe, asmîna xwe jî danî ser kursiyê ku li kêleka xwe ya çepê. Min û gulasmînê welê qenderê biskekî di bin çavan re, bi tebesûmeke ku tê de nîþana dostaniyê dixûya li hev nêrî. Di vê navê de berkarê ku ez li bendê bûm hat, li nik min rawestiya û:
-Kekê Mirza, tu bi xêr hatî. Ev bû çend roj tu nedixûyayî. Hêvîdar im ku tiþtekî awarte bergî te nehatibe. Lezek berê hatina te, min behsa te ji Cirîstof re kir; Wî jî digot; "Gelo çi bûye!! Mirza naxûye". Wele niha te bibîne, dê pir kêfa wî bi hatina te bê. Wek tu dizanî, Cirîstof zor ji te hez dike. Dema tu wiha yek cara ji ber çavan winda dibî, bi rastî jî ji bo te dikeve nav fikir û gumanan.
Min dil hebû ku ez bersiva gotinên wî, yên ji nav dilê wî yê paqij û dostane û bi alîkariya lêvên wî yên her û her biken bilêv bibûn bidim. Lê ez hê di hewla ji bo bersiva wî de bûm, min hîs kir û bi xwe hesiyam ku destekî di nav porên min de, bi þewqet û hezkirina dayikî diçe tê û porê min miz dide. Bêguman min baþ dizanî ku li vî welatê biyanî, ji xeynî çend dost û bi tevê Cirîstofê yewnan yê ku ez ji xwe re wek kurê xwe didîtim û bilêv dikir, keseke min ê dî tunebû. Ez wer bêdeng mam. Nizanim! lê wî curê mizdanê hikariyeke erênî li ser giyan û laþê min çêdikir. Dest û tiliyên di nav porên min ê ku heta çend salan berî niha çikî reþ, lê ji ber keser û kulên xerîbiya xopan evdayên sipî lê peyda bibûn, ji aliyekî ve kêfa min dihanî û ji aliyekî ve jî ez xemgîn dikirim. Bêguman xwengînî û keser bêsedem nabin. Û xemgîniya ku li min peyda bibû jî, gava ez bi dest û tiliyên di nav porê xwe de hesiyam, pê re demên ku min li nik dayika xwe derbas kiribû bi bîra min diket. Elbet û bêguman, meriv nikane jiyana xwe ya bihorî ji binî ve ji bîra xwe bavêje. Lê belê di jiyana însan de hinek dem, bîranîn û serpêhatî hene ku însan naxwaze wan bi bîra xwe bixe. Dixwaze tu car bi bîr neyne û ji binî ve ji bîr bike. Ji ber ku hinek bîranînê mirov diþibin tîrên kevanê, guleyên sîlehê. Ji ber vê egerê bû çî! gava min bîranînên xwe yê li nik dayika xwe bi bîr dihanî, hema wek hûn tîreke kevanê berdin nav dilê min, ez pê diêþiyam. Di vê navê de ez bi xwe hesiyam ku dest û tiliyên di nav porê min de, xwe vekêþaye. Wer qasek bêgengiyek çêbû û çend kêle piþtî bêgengiyê, dengê Cirîstof ber bi guhên min ket.
-Giyana min, Mirza Þerevan! Lawo te ev çend rojên dawîn em kezepreþî kirin. Ma tu hema wer bi ku de winda bûyî? Xwedê zane ez gelek li te fikirîm. Neyse ji xwedê re hemd û sana tu niha dîsa li vir li nik me ye got û weke her carê rûyê xwe ber bý hundirê Bîrexanê ve bada û: "keça min Keterîna! ka ji Mîrzayê kurê min re, qedeheke þeraba sor bîne" û dûre, li min bibore! ez divê niha biçim, hinek karê min heye ez ê biqedînim û di saetên pêþ yên êva rê de, em ê li hev bicivin. Baþ e, niha bi xatirê te.
Giyanpak Cirîstof gava ji nik min rabû û çend gav ji min bi dûr ket, min deng lê kir û:
-Spas Cirîstof. Tu zilamekî þarezayî. Ha, ji bo wan destên te yên nazik û bi þewqet jî, dubare spas. Wî jî bi ber kenîneke germ spasî li min kir û:
-Giyana min, Mîrza! Em Yewnan in. Me ne kêm ji destên wan cenawir û dolên asenayê kêþandiye. Neyîniyên niha li ser we tên ceribandin, ji vir û heftê sal berî niha li ser me yewnan û ermenan jî hatibûn ceribandin. Vêca ez te baþ fêm dikim. Û divê tu car neyê jibîrkirin ku birîn û kulên me yek in û her wiha dijminê me jî, di heman demê de yek e. Belê, ev rastî divê neyê jibîrkirin û her û her di bîr û baweriya me de jîndar bimîne.. Baþ e, li min dereng e. Ez divê di zûtirîn demê de biçim karê xwe bidim hev. Çawa be roj neketine torban, em ê biaxivin got: û bi awayekî lez û bez ji nik min dûr ket.
Piþtî çûyîna Cirîstof, ez û gul asmîn bi tena serê xwe man. Ji ber axaftina min a li nik Cirîstof, Katerîna û berkar Josî, min ew sersarî kiribû. Bêyî ku lê vegerim û diyalogek li gel gulasminê deynim, gotinên Cirîstof yên ku "Me ne kêm ji destên wan cenawîr û dolên asenayê kêþandiye" mejiyê min vedikola. Bêguman gotinên wî, wek çilka avê zelal bûn. Wî bi van gotinên xwe, dîroka bi xwîn, dîroka tê de hezar kîrêtî, hovîtî,talan û wêran, destavêtina jinan û her wiha destdanîna li ser hemû heyiyên gelê Yewnan, Ermen û bêguman gelê Kurd dianî ziman. Ew gotinên wî, di nav wan çend kêliyên de bi hezaran bûyerên kîret yên zirbavan li ser cestê dayîka me û zarokên dayîka me bi awayekî hovitî bi kar anîbûn, di mejiyê min de dilivand û birînên min vedikola. Bi tevê bi bîranîna bûyerên kîret yên zirbavan, ez hê di hewla bibîrxistina bîranîna xwe û gulasmînê de, diramiyam. Di vê navê de çavê min rast bi ser gulasmînê de seqîtî. Ew welê bi wê nazdarî û belalbûna xwe, li ser kursiyê li kêleka min û mîna ku hinek aciz bibû radiwestiya. Ligel vê aciziya wê, di ser de xemgînî û toza li ser pelgên wê jî bala min dikisand ser xwe. Wisa dixûya ku wê ji min daxwaza rûmet li girtina peymana min û wê danîbû navbara xwe, bigirim.Her wiha berpirsiyarî û erka hevaltiya xwe pêk bînim. Di rewþa wê ya wê gavê de, baþ di hate xuyakirin ku wê dixwest tiþtên ez lê difikirîm, bi wê re jî parve bikim. Bêguman ew di vê daxwaza xwe de, ji vir û heta mala xwedê heq bû. Ji ber ku pêþniyaza peymam girtin û vegotina hemû êþ û elemên xwe ji hev re gotin, ji teref min ve hatibû kirin. Lewma diviyabû min mesuliyetên xwe yên li gel wê pêk bianiya.
Ez vegeriyam ser, min berê toza li ser pelgên wê bi îtinayek ku ez ziyanê nedimê pak kir û dûre hinek pelgên wê miz dan. Di mudeta mizdana pelgên wê de, mejiyê min weke pêlên zeryayekê li bin guhê hev ket. Xwîdaneke sar di para piþta min de, xwe ber bi jêr ve berda. Tiþtên wê gavê li dorhêlên min, bi min þêlû û min hikarîbû ji hev derbixista. Qijînek dilê min ê dilþûþe, þikand û êþek nedîtî bi nav hinavên min xist. Piþtî qasekê gava ez bi xwe hesiyam, bîranîna ku ew çend saet bûn lê difikirîm û nedihat bîra min, bi bîra min ketibû.
Welê qasekê di bin tesîra bîranîna ku bi bîra min hatibû de mam. Wekî tê zanîn, di jiyana însan de, bîranînên xweþ û nexweþ hene û dema bîranîneke we bi bîra we bê, eger ji yên nebaþ be hûn pê diêsin, lê eger ji yên xweþ be hûn pê dilxweþ dibin.
Bêguman wek her kurdekî, di nav bîranînên min de jî, bîranîneke ez pê dilxweþ bibam tune bû. Her wiha meriv dikane bibêjê ku di nav bîranînên me kurdan de, yên xweþ û meriv pê dilxweþ bibe, ji binî ve tunene. Û ev rastiya han, ji bo min jî, rastiyeke nebaþ ya jîna min bû. Ez dîsa vegeriyam ser gulasmînê, min ew ji ser kursiya hesinî ya li kêleka xwe hilgirt û danî ser masê. Gulasmîn, li ser masê hîn bedew û xweþiktir dixûya. Pelgên wê, ji ber tîrêjên tavê diteyîsî û wek keçeke nazdar û zarþêrîn li navenda her du lêvên min dinêrî. Di rewþa wê de baþ dihate xuyakirin ku wê dixwest,iþtên wê gavê di mejiyê min de diliviya pê bizanîbe. Elbet û bêguman ew xwedî maf bû ku pê bizanîba, ka ez li çi difikirim. Ev mafê wê bû. Lê her çiqas min dil dikir ku ez behsa bîranîna xwe jê re bikim jî, lê min ceger bi xwe nedianî. Ji ber ku bîranîna min, bîranîneke nebaþ bû û dê biba sedemê xwemgîniya min û wê. Lê ji aliyekî ve jî, diviyabû min mesuliyetên peymana me herdukan danîbû navbeyna xwe pêk bianiya. Min hinek xwe da hev û:
Gul asmîna min, ez ê niha ji te re behsa bîranîneke xwe bikim, lê divê tu ji niha ve sozê bidî min ku tu yê bi bîraninê neêþî. Wê jî bi hecandina pelgên xwe tikaya min, soza ku min jê daxwaz kiribû pejirand. Min cara dawîn nefesek ji nav dilê xwe kêþand û:
Ji vir û heþt salan berî niha, ez li bajarê B.... ya li welatê dolên asenayê, li kolana setbasî wek her kesî digeriyam. Di gera li kolanê de, weke çend saet berî niha çawa pergî dikana golfiroþ hatim û min tu kirî, wisa jî pergî dikaneke golfiroþ hatibûm û min ji hevcinsê te gulek ji xwe re kirîbû û piþtre bi hewla çûyîna malê, min ji kolana setbasî hema rast berê xwe da kolana fomarayê ya li nik otogarê û ber wê ve çûm. Gula min di paxila min de bû û ez ber bi kolana fomarayê ve, bêþik û tirs dimeþiyam. Di mudeta meþa xwe de, ji ber keçên delal û temenê xwe yê ciwan, serî û çav li min direqisîn û min keçek bêgotin bernedida. Dema di ber keçekê re derbas bibam, min digot:"xwedêyoooooo!!! xwedêyooooo! ev keçika ha çendî xoþewîst e. Xwedêyooo!!! Tu vê keça xwedî lêvên hingivîn û mêrkuj bike para min û ji nezera çavên nebaþan jî biparêze" digot û dimesiyam. Di navekê re ez bi xwe hesiyam ku min xwe gihandiye nêzê kolana fomarayê
Ez her ku nêzî kolana fomarayê dibûm, dengê gurme gurmê ku ji milê aliyê Kervan Sarayê ve dihat bala min dikiþand. Ez qasek wer di cihê xwe de rawestiyam û min guhê xwe da dengê ku ji aliyê Kervan Serayê dihat. Piþtî çend kêle guhdana dengan, ez têgihîþtim ku dengê gurme gurmên li ber guhê min ketibû rast bûn û her ku diçû gurmîna bijî yekîtî û biratiya karkerên dinê, bijî yekê Gulanê û bimre kapîtalîzm û koloniyên wan wek heresê cihan dihate guhê min. Ji ber nûgeriya ku li min peyda bibû, min xwe ranegirt û min rast berê xwe da kolana dengê dirûþme jê dihatin. Dema min xwe gihand nik aliyê çepê yê kolanê, min dît ku di navbeyna xwenîþandanên yekê Gulanê û polîsên hesinî yê Komara dolên asaneyê de pevçûneke dijwar des pê kiriye.Pevçûn her ku diçû zêde dibû. Li milekî her ku diçû heþamet û boþahiya xelkê li kolanê zêde dibû, li milê din jî her ku diçû êrîþên polîsên hesinî yên Komara dolên asenayê, li ser xwepêþandanan dijwar dibû. Ji ber dengê palas û jopên polîsan, qêrîn û hewara mirovan yên ku ji ber lêdana polîsan serî û guh lê hatibûn þikandin, lerizek bi kolanê dixist û kolan jibinî ve dihejand. Meriv dikaribû dîmenên li vê kolanê hema biþibanda keriyeke pezê ku bi êrîþa guran har re rû bi rû mabin. Belê, guran dorhêlên kolanê bi xwîna mirovan sor kiribûn. Mirovên ku bi piraniya xwe navser, ji ber êrîþa polîsan birîndar bibûn û welê bi awayekî perakende, li ser erdê kolanê dirêj ketibûn, li ber çavan diketin. Her wiha ji ber dengê ofe of, nalîn, qêrîn, hewar û tikayên wan keþandin esmanê cîk sayî bi carê ve, vediguhezî û kirasê xwe yê çîk reþ li xwe dikir. Ji ber dîmenên ewende nexweþ çavên min tijî rondik bûn, zerayekê rûyê min pêça, þûþa dilê min þikest, birûskên mirinê qesra dilê min bi lerizê xist û tirseke nedîtî li min peyda bû..Ez bi lerizê ketim. Xemeke tehl a bi eziyet xwe berda nav rû û rûçikên min. Ez hema wek darekê di cihê xwe de çîk bûm û mam. Pistî çavgerandinekê ji bo ku ez kolanekê bi ber çavên xwe bixim û xwe ji vî agirê malwêran xilas bikim, min kolana li milê rastê ya ber bi kolana cumhuriyetê ve dirêj dibû, bi ber çavê xwe xist. Ew kolana ku ez ê ber wê ve biçûma, hêmin dixûya. Min gulasmîn parast û bi çokên xwe yên bi lerizê ketibûn, heta xwedê qewet da bi awayekî lez û bi gavên nezin ber bi wê kolanê ve meþiyam. Lê min hê xwe negihandibû serê kolanê, hema ji niþka ve komeke ji xwepêþanderan û li dû wan jî bi sedan polîsên hesinî ber min ve direviyan. Dema min ew kom û polîs li dû van dîtin, rengê min bizirî, êþ û tirsekê xwe wek marekî li cestê min pêça. Laþê min cemidî, girînê pêþiya gewriya min girt. Ez çend kêliyên din jî, di cihê xwe de mam. Kom û polîsên li dû hev pir nêzî min bibûn û min hewl da ku ez cihê lezekî berê jê hatibûm lê vegerim û rêyeke din ji bo revê bibînim. Ez paþve vegeriyam. Ez hê çend gavan ji wê derê bi dûr neketibûm, bi þiqînekê laþê min ê bi lerizê ketibû, bi erdê re bû yek. Li erdê polîsên hesinî bi jop û dahfikên xwe, ez din av xwîn û moranê de hiþtim. Welê carekê ez ji xwe çûm. Ez nizanim ka çiqas di ser de derbas bibû, lê dema hîþê min hate serê min, tiþtê ku li ber çavên min ket, gulasmîn bû. Wisa dixûya ku dema polîsan êrîs anîbû ser min û ez ser dev û rûyê xwe ve ketibûm erdê, gulasmin jî ji destên min ketibû erdê û þikiyabû. Belê, her pelgeyên gulasmînê firiyabûn cihekî. Guldanka gulasminê bibû herzar parçe. Ax û guldank li nav hev ketibûn û di ser de xwîna ji serê min ê þikestî ji tev li ax û guldanka þikestî bibû. Dîmena ku ji ax, parçeyên guldankê, xwîna ji serê min û pelgên gulasmînê ve pêk hatibû, agir bi dilê meriv dixist. Li aliyekî êþa li canê min, li aliyekî din jî pelg û guldanka þikestî ya gulasminê, perda hiþê min qetand. Stirikên li esmanê dilê min, vemirand. pergala mejiyê min bêerk hiþt û wê gavê her tiþtî li ber çavê min wateya xwe winda kir. Di vê rewþa ewende nebaþ de, min xwest ku ez bi dengekî berz kîna li min peyda bibû verêjim. Lê min kir û nekir deng ji min dernediket. Ji ber ku zimanê min di gewriya min de zeliqîbû û lêvên min çalakiya xwe kuta kiribû. Min hinek tiþt bi bîr dihanîn. Belê tenê hinek tiþt bi bîra min dihat. Di wê navê de polîsên hesinî pê porê min girtin û ez ji erdê rakirim ser piyan. Li ser piyan jî, berê bi têra dilê xwe li min dan û piþtre ketin bin çengên min, ez birim navenda polîsan. Jixwe êdî tu dizanî ku ka li navenda polîsan çi tînin serê mirovan. Piþtî heftekê mayîna li navenda polîsan ez derxistim pêþberî dadger. Tiþtekî pir balkêþ bû ku ji bo sahidiyê, du polîsên ku ez li kolana fomarayê girtibûm bin çavan, anîbûn. Bi sahidiya her du polîsan, dadger gûya min bi gul û guldanka di destên xwe de, xwestiye ku ez li polîsan bidim, salekê û heþt meh cezayê bendixanê da min. Min got û pê re ji cêba xwe cixarek girt û pêxist. Piþtî çend bîn ji kiþandina cixarê, bi ser gulasmînê re vegeriyam, û:
Biranîna min, ev bû.
Xwendevanên xoþewîst û giyanpakên hêja! Em ê Piþtê mehekê din bi beþa duyem, dîsa bihev re bîn. Niha bimînin di xweþiye de. |
|