|
Gotin diqede gelo? Nexwe ya em niha dikin, tenê cihguhertina peyvan e ku jê re ‘nivîs/gotin’ dibêjin? Qey tiştê em carina bi kelecaneke mezin dibêjin ‘me keşf kir’ û bi dilxweşî hest pê dikin derbirînê tê de bikin, qey berî bi salan hatiye mezaxtin jî? Qet tenê em sêbareya xelkê –yên berî xwe- ne?
Em ê çu carê nikaribin bizanibin yên beriya me –bav û bapîr, dê û dapîrên me- gava tûşî tirsekê dibûn ka çi hest dikirin? Ewan tirs û kelecana xwe bi kîjan peyvan didane derê û reftareke çawa pê re dikir? Em ê çu carê agir û kizirîna dilê wan a ji ber evînê dihate pê û ew dilop bi dilop dihelandin nikaribin qilî qilî hest pê bikin û têbigihêjin.
Gelo yên beriya me jî wekî me digiriyan? An êşa ku ew bi girî berdidan eynî ji lewnê ya me bû; gelo taya evîna wan jî wekî ya me lerz û ricif ji sertapê dixist cest û bedena wan heta bi atomên wan jî?
Nexwe wan ji mêj de welatê vê tayê keşf kiriye û ew li şûna me jî bi êş û keyfxweşiya hemû evînan şabûne û li pey xwe ji me re tiştek nehiştine? Qey tenê em ew bermahî ne yên ku ew pê qayil nebûyî? An jî nikaribûne bi dest bixin?
Em ê çu carê nikaribin bizanibin ka ew agirê yên beriya me pê şewitîn xwedan tîneke çawa bûye lê em ê tenê bi tiştekî serwext bibin ku ‘ruhê evînê’ ku ji ziman bo zimanî hatiye veguhastin, ji zeman bo zemanî hatiye neqilkirin her zindî maye û her dê zindî bimîne. Ji ber hindê jî, di sêbareya nivîsê de tiştê diviya bête nivîsandin çu carê naqede û yên berî me çu carê ‘em’ negotine û wan çu carê ‘tîna dilê me’ venemirandiye; berevajî, ew bi zemanê xwe bi tîna agirê xwe şewitîne/jiyane, em niha bi zemanê xwe bi tîna agirê xwe dişewitin/dijîn.
Yanî, di jiyanê de çu carê kes berdêla kesê najî û kes kefareta kesê nîn e; belkî jî gotina ‘her bizin bi pêpika xwe’ di vê maneyê de mirov dikare li cih bibîne.
Her ziman ‘ruhê evînê’ bi ‘pêpikên xwe’ dihilawîse û li berojê xwe dide ber tavê û her dem û çax jî bi ‘ruhê’ xwe wê dinimîne. Wê demê, ruhê her demê bi rastiya xwe dijî- ke wate- çu dem dubareya dema beriya xwe nîn e; her dem, di rûnê xwe de diqijile û her çax bi kela xwe dikelije. Wê demê, ruh û giyana nivîsa her demê ‘xweserî’ dema xwe ye û bi ruhê dema xwe tê der.
‘Ruhê evînê’ ruhekî wisa ye ku di nava hemû dem û serdeman de belav bûye û bi ruhê ‘hemû dem û zemanan’ re xwe digihîne her ziman û devokê. Ango, ev ruh, bi ser hemû dem û dewranan re ye û li çu tixûb û sînoran hilnayê.
Yanî bi kurmancî em dikarin bêjin ku ‘ew dibe mêvanê hemû malan û tê serê her kesê’ lê kesê nake dubareya kesê. Her peyv bi ruhê dema xwe tê meyandin di nav ferheng û lîteratûra xwe de. Bo nimûne, Gava em bi kurmancî ji yar/dezgir/berdil/ dildara/ê xwe re dibêjin ’Dilê min’ di çu zimanan de ew ruh û ahenga ku bi kurmancî di peyva ‘dilê min’ de hatiye meyandin nîn e û wê tehm û çêjê nade. Berevajî, belkî ji bo zimanên dîtir gava tu dibêjî ‘dilê min’ wek peyveke jirêzê û tamsar bête fêmkirin û xwedanê wê tîn û bêhna kurmancî nebe. |