“Min di demdarî û bezîna jiyana xwe de, dilþewatek rasteqîn li nik xwe nedît. Dilþewatê min tune dilþewat e. Kesekî/ê deriyê dilê xwe ji min re hesayî bike tune lo Seîs” Wî wiha bi gazinkarî got û pirsî. Seîs bi vê gotina wî re, zûr bû lê nihêrî û mîn a ku ji gotina wî êpêce êþiya be, diranên xwe þidand û bi aciziyekî nedîtî ve, rûyê xwe tirþ kir. Ev lîvbaziya wî ya acizbar, ji bala Eraso nerevî. Wi dirêj nekir û: “Ev çiye gidî tu wiha dîsa diranên xwe diþidînî? Nexwe te dil heye ku tu dîsa tiran bikî? Seîs: “Erê Ezbenî... tirên min ne mîna tirên deshilata rojhilat genî ne. Ez ji bo pakiya giyandaran tira dikim. Ji bo ew bi xwe hayil bin... Têdigihê deyus..!!!” Eraso keniya û: “Nexwe yanî tu dibê em ê pediviya giyana xwe ya ji bêhnê, bi bêhna tirên te pêk bînin? Seîs: “Tu di devê xwe de bimizî deyusê deyus. Ev çi bûye ku tu dîsa tuj diherikînî. Ew çiye ku te ji kirasê te derdixîne û te sor dike?” Eraso: “Bêkesî û bêsiûdî û tenhatiya min a keserî ye. Ez di zerya heyiyan de tenê me” Seîs: “Axx, tu dîsa qûnneþustiyan dikî. Lo tiredîno, ma qey tu hebûna min ji hebûnan nahesibînî. Yan hebûn û tunebûna min, di xema te û kîrê hespê te de nîn e?” Ereso: “Mixabin ku di jiyanê de, hespekî min jî çênebû. Min ne hesp, ne ker, ne dostekî dilovan û ne jî giyandarekî cestxweþ heye.” Seîs: “Ez çavên te yên komirî bialêsim deyus. Xema nexwe. Va ye kûçikê te, belekê te, ez heme....” Eraso: “Bêguman wisa ye Seîs. Lê hilpekîn û hilkehilka dilê min, zêdetir hevalan dixwaze. Ew dixwaze giyandarên hilweþîner, afirîner û wêrekdarên ji dil nas bike, wan bigire ser baskên xwe, wan miz bide, ji wan re xizmet bike, li nik wan rondikê keserê biþûjîne, behsa sedem û egerên tekçûyîna hêlên insanî bike, ji bo wan bibe nivînê civandina kul û derdan, pira dostaniyekî qewî li nik wan ava bike, wan ramûse, maç bike, di paxila xwe de bike xewê û di paxila wan de binive.” Seîs: “Lo bi telaq tu ji serêxweçûyî. Lê ji serêxweçûyîneke pak. Hilpekîn û bezînkariya dilê te, zuwa kirina çemê bêçandî yê dixwaze. Erê, dixwaze wê perda bêçand a ku veniþiye ser hiþê giyandaran veçêre û ji bo bihevþabûnên pijyayî, dostaniyên nemir, danûstendinên ji durûtî û keysperestiyê dûr, rê û azîneyên rasteqîn rava wan bike. Erê, dixwaze wê behra xemsarî û terkexemiyê di giyanê wan de zuwa bike, wan ji wê hîsa qeþayî hesayî bike û piþt re, wan bigire û biajo ser zeryayên þewqet û henasa par kirinê dibexþîne. Erê, dixwaze wan hêmayên tirsnak ên ku ji awirên erjeng ên ji çavên deshilatdaran li perda çavên wan geriyaye û her wan dibizdîne, jê bive da ku ew karibin bi çavên ronîbar li hebûnên dinê binêrin. Ev yek mîsoger welê ye. Lê ka de were vê rastiyê, bi wan giyandarên ku ji wê erdnîgeriyê (rojhilat) hatî yên ku piraniya wan yekem car bi min û bi yên din ên ji malbata min re, rabûne reqsa bihevþabûne û bi girtina zewqa ji me, bi mêraniya xwe hesiyane, bi de zanîn. Wan, bi vê û gelek rastiyên din, bide bawer kirin. Û jixwe rewþa jinê ya di vê mijarê de, mirinahiyeke jandar e. Axx, ew jinên xweþikên bêguneh û axx ew jinên ku heta roja ku li yekî neyên mehrkirin, her ji xweþiyên jiyanê bêparin. Rast ev bêdadiya han, bi serê xwe tenê têra li rabûna hilweþandina wê pergala genî nake? Ey Eraso, ji bo hilweþandina pergala destilatan yê genî û gemar, mêrên wêrekdar divê. Ka ew mêr û ew þêrejin hene? Rast e tu wan nas dikî? Wî wiha got û rawestiya. Bi van gotinên Seîs re, dehþeteke kûjerî li ser rûyê Eraso xuya bû û mîna ku li ser bayê tirsê bihizire, wiha qasekî di xwe de hizirî, ponijî û got, “Ey Seîs, tu dîsa feþtiyên (þorî) þêrîn û ew çend jî serserî ne, dikî. Devbeþê min, ayan e ku giyandarê wan gotinên min û te bixwînin, dê xwe ranegirin û tifî rûyê me bikin. Û dibetiyeke mezin e ku dê bi rêtina davê me rabin. Min divê bêjim ku ji bo silametiya me her duyan, divê tu di raberkirina mijarên wiha pir bi hesayî dikarin rê li ber gelek teqînên tundewar vekin de, baldar bî. Nexwe dê....” Seîs gotina wî di vir de birî û: “Axx, tirsonekê min ê hundirtun e. (newêrek)Dema ew tiþtana tên jiyîn ne þerm û þaþ e. Lê dema ku em bi raberkirina wan radibin, em bi tundwerî tên þermezarkirin. Bi rastî jî, ev nêrin û ev hizirîna genî, hema yek ji genîbûyînên rojhilat e. Axx, ew çanda lewitî ya ku veniþiye ser mejiyê rojhilat. Rojhilatîno, þaristaniyê bi we dest pê kir. Bizivirin ser rastiya xwe. Erê wê kirasê paþverû ji ser giyana xwe perçe û parî bikin û bifitilin ser koka xwe.... Nexwe hûn ê her di binê deshilatên navxweyî û biyanî de vezelin...” Wî wiha got û fitilî ser Eraso. Eraso: “Ez jî weke te dihizirim, lê rastiya civakî...?” Seîs: “Niha devê min ji xwe û wan hêlên genîbar ên civakî re venekî deyus...” Eraso: “Baþ e baþ. Lê çareserî?” Seîs: “Çareserî heye” Eraso: “Çiye?” Seîs: “Bi cegerdarî û bi bêtirsî raberkirin û ravekirina rastiyê ye. Divê ji nava civakê giyandarên cigerpoleyî rabin û beyî ku tirsê bikin mijmijoka lêvên xwe, xwe bi zanînê dabigirin û bi diyarkirina rastiyên jiyanê rabin. Ji bo veçirandina kirasê hirumiyê, pêwistî bi wêrekdaran heye. Tu çi dibê? Bila destêk ji me be? .Em dest bi vegotina rastiyan bikin? Wî wiha got û pirsî. Eraso: “Li vir nabe” Seîs: “Dibe. Li vir nebe, li cîhek din. Rê pir in.” Eraso: Divê tu wê riyê vekî. Divê tu wê riye bi kitekitan hesayî bikî, ey kûçikê min ê jîr. Seîs: “Erê sebir bike deyûs. Em ê gazî vebêj bikin û jê re bêjin ku bila ew vê mijarê bigire dest û dûrudirêj wek çîrok an ji wek roman binivîse. Kesê afirînêr dikare bi bêtirsiyekê ve xwe ber de zikê vê mijarê, mijarê veke, biherikîne, binivîse û piþt re, ji bo riya giyandaran ronî bike, bifirîne rûyê ezmên.” Wî wiha got, û piþtî ku wan vebêj vexwend, mijar ji vebêj re hesayî kirin, rabûn bi dilxweþî spasî dan hev. Lê tebatî bi qûna Seîs neket, xwe bir anî û: “Were kulekê min ê deyus were. Tu êdî nikarî bimeþî jî. De were li piþta min sîwar be, em herin ber pencera xaniyê vebêj û li resqa wî ya bi pênûs û lênûsê temaþe bikin. Bawer bike ku temaþe kirina li reqsa vebêjekî afirêner, deh qat ji vexwarina þerabê tehmdartir e. “ Eraso: “Lo þerme tiredîno. Hewirdor bi giyandaran ve tijiyê. Dê mîsoger bibêjin hela tu li vî kerî guh terikî û tu li vî kûçikê diran tûj.” Seîs: “Nebe ku tu behsa wan giyandarên ku di vê serdema bi biriqînî de, hê bi destan birinc dixwin dikî?” Eraso: “Erê” Seîs: “Tu çarekî din di devê xwe de bimîze û tu di çavên xwe de birî.. Kuro, tu hê ji behsa awirê wan giyanbeniyên ku wan bi rêwerza yezdanokên xwe yên bêhîþ, bi hezaran ezîz û ezizeyên ber dilê me kûþtin, dikî. Ji bîr neke ku wan qira ezbata te û ya min anîne. Ji wan fedîkirin jî lewazî ye. Rabe lingê xwe yê ku bi destê wan hatî birîndarkirin bilivîne, li piþta min sîwar be, ez ê te bibim ber pencera vebêj.” Wî wiha got û piþtî ku Eraso daxwaza wî pêk anî, hêdî hêdî berev pencera vebêj ve meþiyan.
|
|