|
Herê Siwaro;
De zînê xwe girê bide
Û hespê xwe rake çar gavan,
Guh nede van lat û zinaran
Van çem û rûbaran
Û here Siwaro, here, here!..
Siwaro;
Serê vê êvarê, berê ku tîrojkên rojê xatira xwe bixwazin ji asoyên van çiyan û dema dengê pêlên vî rûbarê delodîn deng vedidin li van gelî û newalan, hespê xwe rake çar gavan û here caba saxbûna ruha min bide heval û hogiran.
Herê Siwaro;
Silavên van gelî û newalan, van lat û zinaran, van þikêr û þikeftan, van gir û girikan, van dar û beran, ku bi awirên ruh û giyanên azad xemilîne, bibêje ji wan re. Hênikbûna van mêrg û kaniyan, çem û rûbaran bireþîne nava dilê wan û di nava kolanên bajaran de berê wan bide ber zozanên jiyanê.
Bi per û baskên teyr û tilûrên çiyayî ruha wan bi per û bask bixe û bigerîne li ser bircên Amedê, behra Wanê û li her çar aliyê asîmanê welatê dilê min. Di evîngehên bênav û nîþan de, bi germahiya dilê evînadarên xewnerojk û xeyalên dûr, ku her tim xewnerojk û xeyalên wan dixemilînin, hembêz bike bedena wan.
Tîna wan bi hesret û bêriya dilê min biþkîne Siwaro. Hêviyên min ji hêviyên wan re bike mizgînî, ku terka jiyanê nekin tu caran.
Siwaro;
Awirekê ji awirên min ên bêguneh bibe û bike mêvanê her du çavên dayika min ên kurmanc. Dayika min a ku neh meh û neh rojan qet mirin neanîbû bîra xwe ji bo bihîstina deng û awazê min û hîskirina hilm û nefesa min. Dayika min a di her hilavêtineke dilê xwe de bi hezaran caran giyanê dide ruha min. Dayika min, ronahiya her du çavên min.
Erê Siwaro;
Dizanim barê te giran e, riya te dûr û dirêj! Bi zor û zehmetiyan tijî ye her gaveke ku tu dê li pey xwe bihêlî. Bes Siwaro, bes bide xatira hilm û nefesa hespê xwe û here hesret û bêriya dilê min di sînga dayika min a dilê min tê de vediþêre bireþîne ku þîn bibin eþq û evînên di þevên tarî de ji bîbikên her du çavên wê hatine dizîn. Û wan çîrokên di paxila wê de veþartî ku ez berdidam ber xewnên zarokatiyê bîne ji min re.
Bi per û bask bikeve weke qulingekî ji qulingên vî welatê xeyalên bêsînor û here ji kaniyên sînga wê ji min re çend dilopên wî þirê zelal bîne ku careke din bi helalî tîna xwe pê biþkînim û mîna xwîna di reh û demarên xwe de ji bo xwe bikim rûbarê jînê Siwaro.
Hey lo lo Siwaro;
Netirse ji evînkujên demê û here bibe mêvanê evîngeha sînornenas û çend rêzikên evînê bîne ji min re li gel wan xewnerojkên ku min di qesra singê wê dîlbera dilê xwe de kiribûn mêvanên her demê.
Siwaro;
Here û ji kolanên bajaran re bibêje ‘li van çiyan her tiþt jiyanê ji nû ve diafirîne û divejîne di nava hilma demê de. Her kêlik dem û dewranek e. Her saet, serdem û zemanek!.. Her bihosteke van çiyayan zindî ye mîna hilma hespê min.
Miriyên van çiyayan jî digerin li van peyarêyan. Ma serê her sibehan kî hiþyar dike ax û avê, ba û êgir?.. Ma kî nizane hilm û nefesa ku li kuçe û kolanên bajaran tên fetisandin li van çiyayan dibin ba û radibin, dibin bager û digerin, dibin bahoz û guh nadin qeyd û bendan?!..’
Here Siwaro, here;
Ji wan heval û hogirên min ên þevên reþ û rojên ronî re bêje ku ez dimeþim li van çiyayan hê. Bi ruheke qasî awirên þervanekî azadiyê azad û bi dilekî qasî rûbarekî geliyên kûr delodîn û herikbar. Ji wan re bêje, ‘westan nikare nêzî Çiyayiyan bibe, û ruha Çiyayiyan nizane rawestan çi ye. Li çiyayan her çavek neynika mirovan e û her mirovek neynika pêþerojeke bêzîncîr e.’
De hadê Siwaro;
Hê roj neçûye ava here wan xeyalên ku min di nava awirên wan zarokên xeyalperest de veþartine bîne ji min re. Û li ber awirên wan ên ku li dijî tang û topan ruhê didin keviran û bi wan kevirên di destê xwe de ruha jiyanê diparêzin bisekine û bi xweziyeke mezin bêje:
Zarokino;
Zarokên ku giyana xwe dikin diyarî
Ji bo xeyalên xwe,
Hûn ne tenê ne serê vê êvarê
Rêwiyên ‘peyarêyên dûr’ jî bi we re ne
Her ku
Li gel hilatina rojê ya ji asoyên çiyan
Heta berbanga sibeke din
Hûn giyana xwe dikin berdêl
Ji bo hilm û nefeseke bêqeyd û zincîr,
Her ku radibe ser piyan ruha we
Li van kolan û meydanan
Ji bo parastina hêviyên xwe
Bi we re ne
Rêvingên azadiyê û xwe digihînin hewara we
Dimeþin ber bi dengê we ve
Û dibin mertal ji xewnerojkên we
Li dijî xewnereþkên demê!..
Dimeþin rêvingên azadiyê
Ber bi çirûskên awirên we ve,
Ber bi deng û awazên we ve,
Ber bi qêrîn û hewara ruh û giyana we ve!..
Bes dimeþin. Bêwest û rawest!..
Dizanin rawestan mirin e. Her tim dimeþin.
Dimeþin li gel berbanga sor
Heta berbangeke din,
Ne guh didin rojê
Ne guh didin demê
Didin pey hev û dimeþin
Ew jî wisa didin pey hev û dimeþin.
Dimeþin
Cot bi cot
Kom bi kom
Ref bi ref,
Ne guh didin þevên bêstêr û heyv
Ne guh didin hilma mirinê,
Ew bixwe stêr in
Û þewqa heyvê
Di nava çavên wan de veþartiye…
Peyarê
Peyarê çiqas zindî ne li van çiyayan. Û zindî çiqas hez dikin ji wan. Awirên lat û zinaran çawa xwe dispêrin þopa li ser eniya wan!..
Ev çiya
Dibînî, her çar dor û milên min çiya ne niha Siwaro. Bejna her tiþtî û her kesî diçeme li ber van çiyayan. Ma kî û çi dikare bibêje ‘ez serbilind im’ piþtî serbilindahiya van çiyayan dibîne?!.. Heke tu ji deþt û bajaran bipirsî heybetê, dê li çiyan binêrin û xweziya xwe bi wan bînin. Heke tu azadiyê bipirsî ji demê, dê berê te bide van çiyayan û keneke azad bireþîne ser her du lêvên xwe. Heke eþq û evînê bipirsî dê hembêza xwe vekin ev çiya ji te re.
Li kîjan alî dinêrim çiya. Û her kendalek Xwedê dizane kanê rojê çend caran dengê dilê azadiyê dibîhîze ji qefesa singê van çiyayan.
Û þev
Þev bêdeng in li van çiyayan
Li ber dengvedana hewara giyana azadiyê!
Stêrk azad in li asîmanê dilan
Av ranaweste li van geliyan
Roj dûr nakeve li van çiyayan
Û Çiyayî dimeþin her tim
Ber bi ‘cîhaneke bêcîhangîr’
Ku tu kes neêþînin
Giyana gul û kulîlkên biharê!..
Looo Siwaro;
Tu qasid î. Guneha qasidan nîn e tu caran. Ew ya tê xwestin tînin cih. De hespê xwe rake çar gavan serê vê êvarê û here bigere li her bihosteke axa welatê min û mizgîniya rojên azad bide her kêlikekê.
Ji bîr neke; here kolanên Amedê û li ber wan bircên belek, li ber hewara Dîcleya rondikrêj a ku bîst û neh caran xwe bi ava behra Wanê þuþtiye û li qêrîna hilma sî û sê evîndaran bigere.
Her qêrînekê bîst û neh caran li wan goristanên zindî biqîre û ji wan miriyên bêkefen re bibêje: ‘Heyyy mirîno, cangorîno, ruhþirîno; hûn nemirî ne. Bawer bikin ku ruh û giyana we niha li çiyayên þahnaz û serbilind di paxila rêwiyên eþq û evînê de mîna dilekî delodîn xwe hiltavê û ruhê dide her bihosteke axê û her dilopeke avê!..’
De bide xatira van rêzikan Siwaro;
Here, ber dilê wî helbestvanê ku bi rondikên asîmanê ruha xwe þerma celadên xwe aniye bisekine, li nava çavan binêre û bi zimanê min jê re bêje bi kêfxweþî û bextewariyeke mezin: ‘Bihar hatiye çiyayên welatê min û mirinê bar kiriye ji mêj de ji vê axê. De were bibîne Ehmed Arif. Ne yek car û bi her du çavan; sî û sê caran û bi bîst û neh çavan!..’ |