|
Car hene mirov li hember hin tiþtan matmayî dimîne û hew nizane çi bike. Ew bûyerên bêhempa dihêlê ku mirov hemû zanabûnên xwe yên berê di ber çavan re derbas bike. Ez behsa zanabûnên kevneþopî yên ku me ji dê-bav û bapîrên xwe girtine. Dema ku bûyerên weha li pêþiya mirov rûdidin, bi gotin, an reflêksek cuda an jî bi bêxemî helwest nîþan dide. Ez niha bêyî ku we xwendevanan bi van gotinên razî re sergêj bikim, eze ji we re behsa du bûyerên cuda cuda bikime û piþt re jî mebesta xwe ya sereke ji hûnandina van hevokan ji we re diyar bikime.
" Bulbul xistin qefesa zêrîn, dîsa got ka welatê min" we stran û helbestên wisa pir gohdar kiriye. Yanî tê wateyê ku bulbul her tim azadiya xwe dixwaze û hewl dide ku ji qefesê rizgar bibe, ku qefes zêrîn be jî, ew ji qefesê ne razî ye. Her wiha jî, tê gotin ku bulbul di nava qefesê de awazên þêrîn û þad naxwîne, ji ber nebûna azadiyê ew her tim bi xemgînî û dilþikestî awazan dixwîne. Ez gotin û metelokên wisa di nava zargotina civaka Kurdan û hemû civakên resen yên din de bi girse girs tên vegotin. Li rex van gotinan jî, dîsa bi bulbul ve girêdayî metelo û mînak tên vegotin. Wek ku bulbul di nava qefesê de evîndar nabin, ta ku koletiyê derbasî çêlikên xwe nekin. Ev hemû nêrînên giþtî û gelemperîne, pir caran ev gotin rast dernakevin. Ne rastbûna wan jî, min bi çavên xwe dît. Eze bi we re jî dîtina xwe par vebikim:
Berî demekê ji bo karekî ez çûbûm cihekî, li wê derê qefesek vala hebû û deriyê qefesê jî vekirî bû. Min bi pêþdîtina xwe texmîn kýr ku van hevalan bulbulek azad kirine. Demek derbas nebû, min dît ku bulbul ji nava daran derket û hat li ber qefesê veniþt û bêy ku raweste derbasî hundir qefesê bû û ji qefesê derneket. Ez li hemberî vê yekê matmayî mam, çawa ev bulbul bixwe firiya û hat kete nava qefesê. Min xwe negirt û pirsa vê ji hevalên xwe kir. Hevalan ji min re gotin ku ev bulbul evîndarê qefesê bûye, heval her sibeh qefesê derdixin derve ta ku bulbul bifire biçe nava daristanan, heta hin caran jî bulbul bi zorê ji qefesê derdixînin û difirînin. Bulbul diçe ser daran, nava gulîzaran û ber kanî û çeman, lê ew dîsa paþve dizîvirê dikeve nava qefesê. Ku deriyê qefesê negrin jî, ew dernakeve. Li ser gotinan hevalan û þopandina min bixwe jî, ez têgihîþtim ku bulbul aþiqê koletiyê ye, ango aþiqê qefesa xwe bûye.
Buyera duyem jî, bi bulbulan ve girêdayî bû. Dîsa jî, ji bona karekî ez çûbûm cihekî, li wê derê qefesek hebû, di nava qefesê de wît-wîta awazên bulbulan bû. Bulbulên renga reng, hin mezin û hin jî hîn çêlik bûn. Derdora 25 bulbulan hebûn. Min ji hevalan pirsyar kir ka wê evqas bulbul çibikin? Bersîva hevalan dîsa ez xistim nava deryayên matmayînê. Wan got: me tenê du bulbul ji xwe re anîn û xistin vê qefesê. Piþtî demekê me dît ku bulbul hêk kirin û çêlik çêkirin û di nava demekê de hêjmara bulbulên di qefesê de pir bûn û her diçin pir dibin. Haaaaa! Min ji xwe re got: "Ka dibêjin ku bulbul di qefesê de aþiq nabin... Lê maþaallah ev bulbulên hevalan aþiq jî bûne, malbat di koletiyê de avakirine û çêlik jî çêkirine..."
Dema ku ez li van herdu bûyeran rast hatim, pirsgirêka me –Kurdan- hate ber çavên min. Min fêmkir ku gelek xalên hevbeþ di navbera me û wan bulbulan de hene. Ne bulbulên ku helbestvan û stranbêj behsê dikin, belam ew bulbulên ku min li jorê behsa wan kirî. Belê, belê pir xalên hevbeþ di navbera me de hene. Hele ku mesele bibe meseleya zimanê Kurdî, ev hevbeþî xurtir dibe. Dibe ku yek ji we bibêje: "ÇÝMA Û ÇAWA?" Me dît ku bulbul çendî ku deriyê qefesê vekirî be jî, ew ji qefesê nafire naçe, ku diçe jî, bixwe paþve dizîvirê. Heman tiþt di warê ziman de ji bona me Kurdan jî derbas dibe. Em weke bulbul aþiqê qefesa zimanê xwe bûne. Belkî salên berê, ango berî 20 salan zimanê Kurdî qedexe bû, zor û zextî li ser hebûn û kesekî nediwêrî ku bi Kurdî biaxive, binivsîne û bikarbîne... Lewra jî Kurdan her zimanê dijminê xwe bikardihanînin. Lê ciwanên Kurd li hemberî vê rabûn, têkoþîn kirin, xwîna xwe rijandin, birîndar bû û bi qasî çiyayan ked dan ta ku gelê xwe, di serî de jî zimanê gelê xwe azad bikin. Evqas sal derbas bûn, derfetên Kurdan pir çêbûn, gelek qedexeyên ku hebûn ji ser ziman û çandê rabûn. Lê Kurdên me, mixabin ku pir pirin û bi taybetî jî yên ciwan, hîn dibêjin: "Ben Kürtçe bilmiyorum... Benimla Türkçe konuþabilirmisin?" way çi þerme, çi fediye û çi ar e!
(Ma çima sen Kurdî Bilmiyorsun genç?)
Bila kesek sedema nezanbûna xwe ya zimanê Kurdî nexe stûyê dewletên dagirkerên Kurdistanê. Ma dewlet nayê di nava malbatê de jî zimanê me qedexe dike? Na welah. Ma dewleta Tirk çûye Ewropa û nahêle ku Kurd bi zimanê xwe biaxivin? Na welah. Ma dewleta dagirker ya Tirk nahêle ku Kurd li TV û Radîyon Kurdî tameþe û gohdarî bikin? Na welah. Wê demê pirsgirêk çi ye? (Ma niye sen Kurdî öðrenmiyorsun?) gelo ma ne þerme ku me bi zimanê xwe naxivin? Em fêm dikin ku berê Kurdan ji Kurdbûna xwe þerm dikirin, lê niha. Niha Kurdetî bûye serbilindiya herî mezin, madem wisa ye, çima zimanê Kurdî nayê bikarhanîn? Çima dema ku du ciwan, yek ji amedê û yek ji Melatiya tên ba hev bi zimanê Tirkan diaxivin? Wê bibêjin ku em Kurdî baþ nizainin lewma em neçar dibin ku zimanê Tirkî bikarbînin di nava xwe de.
Em bi roj her bi zimanê neyar diaxivin, bi þev diçin malê li TV û (bempa Fîlm)ên Tirkî tameþe dikin, heta ez bawerim ku em xewnên xwe jî bi Tirkî dibînin. Gelo ma ev ne ÞÞEERRMMEEEEEEE?
Welahî ÞERMA herî mezine!
Berê di nava Kurdan de kesekî ku zimanên dijmin nezanîba ew weku nezan û paþketî dihat dîtin. Zimanê eyar bi Kurdan evqasî þêrîn bû, ku hew dikarin jê bifiltin. Nasnameya mirov berî her tiþtî bi zimanê wî tê diyar kirin. Ma çawa Kurde lê Kurdî nezane? Wê demê ew dibe nîv Kurd. Kesên ku henekên xwe bi zimanê xwe dikin jî hene. Pir caran hin kesên qaþo (Kurdin) radibin û dibêjin: " Zimanê Kurdî zimanekî þivan û gavanan e, ew ji bo wêje, siyaset û aboriyê re nabe". Di nêrîna min de ev bêxetiyeke herî mezin li ser ZÝMANÊ XWEDAWENDAN e.
Lê ku hin bêjin: "raste em zimanê Kurdî baþ nikarin bikarbînin, lê ev gunehê malbata me ye" wê demê divê ku ew kes îro berî sibeh xwe bavêjin bextê zimanê Kurdî yê þêrîn, lêbûrîna xwe jê bixwazin û çi derfet bibînin bila pê zimanê xwe pêþ bixin. Ez dikarim bi dilekî aram bibêjim ku derfetên fêrbûna zimanê Kurdî pir pir hene. ROJ TV, ME TV, RADÝO MEZOPOTAMYA, AZADÝYA WELAT, ferheng û pirtûkên fêrbûna zimanê Kurdî di holê de ne. Yanî derfet hene, belkî kêm bin, lê wê zêde bibin, tenê dimîne ku Kurd xwedî li zimanê xwe derbikevin.
Þoreþgerên ku xwîna xwe di rêya azadiyê de rijandin, gaziyên ku perçeyên ji laþê xwe feda kirin, gerîllayên ku di bin agirê mirinê de têkoþîn dikin, dîroka me ya þanaz vê yekê ji me dixwazin. Yanî divê em xwedî li nasname û taybetî jî li zimanê xwe derkevin.
Xwedî derketin pir aliye, tenê bi îmzekirina daxwaznameyê zimanê Kurdî bes nake. Ez bi xwe þaþ dibînim ku em zimanê xwe bixwazin. Li gorî min dirûþmeyek wek (Ez Zimanê xwe Dixwazim) kêm û þaþ e! Çima? Ma tu zimanê xwe ji kê daxwaz dikî? Ziman yê teye, ev ziman xwezayê daye te, dîrokê ji te re hîþtiye, ew mîrata Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Seydayê Cigerxwîn û Mîr Celadete, ev ziman xelata þehîdên doza azadiyê ye.
Ma em hêviya ziman ji Tirkan dikin? Ma wê Tirkiyê çi bide me? Ev dewlet tiþtekî nade Tirkan bixwe, ma wê çi bide Kurdan? Wê demê divê Kurd ji kesekî tiþtekî hêvî nekin û hemû tiþtên xwe bi xwe bikin. Ku dewlet dibistanên Kurdî veneke, divê Kurd jî mizgeftan bikin dibistanên ziman û zimanê Tirkî buykut bikin.
Kurdê bi Tirkî biaxive þermezar bikin
Divê em weku çanda axavtin û bikaranîna zimanê Kurdî di nava dil, mejî û ruhê hemû Kurdan de biçînin. Divê li paytexta dilan AMEDê ji bilî peyvên Kurdî, awazên Kurdî çi dengên din neyên. Wê demê em bibin zarokên þîr helal yên xwedawendên pîroz û þanaz. Ev ti car nabe netewparêziya kevnar, ew welatparêziya herî pêþketî û bi rûmet e. Ku em wisa nekin, wê rewþa me ji ya ew bulbulê aþiqê qefesê cudatir nebe...
Deryên qefesa zimanê Kurdî vekiriye, divê êdî ziman bi azad bi asîmanên welat de bifire. |