Min xwest ez bi mebesta salvegera Roja Rojanmegeriya Kurdî ya 110 mîn de çend xalên girîng di nava çepemeniya Herêma Kurdistanê bi we re parve bikim. Li Başûrê Kurdistanê her çendê pêşketin diyar e di warê ragihandinê de hebin jî, mirov nikare behsa rojnemegerî yan ragihandineke azad bike. Başûrê Kurdistanê piştî raperîna sala 1991’î dema xwe ya herî baş jiya, ji ber cara yekemîn bû kurd di dîroka başûrê welêt de derfeta sazkirina saziyên çapemeniyê di bin sîwana azadiyê de dîtin û jiyan, lê mixabin ji ber bêtecrûbetiya partiyên kurdî li başûrê Kurdistanê di warê ragihandinê û cudahiyên di navbêra partiyên li başûr asta tê xwestin di warê ragihandinê de nehat girtin. Di sala 1991’î de û vir ve bi sedan rojname, kovar û bi dehan televizyon herêmî û ezmanî li başûrê Kurdistanê dest bi weşanê kirine û di nava sazî dezgehên weşanê de, car caran rojnamevanî qonaxa herî baş dijiya. Lê bi giştî ne tecrûbeya weşanê bi awayekî diyar xwe dide devre.
Her çiqasî bi pirosêsa têkçûna rêjîma Baasê re li Herêma Kurdistanê rojname û kovarên têne weşandin girêdayî desthilat û partiyan bin jî, ev yek ji bo rojnamevaniya Kurdistanê weke destpêkekê dikare bê nirxandin. Di beweriya min de li başûrê Kurdistanê du xalên sereke yên di ragihandina Herêma Kurdistanê de hene her tim xwe didin pêş. Xala yekemîn ew e ku ez dikarim bêjim sansûr tund nîn e. Nebûna sansûra tund, her çendê tê wê wateyê ku li başûr azadiya ragihandinê heye, lê ev di wetayeke em nikarin bêjin rojanevan azadin, ji ber vê xalê dema nirxandin li ser sansûrê tê kirin mirov matmayî dimine, hem sansûr nîn e, hem jî azadiya ragihandinê nîn e. Ev nakokiya ku derdikeve ji ber ragihandina herêma Kurdistanê serbixwe nîn e ev nakokî tê jiyandin. Raginadin li Herêma Kurdistanê ragihandinên hizbî be, rojname û kovarên derdikevin hemû weke kiraseye ji weciha partiyan e, ev cureya ragihandinê nikare bibe bedîl(ertirnatîf) û nikare ragihandina mixalif derxîne. Xala duyemîn jî nebûna zagona ragihandinê ku rojnamevan karibin di riya vê zagonê re daxweza mafê xwe bikin, her çendê zagona rojnemegeriyê li berdestê perlamana Kurdistanê lê dîsa dereng hiştina vê zagonê cihê rexneyê ye.
Dema rewşa rojanemgeriya kurd li başûrê Kurdistanê li berçavan tê girtin mirov dibîne ku hîn rojnemegeriya kurdî di zikê dayika xwe de ye, yanî tu dikarî bejî hîn nehatiye dinyayê ku weke welatên din rojname karibin bandora li biryaran bikin, an jî biryaran biguherînin. Peywira rojnemevanên kurd di vê mijarê de gelek mezin e, di welatê weke Herêma Kurdistanê de. Her çendê li Herêma Kurdistanê desthilata cihbihikirinê, desthilata qanûndana û desthilata dadweriyê berpirsyar e li hember civakê û guhertinê rojane, hindê jî desthilata çaremîn ragihandin jî xwedî vê erke ye. Pêwîst e rojnemevan di nav dezgeh û cîvakê de karibin bibin bingeha reforman li herêma Kurdistanê.
Rojnamevanên kurd di warê pêkutiyên yekitiya neteweyî de ne xwedî roleke mezin in, lê belê her çendî ev yek cihê rexneyê be jî divê ev weke peywira sereke ya rojnamevan be jî ez dikarim bêjim ev yek hêdî hêdî tê rakirin û hêviya pêşveçûna rojnemegeriyê li Kurdistanê zêde dibe. Weke mînak “çalakiya şiknandina ambargoya li ser Qendîlê, ku ji aliyê komek rojnamevanê herêma Kurdistanê ve hatibû destpêkirin, dîsa piştgiriya ku ji aliyê rojnamevanê başûrê Kurdistanê ji bo çapemeniya azad li bakurê Kurdistanê û piştgiriya sendîkaya rojnamevanê Kurdistanê û xwedîderketina rojnamevanê başûrê Kurdistanê li siyastmedara kurd Leyla Zana bi şandina nameya ji YN û saziyên navneteweyî re. Her çiqas ev çalakî biçûk bin jî, bi wateya xwe çalakiyên mezin bûn û pêwîst e çalakiyên wiha werin destpêkirin.
Weke encam li başûrê Kurdistanê rojnamegerî heye, lê lawaz e, çalakiyên wan hene lê kêm in, rexne heye lê nikarin bibin ragihandineke altirnatîf, ji bo pêşxistina asta rojnamegeriyê ku xilasbûn ji vê rewşê beriya her tiştî pêwîst e ragihandineke sivîl weke alternatîf derkeve pêş. Bi ragihandineke azad û bi rojnemegeriyeke birûmet em dikarin xwe ji bandora ragihandineke bidûvik û girêdayî desthilatê xilas bibin.
|
|