|
Serokomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul, ji bo ku hinekan li Ermenistanê ala wan avêtiye erdê û pê lê kirine nerehet bûye û dibêje; ‘pêl li alê kirin bêhurmetî ye.’ Berê min gotina dayika xwe ya ku ji bo kesên rû û çavên wan ji mirovan naêşin digot ‘rûyê wî lastîka Enqereyê ye’ nivîsîbû, lê çi bikim rayedarên tirk hema hema her roj gotina lastîka Enqereyê tînin bîra min.
Ez nizanim rayedar gel ehmeq dibînin an jî ew bi xwe ehmeq in. Ez bawer nakim li tu derê cîhanê gelekî din qasî tirkan erîşkarê alên xelkê bin. Li dû maçeke futbolê alên xelkê li erdê ne, ala yewnaniyan jixwe bûye paspasa ber derê hemalên kolanên Beyazidê û Taksîmê. Dema ku Serokê Gelê Kurd derketibû Ewropayê paronaya alên xelkê li bin lingan bûbû ji ‘rengê heriyê’.
Tu gel nikare wekî tirkan paronayak be. Her sal bi dehan kurdan ji ber rengên kesk, sor û zer hildigirin digirin binçavan. Li welatê xwe ketin nava hewldanên ku rengê lambeya trafîkê qedexe bikin. Jê were, gava li dû baranê keskesor derdikeve ji bo gel wan rengan nebîne perdeyekê dê bikişînin pêşiya keskesorê.
Weke kes dil naxwaze tu kesek bêhurmetiyê li hemberî sembolên gelekî din bike. Lê li hemberî ev qas qetlîam ev qas hovîtî gelê Ermenistanê aciziya xwe aniye ziman divê ne tirk alan bînin rojevê, divê ji ber wan ev dezgehên bêhurmetiyê nîşanî xelkê dane şerm bikin. Ez sedî sed bawer dikim kesên ku tevlî merasîma bibîranîna qetlîama ermeniyan bûn û pêl li ala tirkan kirin, di bin tesîra dîmenên alên li bin lingên tirkan bûne ‘bildirîk’ (goga gava tu tiliya xwe lê dixe dizivire) mane. Hevalekî digot, di rojên damezrandina Komara Tirkiyeyê de li Stenbolê taybetî bi ermeniyan ala tirk didan daliqandin. Malên ku ne tirk bûn diviya al bidaliqanda. Piştî vê agahiyê gava ku kîjan mala ala tirkan daliqandî dibînim, dibêjim sedî sed ev mal ne tirk e.
Dibêjin qetlîam nebûye. Rûlastîk in. Zarokên ermeniyan ji bo ku neyên kuştin, dayikên me kirin bin pêşa xwe an jî di kadînan de veşartin.
Rûyê wan lastîk e. Heger jê bên dê perdeyeke mezin bikişînin navbera sinorê Tirkiye û Kurdistana Başûr. Ji ber ji deriyê Brahîm Xelîl ve ala kurdan xuya dike, leşkerên tirk ji ber stûxwarbûnê, di nêzîk de dibin waqiayên ortopedîkê.
Her roj di ser gund û bajaran re balafırên tirkan zarokên kurdan bombe dikin. Her roj bi zarokên kurdan gotinên, ’tirk im, jîr im û rast im’ didin gotin, Serokomar Abdullah Gul ji bêhurmetiya ala tirk aciz bûye. Dikarim lîsteya bêesilbûnê û bêrûmetiya tirkan dirêj bikim û dengê xwendevanan jî tê min dibêjin em ji berê ve hinek tiştan dizanin. Ê, wê demê werin em bi hev re strana, ’Oremarê’ bi hev re bistrên: ’Şer e, ceng e, dîlan e, req reqa mertalan e, şûrê destê gerîla...’ |