Cemil Bayık
Cemil BayıkÊrîşên dewletê nîşaneya têkçûna wê ne
Kakşar Oremar
Kakşar OremarSeyîd Rizayê Dêrsimî wiha gotibû...
Erkan Kobanlı
Erkan KobanlıKürdistan'da ki AKP'li belediyeler piyondur!
Selahattin Erdem
Selahattin ErdemYerel seçim
Songül Beyazgül
Songül BeyazgülYine bir Güney klasiği mi?
Ahmet Dere
Ahmet DereErdogan har bûye
Rotînda Yetkîner
Rotînda YetkînerDevşirmeler Insanlığın başına beladır
Mahmut Aslan
Mahmut AslanUslu çocuk olmak
Serbest Rêzan
Serbest RêzanKî Dibêje Başûr bê Deng e?
Günay Aslan
Günay AslanDiyarbakır savaşları
Mehmet Sögüt
Mehmet SögütTekçilik ve Türkiye gerçekliği
Mizgîn Bîngol
Mizgîn BîngolCîhan, Obama û tirk
Cemo Devrim
Cemo DevrimSAVASMALISIN !!!
Kasım ENGİN
Kasım ENGİNOmurgasız Bir Kişilik, Mukallit Erdoğan
Ahmed Aktaş
Ahmed Aktaş‘...(Kurd) derkevin biçin...’
Özgür BİLGE
Özgür BİLGEHa Beyrut kasabi Şaron,ha Kürdistan kasabi Qerdoğan
Fırat Penaber
Fırat PenaberŞiirlerim kadar eski/ kalbim kadar yenisin
Mîr Qasimlo
Mîr QasimloAlastina rastiyên veṣartî (1)
Nurhak Erdal
Nurhak ErdalİKİNCİ 5 KASIM DÖNEMİ
Konuk Yazarlar
Konuk YazarlarDawî nêz dibe, dijmin hartir dibe
Hozan Dîno
Hozan DînoKÜRT MÜZİĞİNİN TARİHSEL DİRENİŞİ
Abdullah Öcalan
Abdullah ÖcalanEn Etkili Birey Herkese Bir Şeyler Verendir
Mihemed ORHAN
Mihemed ORHANDewleta Tirk Hertim Dixwaze Raya Giştî Bi Xapêne
SONGÜL BEYAZGÜL
 SONGÜL BEYAZGÜL ‘Her şehit için bir DTP’li öldürülmeli’
Mahir Deniz
Mahir DenizFELSEFEYE GİRİŞ -17-
Hemîd DILBIHAR
Hemîd DILBIHARŞEVA ÇÛYÎ
Ömer Dilsoz
Ömer DilsozHer însan siwarê hêviyên xwe ye
Ülkem Zeremya
Ülkem ZeremyaEBEDİ KOMUTAN’A
Teman Dep
Teman Dep1 HAZİRAN KADIKÖY MİTİNGİ, ÖLÜM DEĞİL ÇÖZÜM VE MEDYA
Siyamed Sipan Uğurlu
Siyamed Sipan UğurluNobedarên Azadiyê
Ömer Yüce
Ömer YüceAvusturya’nın Graz kentinde Amara Gençlik Festivali heyecanı başladı.
Halil Uysal
Halil UysalEylül…
Hayri Cewlik
Hayri CewlikBir Newrozun Anlattıkları
RC TEC
RC TECBu Haftaki Oyunumuz : Icindeki Dj
Berfîn Dilav
Berfîn DilavYüreğin Aydın yaşamın Yılmaz dı senin
Umut Özgür
Umut ÖzgürGÜNEŞİN GERÇEK SAHİPLERİ
Sedat İnci
Sedat İnciDağlara nakış ettik izlerimizi
Mehmet Mekin Yıkın
Mehmet Mekin YıkınKürt basını üzerine bir kaç söz
Zana-Qenco
Zana-QencoOPERASYON ve GELİŞMELER
Polat Can
Polat CanGERYANEK DI CÎHANA WÊJEYA NÛJEN YA KURDÎ DE
JÊHAT BÊRTÎ
JÊHAT BÊRTÎAnlatılması zor anlar
Rızgar Azad
Rızgar AzadŞaşırmayın; yanlış yapmayın!
İbrahim Güney
İbrahim GüneyEy TC! Senin gücün Kenan Güzel'e yetebilir mi?
Mehmet Alagöz
Mehmet AlagözUluslaşma ve Sanat
Firaz Baran
Firaz BaranBüyükanıt'ın yaptıkları
Hevîdar Munzur
Hevîdar MunzurTîrêjên Roja me îro ji herdemê geştirin
Argeş Arjin
Argeş ArjinGençlik eyleme, zafere....
Remzi Zilan
Remzi ZilanÖzgürlüğün Dili: ÇIĞLIK !!!
Cudi Arif
Cudi ArifÖzlemin patikalarında

 
Partiya Sîwan



Yazar Adı: Cemil Bayık


Yazarın Tüm Yazıları

Eklenme Tarihi: 28.04.2008 Saat: 14:34

Divê gotina hestiyarkirina dewletê ji bo demokrasiyê û gotina kûrkirina demokrasiyê neyê tevlîhevkirin. Ya girîng ew e ku divê bi şîroveyeke bi heman wateyê girîngiya van gotinan bê dîtin. Lê belê ev dibe sedema şaşiyên cidî jî. Gotina hestiyarkirina dewletê ji bo demokrasiyê û gotina kûrkirina demokrasiyê, hem du gotinên ji hev cuda ne hem jî du gotinên ku li dijî hev in û hev bê wate dikin jî nîn in.

Ev mijarên wisa ne ku divê di çarçoveyekê de bêne nirxandin. Rêber Apo bi pirtûka xwe ya bi navê ‘Parastina Gelekî’, mijara hestiyarkirina dewletê ji bo demokrasiyê û gotina kûrkirina demokrasiyê têra xwe ronî kiriye. Li vê derê bêyî ku destûrê bide nirxandineke cuda, nêrîna xwe bi awayekî aşkera diyar kiriye. Hestiyarkirina dewletê ji bo demokrasiyê, dewletê ji aliyên otokratîk û dîktatoryal rizgar dike. Ji bo ji pêşiya kûrbûna demokrasiyê bê rakirin, tê wateya amadekirina şert û mercên ji bo rakirina wê ku her roj rola xwe wenda dike.

Kûrbûna demokrasiyê jî ji vê cuda ye. Civak bê dewlet û bêyî ku hewcedariya xwe bi dewletê bîne, li ser esasên komûnan jiyana xwe organîze dike û bi riya meclîsan rêxistibûna xwe pêk tîne. Kûrbûna demokrasiyê li ser dînamîkên xwe, têrbûna cewherî û parastina rewa wekî faktorên sereke dertên pêş. Bi gotina Rêber Apo avakirina demokrasiyê ya bê dewlet û di vê çarçoveyê de ji nû ve avakirina civakê. Gelê me bi pêşeng û hêzên parastinê yên rewa û bi berxwedana xwe ya bi rûmet, ji bo avakirina civakeke nû xwedî hemû şertên pêwîst e. Bandora têkoşîna azadiyê ya 35 salan a li ser civakê, bûye sedem ku bandora belavkirina taybetmendiyên dagirkeriyê ji ser rabe û derfetên ji nû de afirandina civakê derxistine holê.

Gelê me ketiye nav şêwegirtina çandeke nû û gihîştina hêzeke wisa ku sazbûna xwe ya cewherî ava bike. Di rewşa niha de wezîfeya li pêşiya gelê me ew e ku vê pêşveçûna li dijî veguherîne bike ji nû ve avakirina civakê û sazîbûnê. Gelê me ji bo bigihîje hêza pêşxistina demokrasiya bê dewlet, bi serê xwe di nav de têrbûn hebe jî, divê bi faktorên din jî bê destekkirin û ji bo temambûnê bê amadekirin. Girîngiya hestiyarkirina dewletê ji bo demokrasiyê ji vê yekê dertê holê. Dewlet çiqas ji bo demokrasiyê were hestiyarkirin, astengiyên li pêşiya demokratîkkirina civakê jî ji holê wê bên rakirin. Eger dewlet ji bo demokrasiyê neyê hestiyarkirin, ev tê wateya zêdetir pirsgirêk û şeran.

Li Tirkiyeyê rastiya li ber çavan jî ev e. Li pêşiya pêşxistina hestiyarkirina dewletê ji bo demokrasiyê astengiyên mezin hatine danîn. Li Tirkiyeyê sedema dijwarbûna şerê di navbera hêzên bingehîn yên demokrasiyê kurd, kedkar, hemû bindest û desthilatdaran de ji ber vê sedemê ye. Rêber Apo tîne ziman ku kurd bê alternatîf nîn in. Yek dewlet û du demokrasî, forma yek dewlet yek demokrasî, di vê rastiyê de îfadeya xwe dibîne. Lê belê gelê kurd tercîha xwe kiriye. Hestiyarkirina dewletê ji bo demokrasiyê, di nav daxwaza gelê kurd de cîhê xwe û girîngiya xwe diparêze. Çawa kûrbûna demokrasiyê bi têkoşîna ji bo wê tê dayîn pêk tê, bi heman rengî hestiyarkirina dewletê ji bo demokrasiyê têkoşîneke wiha hewcedar dike. Li Tirkiyeyê kevneşopiya têkoşîna gel a ku di vê riyê de bidestxistin tîne. Pêvajoya di navbera 1970-1980’î de di vê çarçoveyê de bi destkeftiyên girîng tije ye. Pêşxistin û parastina van nirxan ji aliyê hêzên demokrasiyê ve li gor dihate xwestin bi cih nehatiye û qelsî derketiye holê. Lê belê ev nayê wateya ku ev kêmasî nayên derbaskirin. Deskeftiyên gelê me ku ji bo kûrkirina demokrasiyê têdikoşe, wê hêz bide têkoşîna demokrasiyê ya li Tirkiyeyê jî. Ji bo vê yekê teqez divê gavên ber bi çav bêne avêtin. Rêber Apo ev demeke dirêj e, balê dikişîne ser Partiya Sîwan a li Tirkiyeyê. Rêberê me tîne ziman ku di partiyeke wisa de ku bê sazkirin di serî de kurd divê di hêzên demokrasiyê de cih bigirin. Forma Partiya Sîwan ku Rêber Apo bi israr li ser disekine, di demokratîkkirina Tirkiyeyê de yek ji gavên herî girîng e. Partiya Sîwan ku bê avakirin, ji bo yekitiya hêzên demokrasiyê ku heya îro dihate xwestin û ji bo pêkhatina yekitiya kurd û tirkan wê bibe gaveke berbiçav. Di vê çarçoveyê de Partiya Sîwan ku bê avakirin, di serî de ji bo gelê kurd û tirk, ji bo hemû kedkaran wê encamên erênî derîne holê. Ji bo avakirina Partiya Sîwan gelê kurd projeya xwe ya li ber çav aşkera daniye holê û jidilbûna xwe nîşandaye. Kurdan aniye ziman ku Partiya Sîwan ji nêzîkbûna partiya klasîk cuda digirin dest. Pirsgirêk ew e ku hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê, divê li hemberî gavên ku gelê kurd avêtine, ew jî gavên pêwist biavêjin. Li vê derê xala girîng ew e ku divê empatî û aliyên hevpar derkevin pêş.

Li Tirkiyeyê tecrubeya hêzên demokrasiyê ku heya îro jiyane heye. Îro baş tê fêmkirin, hêzên demokrasiyê ji ber çi sedeman nayên cem hev û bi afirandina pirsgirêkên çêkirî çawa anîne dijberî hev. Êdî tehemula gelê kurd, tirk û kedkaran li hemberî nehatina cem hev ya hêzên demokrasiyê û bi taybetî li hemberî nelîstina rolên wan, nemaye. Partiya Sîwan a bê avakirin, di vê wateyê de ji bo hêviyên gelên kurd û tirk û kedkaran wê bibe bersivek. Gelê me di têkoşîna pêşxistina kûrkirina demokrasiyê de, bûye xwedî destkeftiyên girîng. Lê belê pêşxisitina hestiyarbûna dewletê ji bo demokrasiyê, hê jî li pêşiya me wekî wezîfeyekê sekiniye.

1'ê Gulanê ku di qada navneteweyî de wekî roja kedê hatiye qebûlkirin nêz dibe. Ev roj bi xwîn û xwêdana kedkaran û kîmyaya biratiya gelan bûye xwedî wateyeke dîrokî. Di van rojan de ku em dikevin 1'ê Gulanê ya nû wekî Rêber Apo jî dibêje, ji bo pêkhatina ber bi çav a biratiya gelên kurd û tirk û kedkaran, gavên ku ji bo avakirina Partiya Sîwan bêne avêtin, ji her demî zêdetir girîng e. Ev dê ji aliyekî ve ji bo kûrkirina demokrasiyê xizmetê bike û ji aliyê din ve jî wê hêzê bide pêxistina hestiyarkirina dewletê ya ji bo demokrasiyê. 1'ê Gulanê ku rihê tekoşîna hemû kedkarên cîhanê yê yekitî û piştgiriyê temsîl dike pîroz dikim!


YAZDIR Yazdır     Yorum Ekle Yorum Ekle
(Not: Yorum sadece üyeler tarafından yazılabılınır. Yazılan yorumlar yönetim tarafından onaylanmak için beklemeye alınıyor.)
 
Seçenekler
   Çıktısını Al
   Arkadaşına Yolla
   Köşe Yazılarına Dön

Arşiv
·Êrîşên dewletê nîşaneya têkçûna wê ne
·Gelê me wê bersiva wî bidê
·Dilsoziya kurdan a ji bo Rêber Apo nepîvin
·‘Zîrveya Terorê’
·Li dengê xwe xwedî derkevin
·Komploya Navneteweyî didome
·Çare: Bêtir pêşxistina hêza gel a siyasî ye
·Îlana şerê giştî
·FINDA DEREWÎNAN
·Ji bo aştî û pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk

© 2004 Rojaciwan.com
Bütün HaberlerTürkce HaberlerNuceValid robots.txt


English: All the comments, articles and other contents are property of their owners.
German: Die Artikel und Kommentare sowie Foren- und etwaige Chatbeiträge und alle anderen Inhalte sind Eigentum der Autoren.
Turkish: Rojaciwan sitesi özgür bir tartışma platformu olup, sitemizde yayınlanan bütün yazılardan, yorumlardan ve hernevi multimedia dökümanlarından sahipleri sorumludur.


Sayfa Üretimi: 0.357 Saniye
SQL: 26
Rojaciwan Theme by Rojaciwan Webtasarim.