Îro bi hezar qolincên li ber zayinê me. Qolincên ku di êşa xwe de ewê bedewiya zayîna nûbûnekê ava bike. Qolincên ku awir li hêviya westandina wanin. Xwedî qolincên ku azaran di betilîne bi sincirandina xwe ya şewat. Ev qolincên ku ev bi salane di paytexta dilê xwe de mezin dikim, qolincên bêzariya dîrokek ku herdem tê de zarok çav bi hêsirin, ku herdem tê de ji xwe dûrbûn mêvandariyê ji mere dike, dîrokek ku rastî mêvanekî ne vehewandiye û derew mahzûbantiyê ji malê re dike.
Bi van qolincan azaran di dergûşa bêzariya dilê xwe de mezin dikim. Axx ji keseran bilorîne dilo. Dagre newalên bîrinanên min bi kederan! Neqşê rûkeniyê ji min bidize û giriyên awirên belengaz li min bi civîne! Bifetisîne di hestiran de rûkeniya min!
Qolincên li ber teqînê qolincên li ber zayînê; hesretiya şaxvedana rojê ye.
Ez ê biteqim bi van qolincên ku êdî dîrok jî ewê çavê xwe li ber min bigre. Ji ber ku mêvanê derewan veguheriye qolincên li ber zayînê…
Ev qolincên li ber zayînê, qolincên bêzariya welatekî, qolincên bêzariya gelekî ye, qolincên bêzariya civakekê ye, qolincên bêzariya çandekê ye, qolincên bêzariya zimanekî ye.
Ev qolinc keda ostayê mezin e. Ev qolinc tîna roja giravê ye.
|
|