Mizgîn Bîngol
Mizgîn Bîngol'PKK xilas dibe, ew ê xilas bibe'
Erkan Kobanlı
Erkan KobanlıHem KATİL, Hem ŞAKACI
Abdullah Öcalan
Abdullah ÖcalanÜveyş Ana; Ana Tanrıça Kültürünün soylu sesi!
Mehmet Sögüt
Mehmet SögütKürtçe Rock’un İkinci Kilometre Taşı: Koma Rewşen
Nurhak Erdal
Nurhak ErdalKirli savaş başlıyor
Günay Aslan
Günay AslanKatil Kahraman...
Ömer Dilsoz
Ömer DilsozTêkiliya jêrhiş û xewnê çi ye?
Mahmut Aslan
Mahmut AslanTC'de Siyasal sistem
Teman Dep
Teman DepÇatı partisi,Mantı partisi ve çatı katı
Kasım ENGİN
Kasım ENGİNKürdistan Gerillası ile Türkiye Emek Cephesi el ele
Ahmet Dere
Ahmet DereÎmaja Tirkiyeyê
Cemil Bayık
Cemil BayıkRejîma şerê taybet dijminê gelê tirk e jî
Kakşar Oremar
Kakşar Oremar1ê Gulanê û Rewşa Karkeran li Îranê…
Siyamed Sipan Uğurlu
Siyamed Sipan UğurluQolincên li ber zayinê…
Ahmed Aktaş
Ahmed Aktaş23 Nîsan û zarokên kurdan!
Ülkem Zeremya
Ülkem ZeremyaDAĞLARIN AŞIĞI’na...
Serbest Rêzan
Serbest RêzanÇend têbinî ji ragihandina Başûr
Selahattin Erdem
Selahattin ErdemCESARET
Rotînda Yetkîner
Rotînda YetkînerDüşünceler Yaşamı Yönlendirir ve Yaşananlar Sanata Yansır.
Hemîd DILBIHAR
Hemîd DILBIHARSiwaro..
Halil Uysal
Halil UysalEylül…
Mîr Qasimlo
Mîr QasimloSeîs wiha got: Em ê gazî vebêj bikin
Fırat Penaber
Fırat PenaberADINA BAKMADAN KIRDILAR ELLERİMİ
Hayri Cewlik
Hayri CewlikBir Newrozun Anlattıkları
RC TEC
RC TECBu Haftaki Oyunumuz : Icindeki Dj
Cemo Devrim
Cemo DevrimHERKES DÜŞLERİNİN BÜYÜKLÜĞÜ KADAR ÖZGÜRDÜR ...
Berfîn Dilav
Berfîn DilavYüreğin Aydın yaşamın Yılmaz dı senin
Konuk Yazarlar
Konuk Yazarlar8 MART DÜNYA EMEKÇİ KADINLARINA KUTLU OLSUN
Umut Özgür
Umut ÖzgürGÜNEŞİN GERÇEK SAHİPLERİ
Sedat İnci
Sedat İnciDağlara nakış ettik izlerimizi
Mehmet Mekin Yıkın
Mehmet Mekin YıkınKürt basını üzerine bir kaç söz
Songül Beyazgül
Songül BeyazgülVicdani Ret
Zaza Şahan
Zaza ŞahanYeni Yıl Kürdistan’in Özgürlüğüne Vesile Olsun
Zana-Qenco
Zana-QencoOPERASYON ve GELİŞMELER
Polat Can
Polat CanGERYANEK DI CÎHANA WÊJEYA NÛJEN YA KURDÎ DE
Ömer Yüce
Ömer YüceHerşey kendisini Gençlik Şahsında Üretir
JÊHAT BÊRTÎ
JÊHAT BÊRTÎAnlatılması zor anlar
Hozan Dîno
Hozan DînoBin Umut adayları
Rızgar Azad
Rızgar AzadŞaşırmayın; yanlış yapmayın!
İbrahim Güney
İbrahim GüneyEy TC! Senin gücün Kenan Güzel'e yetebilir mi?
Mehmet Alagöz
Mehmet AlagözUluslaşma ve Sanat
Firaz Baran
Firaz BaranBüyükanıt'ın yaptıkları
Hevîdar Munzur
Hevîdar MunzurTîrêjên Roja me îro ji herdemê geştirin
Argeş Arjin
Argeş ArjinGençlik eyleme, zafere....
Remzi Zilan
Remzi ZilanÖzgürlüğün Dili: ÇIĞLIK !!!
Cudi Arif
Cudi ArifÖzlemin patikalarında

 
1ê Gulanê û Rewşa Karkeran li Îranê…



Yazar Adı: Kakşar Oremar

Yazar İletişim: kakshar_oremar@yahoo.de


Yazarın Tüm Yazıları

Eklenme Tarihi: 6.05.2008 Saat: 00:24

Kalekî pîr û westiyayî ji karkeriya rojane bi şile- şilî derî vekir û ket hewşa malê. Ji dûrve bi dîtina rûyê wî mirov sed êş û elem di rûyê wî da dibîne. Keç û jin ji malê derdikevin. Li bin dîwarê hewşê bi hevre rûniştin. Keça ciwan bi keneke tejî hîvî çayekê ji bavê xwe re tîne û dibêje:” babo îro xwediyê xanî hatibû û kiraya malê dixwest…” wê rojê ev xebera duyê bû ku êşek mezin xistibû riha wî. Xwediyê kargehê jî berê sibê jere gotibû:” Ji meha bê û pêde pêwîstiya me bi te tune…”.
Kalê 70 salî bi wan destên xwe yên pînekirî û birîndar bêdeng li dîwar dinêrî. Çaya wî sar bû û nedizanî çi bêje.
Di rewşeke wiha da wî dizanî kû li Îranê debara jiyana jin û çar zarokan karekî hêsan nîne. Ji xwe pirsî:” çi bikem, em di agirê jiyanê de disojin û debarê dikin…”
Ji aliyekî peydakirina nan û ji aliyê din jî amadekirina cihêza keça ciwan weke çiyayekî hatin ber çavê wî. Hemû meaşê wî 230.000 tomenê Îranîye, lê kiraya malê bi tena serê xwe 130.000 tomene. Ê… ka kesekî wiha kîjan derdê jiyanê derman bike…!?.
Wî heya niha bizehmet karîye kirêya malê bide, lê nizane ka yê çawa diravê kirîna cihêzên keça xwe jî peyda bike. Bi hîvî û êşa zehmetiyên jiyanê ti ronahiyek li ber xwe nedidî.
Ji sala 1979an heya niha neh dewlet di bin siya komara îslamî ya Îranê da hatine ser kar. Lê heya niha û heta di çaxê şerê Îran û Îraqê da jî gel evqas bi zehmetiyên jiyanê re rû bi rû nemane. Fabrîk ji aliyê aborî ve rastî şikestê hatine, bi hezaran karker ji kar hatine avêtin û serbarê tevaya vana bi hatina dewleta Ehmedînejad re jî giraniya pêwîstiyên rojane pişta çîna karker tewandiye. Li rojhelatê Kurdistanê rewşeke wiha gelek xerabtir e jî. Çimkî li Kurdistanê kêm nine karkerên ku sê-çar mehan meaşê xwe ji xwediyê fabrîkê nestandine. Hiqûqê wan yê mehane jî têrî daxwazên wan yê jiyana rojane nake. Nebûna îmkanên dermanî û hevkariya dewletê di warê xizmetgozariyên civakî da jî sinorê feqiriyê di nava çîna karker da çiqas ku diçe nêzî xêza sor dike. Dewleta Ehmedînejad di siyaseta xwe ya aborî da serkeftî nebûye. Ew niha neçşar mane ku fabrîkên dewletê bifiroşin sermayedarên dewlemend û karekî wiha bûye sedem ku mesafa di navebra çînên civakê da jî sal bi sal zêdetir bibe. Feqir û hejar sal bi sal feqîrtir û dewlemend û xwedî kapital jî çiqas ku diçe dewlemendtir dibin.
Kesên ku ji mafê karkeran jî parêzvaniyê dikin bi giranî rastî hêrişên dewletê tên. Tên girtin, şikence kirin û di encamê da jî ji kar tên derxistin. Vê siyaseta dewletê tirs û wehşeteke mezin xistiye nava çîna karkerên Îranê. Berî pênc salan Mensûr Isanlo yek ji rêberên sendîkaya şirketa bi navê Vahid hat girtin û heya niha jî di girtîgeha Êvîn(li Tehranê) girtîye. Hemû guneha wî jî ew bû ku li ser mafê karkeran dijberiya xwe dabû xuyanîkirin. Herwiha Mehmûd Salihî çalakvanê karkeriyê li Kurdistanê ji yekê Gulana sala derbasbûyî heya niha girtiye û yazde kes ji hevkarên wî jî rastî şikenceyên giran hatin. Li Îranê kovar û rojnameyên weke Rahê Ayendêh(rêya paşerojê) ku li ser pirsgirêka karkeran dinivîse, rastî qedexe û sansurê tên.
Dibêjin stûna aboriya her welatekî çîna karkerin. Lê li Îranê rastiyeke wiha nayê dîtin. Istrês û pirsgirêkên çîna karker wisa zêdene ku aboriya Îranê nexweş kirine. Dema hêza mejiyê karkerên welatekî wiha bê felckirin, gelo ew çawa dikarin afirandkar bin û li ser pêşketina aboriya welat hemû hêza xwe bikar bînin?!
Rewşa Îranê di roja îro da li cîhanê tevlîheve. Şerekî hemû cîhanê li dijî Îranê mumkine biqewime. Belkî armanca rayedarên Îranê ji vê siyaseta çewt(feqîrmayîn û bêîmkaniyên çîna karker) ewe ku gel hejar bimîne û di wî şerê ku li hemberî xwe dibînin, hingî hêza wan bikar bînin. Çimkî di rewşa birçîtiyê da karker neçar dimînin ku dest bavêjin her karekî.

YAZDIR Yazdır     Yorum Ekle Yorum Ekle
(Not: Yorum sadece üyeler tarafından yazılabılınır. Yazılan yorumlar yönetim tarafından onaylanmak için beklemeye alınıyor.)
 
Seçenekler
   Çıktısını Al
   Arkadaşına Yolla
   Köşe Yazılarına Dön

Arşiv
·Înkar û Fermana Kurd û Ermeniyan
·Me bi riya te şêrên çiya nas kirin
·Enfal an jî Fermana Kurda li Başûrê Kurdistanê…
·Qazî Mihemed û saeta dawiya jiyanê...
·Dîmenên Newrozê û demokrasiya T.C
·Qehremanê Millî: Mazlum Dogan
·Bajarê bêmiradan: Helebçe
·Roniya me: ROJ TV
·Her bijî gerîlayên Qehreman
·Ji Jîr Dilovan re...

© 2004 Rojaciwan.com
Bütün HaberlerTürkce HaberlerNuceValid robots.txt


English: All the comments, articles and other contents are property of their owners.
German: Die Artikel und Kommentare sowie Foren- und etwaige Chatbeiträge und alle anderen Inhalte sind Eigentum der Autoren.
Turkish: Rojaciwan sitesi özgür bir tartışma platformu olup, sitemizde yayınlanan bütün yazılardan, yorumlardan ve hernevi multimedia dökümanlarından sahipleri sorumludur.

Sayfa Üretimi: 0.056 Saniye
SQL: 26
Rojaciwan Theme by Rojaciwan Webtasarim.