|
Serokdewletê DYA’yê George Bush ji bo PKK’ê gotina; “Dijminê DYA, Tirkiye û Iraqê ye” bi kar anîbû. Paþê jî Serokomarê Îranê Ehmedînejad gotinên Bush jê deyn kiribûn û gotibû, “PKK dijminê Îran û Tirkiyeyê ye”. Bêguman ev peyvên hatine bikaranîn, ji demagojiyeke bêteþe wêdetir nîn in. Lê rastî ji vê yekê cudatir e. PKK’e ji bo yên dixwazin bibin dostê wê, dostê herî rastî ye û tevgera di cîhanê de ya herî mirovperwer e.
Pratîka wê ya heta niha ev yek gelek caran piþtrast kiriye. Li ku dera cîhanê hatiye dîtin ku hêzek tevî êrîþên ev qasî tund yên li dijî xwe jî di helwesta aþtiyê de ev qasî israr dike. Bi rengekî ku li tu derê cîhanê tune ye PKK’ê tevî her tiþtî jî helwesta xwe ya ji bo aþtiyê parastiye û aþtî xistiye pîvana bingehîn. Hem jî di demên ku þerê dijwar pêk tê de vê yekê dike. Heta ev rastî neyê dîtin ji bo PKK’ê gotinên, “dijminê vî ye, dijminê wî ye” dikarin bên bikaranîn. Lê yên tên jiyîn berevajiya vê yekê piþtrast dikin, her wiha baþ radixin ber çavan ka kî dijminê kê ye.
Di 1’ê gulana 2008’an de tiþtên hatin jiyîn yek ji mînakên berbiçav yên vê yekê bûn. Di 1’ê gulana 2008’an de li ber çavan hate raxistin ku rejîma þerê taybet mîna ku dijminê kurdan e, her wiha dijminê gelê kedkar ê Tirkiyeyê jî. Di 1’ê Gulanê de hêzên þerê taybet êrîþî kedkarên Tirkiyeyê û kurdan kirin. Ev ne tesadûf e. Di serî de sibeha 1’ê Gulanê li Stenbol û Enqereyê êrîþî kedkarên Tirkiyeyê kir, di heman rojê de li hemberî Qadên Parastina Medyayê di saetên êvarê de bi desteka hêzên bejayî êrîþên hewayî pêk hatin. Wateya vê yekê û peyama tê dayîn vekirî ne. Rejîma þerê taybet, nîþan da ku ew kedkarên Tirkiyeyê û gelê kurd ji hev cuda nake. Di 1’ê Gulanê de nîþan da ku ew ê destûrê nede hevkariya kedkarên Tirkiyeyê û gelê kurd û israra xwe ya ji bo vê yekê nîþan da. Peyama ku hatiye dayîn bi vê yekê ne bi sînor e. Nîþan daye ku ew ê derfetê nedin rojên Newrozê yên ji bo gelê me tên wateya þoreþa azadiyê li Tirkiyeyê jî bên jiyîn.
Di rojên Newrozê de gelê me kolan azad kirin, hêz û rewabûna xwe derxist holê. Rojên 1’ê Gulanê ji bo Tirkiyeyê dê rojên azadkirina qadan îfade bikira. Rejîma þerê taybet di roja 1’ê Gulanê de bi êrîþên li kedkarên Tirkiyeyê û yên li hemberî Qadên Parastina Medyayê, helwesta xwe ya li hemberî gihîþtina hev û azadbûna kedkarên Tirkiyeyê û gelê kurd raxista ber çavan. Yên ku di 1’ê Gulanê de li ber ekranên TV’an rûniþtin, bûn þahid ka rejîma þerê taybet çiqasî dijminê kedkaran tirk e. Ev dîmen bi rojan li ser ekranan hatin nîþandan. Her çiqasî hate hewldan van dîmenan berevajî nîþan bidin û li gorî xwe di hiþ û mêjiyê mirovan de tabloyekê biafirînin jî, ji derketina holê ya rastiyê re nikarin bibin asteng. Di dîmenên li ser ekrana da xuya kir ku hêzên þerê taybet ên bi êrîþên li hemberî kedkaran bi sînor neman, heta bi turîstên li wan deran digeriyan êrîþî her kesî kirin. Pêwîst e dîmenên di ekranan de xuya kirin baþ bên þopandin û encam ji wan were derxistin. Di serî de kedkar, demokrat û þoreþgerên Tirkiyeyê divê encamê jê derxin. Di nava gelê Tirkiyeyê de tiþtekî wisa nîþan didin; mîna ku rejîma þerê taybet tenê li dijî kurdan e, li dijî kurdan þer dide meþandin. Na ne wisa ye. Mîna ku rejîma þerê taybet mîna li dijî kurdan þerê taybet dimeþîne, ev qasî jî li dijî gelê Tirkiyeyê jî dimeþîne. Yên di 1’ê Gulanê de li ekranên televîzyonan temaþe kirin ev rastî dîtin.
Beriya 1’ê Gulanê bi rojekê meydana Taksimê dorpêç kirin. Roja 1’ê Gulanê jê hêzên dewletê yên rûyê wan bi mask e, di destekî wan de mertal, di destê din de cop, li ser wan cilên zirxî hêzên dewletê yên diþibiyan hovên di filmê tirsê de meydan tijî kirin. Van bi copên di destê xwe de êrîþî yên di wir re derbas bûn kirin û bombeyên gazê avêtin. Li ser wan bombeyên gazê nivîsa, “bikarnanîna van bombeyên gazê ya di bûyerên civakî de qedexe ye” hatibû nivîsandin. Disa jî bikaranîn û sûcekî þer kirin. Ji panzêrên polîsan boyax û ava bi tazyik avêtin. Terokeke mezin meþandin. Bi vê yekê, rejîma þerê taybet rastiya ku dijminê kedkarên tirk e jî raxiste ber çavan. Hezkirin û nedijminbûyina hêzên þerê taybet a ji bo gelê kurd û kedkaran mumkûn nîn e. Ji ber taybetmendiya xwe wisa ye. Beriya hingî jî bi “Qanûna Ewlekariya Civakî” heman rûyê xwe yê rastî nîþan dabû. Hemû kedkar weke dijmin hatin îlankirin û hatibû aþkerakirin ku wan mîna “pêxwas”an dibînin.
Divê ev rastî bê dîtin û gelê Tirkiyeyê li hemberî rejîma þerê taybet helwesta xwe destnîþan bike û têkiliya xwe ya bi gelê kurd re di ber çavan re derbas bike û bikeve nava hewldanên sererastkirinê.
Rejîma þerê taybet, mîna dijminê gelê kurd e, her wiha dijminê tirkiyeyiyan e jî. 1’ê Gulanê ev yek nîþan da. Kedkar jî di daxwaziya herî biçûk de, li hemberî astengî û hêza tunekirinê ya dewletê re rû bi rû dimînin. Tiþtên bi edebiyatên “Niþtîman-Milet” tê kirin, gotinên tê gotin ji xapandineke bêteþe û demagojiyê pêde ne tiþtekî din e. Desteka didin dewletê di encamê de werdigere hêzeke li hemberî wan tê bikaranîn. Pêwîstiya ku li gorî vê rastiyê tevbigerin aþkera bû.
Rêber APO gelek caran bal kiþand ku þerê qirêj-taybet mîna ku li hemberî kurdan tê meþandin, di heman astê de li hemberî gelê tirk e jî. Li ser bingehê vê rastiyê jî ji bo avakirina yekitiya gelê kurd û tirk hemû hêza xwe bikaranîn. Di 1’ê Gulanê de êrîþên rejîma þerê taybet ên li hemberî kedkarên tirk û Qadên Parastina Medyayê, piþtrast dike ku tespîtên Rêber APO çiqasî di cih de ne û bicih anîna pêwîstiya van tespîtan aþkera dibe. Rêber APO balê diþîne ser girîngiya avakirina partiya sîwan a hevkariya kedkarên Tirkiyeyê û gelê kurd ava bike. Destnîþan dike ku êrîþên li hemberî kedkarên Tirkiyeyê û gelê kurd tenê bi vî rengî dikarin bêne pûçkirin û têkoþîna demokrasiyê dikare bi vî rengî bigihêje serkeftinê. Mîna berpirsyariya li hemberî gelê kurd, berpirsyariya xwe ya li hemberî gelê Tirkiyeyê jî bi rengekî zelal îfade dike.
Bêguman ên ne li dijî gelê kurd û gelê Tirkiyeyê ne dê vê banga Rêber Apo li ber çavan bigirin û helwesteke li gorî vê yekê nîþan bidin.
Aþkera bû ka kî dijminê gelê tirk û gelê kurd e. Divê neyê jibîrkirin mîna ku PKK’e pêþeng û parêzvanê gelê kurd e, tekane dostê gelê Tirkiyeyê ye. Dijminê rasteqîn ên gelên Tirkiyeyê û gelê kurd rêveberê þerê qirêj û taybet in.
Tiþtên di 1’ê Gulanê de hatine jiyîn ev rastî careke din piþtrast kir. |