|
Meha nîsanê de (09.04.2008) li paytexta Ewropa Brûkselê bûroyeke bi navê « Navenda Stenbolê » hate vekirin. Armanca vê bûroyê ew e ku bala ewropiyan bikêşîne ser tûrîzma Tirkiyeyê. Ji bo vekirina vê ofîsê pir parlementer, şaredar, rojnamevan û nivîskarên tirk hatibûn Brûkselê. Li gorî ku hate ragihandin hin rayedarên ewropî jî tev li merasîma vekirinê ya vê bûroyê bibûn. Ji wê rojê vir ve di kolanên vê paytexta ewropî de panoyên pir mezin hatine daliqandin û reklama cihên tûrîzmê tê kirin.
Dema mirov li panoyan dinêre Tirkiye weke welatekî pir demokratîk, asayî û ewle tê dîtin. Rengê Tirkiyeyê yê di panoyan de xweş û geş dixûyê. Lê belê ewropî tenê li panoyan nanêrin, ew her roj bi riya internetê û televîzyonan rewşa welatê ku dixwazin biçin lê bigerin dişopînin. Bûyerên ku li Kurdistanê diqewumin û ên roja Yekê Gulanê di pir malpereyên internetê de û di televîzyonên ewropî de pir hatin weşandin, heman rewş hê jî berdewam dike.
Ji destpêka sala 2008’an vir ve îmaja Tirkiyeyê ji aliyê raya giştî ya ewropî ve tê zanîn. Ez bawerim pir deverên din ji parzemîna Ewropayê cudatir nîn in. Bi zêdebûna bûyerên siyasî ku li vî welatî diqewumin ve girêdayî roj bi roj heman îmaj xerabtir dibe. Her roj, mirov dikare agahiyên neyênî, yên der barê Tirkiyeyê de di rojnameyên biyanî de bixwîne.
Ne zelaliya der barê Tirkiyeyê de di nava saziyên ewropî de jî tê dîtin. Li gorî ku ez dişopînim, di hemû platformên ku mijara wan Tirkiye ye rexne û analîzên neyênî tên kirin. Bûrokratên tirk ku li Ewropayê wezîfedarin neçar in ku berpirsyartiyên xwe bînin cih. Ev belengaz dixwazin îmajekê baş bidin xûyakirin lê belê bi pînekirinê jî tişteke çê nabe.
Çendî hukumeta AKP’ê hebe jî, di rastiyê de li vî welatî tu hêza ku ji gelên Tirkiyeyê re nûnertiyê dike tune. Hemû partî û saziyên tirk ketine nava hewldanên parastina berjewendiyên xwe. Îmaja xerab a Tirkiyeyê ji bo tu kesî û hêzan derd û meraq nîn e.
Êrişên hovane berdewam dikin
Di nava rewşekê wisa de artêşa tirk jî bêdeng namîne û hêza xwe bikar tîne. Bi awayekî bênavber operasyonên hewayî ên artêşa tirk li hember herêma başûrê Kurdistanê tên li darxistin. Ya herî dawî şeva 2’yê meha gulanê pêkhat. Li gorî daxûyaniyên destpêkê, li herêma Şehîd Harûn 6 xebatkarên çapemeniya kurde jiyana xwe jidest dane. Li gorî ehlaqê rayedarên dewleta tirk tu rêbazên şer tinene û bi hemû hêza xwe a hoviyane vî şerê qirêj kûr dikin.
Wisa dixûyê ku artêşa tirk û ya Îranê ketine nava hewldanên pir qirêj da ku Têkoşîna Rizgariya gelê kurd binpê bikin. Ya herî zêde mirov dixe nava fikaran jî helwesta hêzên başûrê Kurdistanê ye. Kes nikare bêje ku êrişa hewayî a roja 2’yê gulanê bê agahiya hikûmeta herêmî pêk hatiye. Ne tesadufî ye ku heman êriş du roj piştî hevdîtina rayedarên tirk û Nêçîrvan Barzanî pêk hatibe. Divê gelê kurd pêşketinên bûyeran baş bişopîne. Pêvajo pir bi xeter e. |