|
Di hişê mirovî de çirûskek belek, nîvkore û hema tê bîra mirovî… Warên nas lê wisa jî biyanî, rû û dengên nas lê biyanî û nezelal, şêlû û têkel… Çîrokên qedqedî di nav hev de lê ji hev dûr û carina bê pêwendî... Ev giş xewn in.
Xewn di jiyana mirovî de xwedan cihekî gelekî xweser in û gelek kes ji xewnan bawer in. Ilmê pozîtîf hêj îzaheke bingehîn ji bo xewnê nekiriye; lê wê bi tesîra bûyerên rojane, hizr û jêrhişê ve girêdidin. Tê gotin ku yekser têkiliya jiyara me bi xewnê heye û hizrên me di xewna me de li me çirûsk vedidin. Di wê gerdûna xewê de –ku hiş û hayê mirovî ji serê mirovî diçe- mirov bi hiş û jêrhişa xwe, bi bîrdank û serhatiyên xwe yên di bîrdanka mirovî de dewisî ne re rûber dibe û navê wê rûberiyê jî ‘xewn’ e.
Xewn, wek sê katagorî hatine destnîşankirin; xewna bed, (tesîra tirsê û tê gotin pêşagahiya tirs û talûkê) xewna jirêzê, (mijûliyên nava rojê yên ku hişê mirovî dihejînin û ji mirovî re dibin xem bi şev têne xewnê) û xewna mucîze, (ev cûre xewn kêm caran têne dîtin û tê de hişyarî û peyamên xwedayî hene)
Niha em li xewnên xwe bifikirin; pirseke me heye –lê rica ye, li ser vê pirsê pir hûr û kûr bifikirin- pirsa me ev e:
Mekan û warê xewnên we tê bîra we?
Hûn xewnên xwe li ku derê dibînin?
Ev warên ku hûn di xewnên xwe de tim dibînin ji bo we çi îfade dikin? Çi girîngî û taybetiya wan waran ji bo we heye?
Her mekanekî xewnê xwedan taybetiyekê ye û rasterast bi ‘serboriya’ jiyara mirovî re têkildar e. Hûn di xewê de ne, li cihekî; ew cih her dem di xewnên we de heye. Hûn gelek carên dîtir hatine wî cihî lê detay û hûrgilî nayên bîra we ne wisa?
Em li wî warê esrarengîz vegerin: Ew war hişê we ye. Di çala hişê we de, li cihekî pir kûr ew cih tomar bûye û hûn her li wî mekanî digerin. Çimkî di jiyana rastîn de, ew mekan ji bo we xwedan serhatiyeke gelekî mezin bûye û bi ihtîmaleke mezin cihê trawmayeke jiyara we ye. Kengî di xewna xwe de berê we bikeve vî mekanî, xewneke tal hûn dibînin û bi ihtîmaleke mezin di nava xwîdanê de hişyar dibin.
Ya duyem. Hûn dîsa xewnên xwe her dem li warekî bernas lê ew çend jî nenas dibînin; ev war jî, di kûrahiya hişê we de bi xwe ye. Lê ferqa vê derê çi ye; hêşînahî, av û tav heye. Ev war, di rastiya jiyara we de xweziyeke we bûye û hûn gelekî lê kesirîne, we keyfxweşiyên gelek mezin lê jiyane, ji bo wê jî, mekanê xewnên we yên xweş her dem ew der e. Çimkî mejiyê we ‘xweşî û şadiyê’ herî bêhtir bi wê dîmenê, wê serboriyê pênase dike, hetta, ji pênasekirinê wêdetir hişê we wisa tomar kiriye.
Xewnên me encama serhatiyên me yên dramatîk û şikestî ne. Lê, balkêş e, ku piranî war û meskenên xewnên me cih û meskenên zaroktiya me ne. Trawma û şikestinên di vê dema nazik û tenik de hêj jî li binê çala hişê me zindî ne û di xewê de em dîsa lê vedigerin û belkî jî, nakokî û aloziyên ku me nikarine di dema wê de çareser bikin pê radibin ku hel bikin. |