|
Belê; agirê Newroza li paytextê dilan Amedê bi hilma xwe, li gel dengê wan milyonan azadîxwazan a ‘an azadî an mirin!..’ ku erd û asîman hejandibû berê min dabû çiyayên Kurdistanê.
Piştî gelek zor û zehmetiyan ew şervanên kurd ên ku min dengê wan di tariya şeveke bêheyv de dibihîzî min li gel tîrojkên rojê li pêşberî xwe dîtin.
Ez niha li çiyayên Kurdistanê, bi gotina wan li Herêma Parastina Medyayê bûm. Di nava şervanên kurd de. Di nava çiyayiyan de. Û dê bi rojan bi wan re bûma û weke wan bijiyama.
Her kêlika çiyan
Jiyan zû dest pê dike li wan çiyan. Ew çiyayî (şervanên kurd) û tîrojkên rojê bi hev re silavê didin berbanga sibê. Agir vêdixin. Agirekî ku qet dû (dukêl) jê dernakeve. Çaydanên xwe yên mezin û reş datînin ser kuçikan (çarberan). Piştî çaya wan dikele bi hev re dilê xwe yê germ bi çayê hinekî din germ dikin. Taştêya xwe dikin.
Paşî jiyana wan a çiyayî berdewam dike. Hinek ji wan diçin nobedariyê. Hin ji bo wezîfê diçin cih û warekî din. Hinek jixwe li gel tîrojkên rojê diçin nanpehtinê. Perwerdehî, nîqaş, lêkolîn û vekolîn, nivîsandin, kar û barê çapemeniyê, xebatên huner, çand, wêje, felsefe, hiqûq, ziman, siyaset, civakî, bîrdozî, fikr û ramanî, perwerdehiya leşkerî û gelek xebatên din li bin gire gira balafiran, gurme gurma top û bombeyan, vîze vîza guleyan dîsa her û her berdewam e.
Ji hemû êrîşan re amade ne
Li dijî hemû êrişên hewayî xwe bi amadekariyên berê diparêzin. Fermandarek ji wan bibêje ‘em her dem û wextê rojê ji bo hemû êrişên bejayî û hewayî amade ne, em her tim xwedî tedbîr in, bes em tu caran dest ji jiyana xwe ya rojane jî bernadin. Ji ber ku li van çiyan tenê çekan ji bo parastina xwe û gelê xwe bi kar tînin. Lê ya esasî sedema hebûna me yan li van çiyan raçandin û vehûnandina civateke azad e. Ji ber wê divê em li van çiyan bingeha şaristaniyeke demokratîk deynin. Ji ber vê jî divê em şev û roj bixebitin, li bin hilma mirinê be jî divê em tovên jiyaneke azad li her bihosteke axa vî welatê bihuşt bireşînin û ji bo şînbûna wê kedeke mezin bidin…’ Ev gotin bi rastî jî şewq û coşeke mezin a xebatê, hezkirineke mezin a jiyanê dixe dilê mirovan.
Li çiyayên Kurdistanê meş
Meş!..
Em dimeşin. Gav bi gav. Çav bi çav. Di destekê wan de tifingên wan, di yekê de pênûsê wan û di çanteyê wan de pirtûkên helbestan û roman. Bi saetan dimeşin. Bêwest û rawest.
Û peyarê!..
Heke mirov baş guhê xwe bide wan peyariyan mirov dê dengê mirovan bibihîze. Mirov dê pêbihese ku her şûnpêyek qêrîna hezar salan, hewara sed salan vedişêre di hembêza xwe de. Li her peyarêyekê şûnpêyên bi hezaran şervanên kurd hevdu hembêz kirine.
Jiyaneke xwezayî
Kanî, çem û rûbar. Lat û zinar, şikêr û şikeft. Dol û newal, kendal û çiya. Di hembêza wê xwezaya bihuşt de, di nava ahengsaziyeke xwezayî de jiyaneke bi hev re.
Ji bo wan binê her teht û latekê, her şikêr û şikeftekê nivîn e. Helbet çadirên wan jî, stargehên wan ên bin erdî jî hene. Lê belê di dema şerî de ew cihê xwe li gorî parastina xwe eyar dikin.
Helbestan dixwînin. Bi taybetî vê dawiyê pirtûkên kurdî dixwînin. Ji felsefeyê bigirin heta hiqûqê her beşê zanistê dixwînin. Hez ji stranên gelêrî dikin. Dengbêjan guhdarî dikin. Ji bilî wê gelek cureyên muzîkê guhdarî dikin. Gelek hez ji Aramê Tîgran dikin. Bi xwe hunerê diafirînin.
Jinên azad
Û şervanên jin.
Min dît ku bi coş û heyecaneke mezin, bi keda destê xwe jiyana xwe diafirînin li wan çiyan. Û yek ji wan şervanan ji min re dibêje ‘jin axeke bêwelat e. Divê li ser vê axê em bikaribin welatê xwe ava bikin.’
Gulana helbestvan dibêje ‘bila êdî belgên daran bê dem û wext zer nebin û neweşin’
Viyan dema dibêje ‘aha hevalo; bibîne, li van çiyan bêhna gul û kulîlkan jî li dijî bêhna barûd, gule û bombeyan li ber xwe didin’ gulnixwîna (şilêr) jêr nîşanî min dide.
Daxwaza şervanan
Daxwaza tevan jî welatekî azad û cîhaneke bêşer û xwîn bû. Hêvî û xeyalên wan ew bû ku rojekê dê aştiyeke birûmet bê, bi rengekî azad li her derê Kurdistanê bigerin.
Şevên çiyayên Kurdistanê mirov gelek didin ber bayê xeyalan. Ji ber ku şev zindî ne û mirov bi per û bask dikeve. Di tariya şevekê de dema em dibêjin hûn dê kengî ji çiyan bên xwarê yekê bi navê Delîl bi henek dibêje ‘hûnê kengî derkevin çiyan?’ Paşî dibêje ‘heke em dest bidin hev ew roj ne dûr e.’
Ji bo Amedê û milê şikestî
Dema me di televîzyonê de dîmenên zarokê Colemêrgî û dîmenên dayikên Wanê temaşe dikirin, ku di nava dest û lepên polîsan li ber copan li ber xwe didan berê rondikekê xwe ji çavên yekê berda xwarê. Paşî ji çavên yeke. Paşî ji çavên yeka din. Di wê şeva reş û tarî de şewqa heyvê bû şahid ku şervan jî digirîn ji bo dilê zarokekî û ji bo ruhê dayikan. Paşî ez dê pêbihesiyam ku hema hema hemû şervanên kurd di Newroza Amedê de rondikên bextewarî û bêriyê barandine. Gelek hez ji Amedê dikin û dibêjin ‘Amed dilê azadiyê ye. Xweziya me tenê Newozek li wir pîroz bikira û em êdî bê hilm û nefes jî bimana ne xem bû.’
Şûşeyek ji ava behra Wanê
Û şervana bi navê Jiyanê ku me bi hev re di heman dibistanê de xwendibû piştî hevde (17) salan dema me hev dît ji kêfan heke baskên me hebûyan em ê bifiriyana. Jiyanê digot ‘em ji mirinê natirsin qet. Lê em ne ji bo mirinê, ji bo jiyaneke azad li van çiyan e.’ Min navberekê pirsî daxwazek te heye ji min? Dema ji min xwest ez biçim li şûna wê li peravên derya Wanê bigerim û şûşeke tijî ava deryayê jê re bişînim bi rastî dilê min bû behra Wanê ji rondikên çavan. Û min jê re got ‘bila soz be ez ê daxwaza te bînim cih û pirtûkekê li ser daxwaza dilê te binivîsim’
Mirovekî jixwebawer
Û Karayilan. Mirovekî ku neyar û dijminên wî her tim xeyala kuştina wî dikin û wî di senaryoyên xwe de dikujin. Mirovekî ku dost û heval û hezkiriyên wî bi hêvî û xeyala hembêzkirina wî ya ji dil dijîn. Zor û zehmet be jî ez bûm xwedî wî şansî ku Karayilan li wan çiyayên bi heybet û asê bibînim. Dema wî digot ‘Li gel berxwedana Zê (Zapê) her tişt guherî…’ ji xwe gelek bawer, rûken û jidil bû. Awirên wî yên serkeftin tê de veşartîbû bandoreke mezin li ser min hişt.
Li bin hilma mirinê tama jiyanê
Û meşeke bêsînor bû meşa wan.
Û mirov ancax ew qas li bin hilma mirinê bi tehma jiyanê bihese. Tehmeke wisa ku mirinê bi mirov dide jibîrkirin.
Cîhaneke bêsînor
Ez bûm şahid ku wan, ‘sînorên mirovan ji mirovahiyeke rast dûr dixe’, rakirine di navbera xwe de û her tiştî de. Ma li wan çiya sînor çi digeriyan!..
Heke rojekê hûn biçin wan çiyan û ruhê xwe azad bihêlin hûn dê bêyî hemdê xwe bibin evîndarê meşa wan şervanên eşq û evînê. Hûn dê bibin evîndarê rabûn û rûniştina wan. Hûn dê bibin evîndarê ken û giriyên wan. Hûn dê bibin evîndarê xewn û xeyalên wan. Û heke rojekê riya we ket wan war û wargehan ruhê xwe azad bihêlin da ku hûn bi herdu çavên xwe bibînin û bi dilê xwe hîs bikin ku hûn bûne evîndarê evîna wan.
Me dilê xwe da hev
Her cihekî ku ez ji wan çiyayiyan vediqetiyam min xatir nedixwest ji wan. Ez ji wan fêr bibûm ku yên di dilê wan de hêviya hevdîtinê hebe xatirê ji hev naxwazin tu car ji hev. Û her û her hêviya min hebû ku ez ê wan careke din bibînim. An li wan çiyayên azad an jî li bajarên ku rojekê azad bûne û hembêza xwe ji bo wan çiyayiyan vekiriye.
Dilê min bû hezar parçe û min her parçeyek li cihekî wan deran hişt. Lê min bi xwe re ew qas jî dil anîn. Di dilê min de niha ew dil lêdidin.
Û ez bawerim niha dilê min xwe di dilê wan de hiltavê. Ji ber ku ew dilê min bixwe ne. Û ez niha guh didim dengê dilê xwe li ber perava behra Wanê, piştî ji Amedê vegeriyam. Ji bo wê şervana ku dilê min ji bedena min dizî û dilê xwe diyarî min kirî. |