|
Sîstemeke bi vî rengî hîn li cîhanê nehatiye avakirin. Ev projeyek û dûrbîniyeke sedsala bîst û yekan e.
Loma hinek dibêjin ev çiye(?), hinek dibêjin ev tiştekî baş e, lê xeyal e.
Sîstemeke bi vî awayî li cîhanê nîn e, lê yên dişibin û nêzîkî vê sîstemê gelek in:
Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê, Siwîsre, Belçika, Neteweyên Yekgirtî, Almanya, Yekîtiya Ewropayê û hwd.
Ev û yên wekî wan, ku niha heyî; yên yekîtiya dewletan e û yên bi sîstemên federal e, bi giştî mirov dikare bêje; bi giranî dişibin Konfederalîzmê.
Lê ne konfederalîzma demokratîk e. Ji ber ku, ev yekgirtina dewletan e, an jî di nava sîstema dewletekê de hevgirtina federasyonan in. Di vê sîstemê de, rêvebirina civakê di destê çîna desthilat a sermayedar de ye. Loma nabe sîstema civakî ya demokratîk.
Di konfederalîzma demokratîk de, civak xwedî biryara rêvebirina xwe ye. Mafdarê rêvebirina civakê di destê gel de ye û biryar ji jêr ve ber bi jor diçe, ne ji jor ve ber bi jêr.
* * *
Wekî tê zanîn dîroka bi cihûwarbûyîna mirovatiyê gelek kevn e.
Ji civaka komûnal a kevndemî dest pê dike heta avabûna dewletê.
Dîroka dewletê ji dewleta Sumeriyan dest pê dike heta dewletên îro tê.
Di nava van dewletan da yên kurdan jî hebûn. Dibe ku, ya herî balkêş ji bo vê mijarê; imparatoriya MED be. Ji ber ku, ji konfederasyona eşîretan hatibû damezrandin.
Em bala xwe baş bidin civaka Kurdistanê, heta niha jî, hem nîşanên dema komûnaliya kevn û hem nîşanên konfederalîzma MED'an pir hene.
Loma dibe, hema ne ji xwe ve be(tesaduf be), ku niha di vê sedsalê de, rêberî û pêşkêşiya sîstemeke wisa kurd bikin. Em bînin bîra xwe ku, vê xakê (Kurdistanê) dergûştî ji mirovatiya cîhanê re kiriye.
* * *
Nêzîkî heşt salan çêbû, ku Rêber APO ev mijar xistiye rojevê; bi taybetî ya kurdan û bi giştî ya hemî gelan.
Lê mixabin bi kûrayî lêkolîn û bi berfirehî lêgerîn li ser vê sîstemê nehat kirin.
Ev kar û bar pirtir dikete ser milê rewşenbîr û zanyaran. Niha jî her ev kar, wekî erkekî li ber me û ser me ye.
Helbet ne karekî asan e/sivik e. Divêt ji dîrokê de bête despêkirin, heta îro lêkolîn li ser civakê bête kirin, da ku ji bo dema pêş/dahatû rê û dirbe bêne nîşankirin. Rê li ber civakê were ronîkirin.
Şaristaniya demokratîk û hemdemî li ser vê bingehê ava dibe.
Bêguman demeke dirêj digire, lê rawestan nabe. Di vî warî de, her çendîn dereng jî mabe, Instituta Kurdî li Almanya ev mijar di asta yekemîn de xistiye rojeva xwe.
Lê pêwîst e her kes û saziyên têkildar dereng nemînin, ew jî vî erkê xwe bi cih bînin. Da ku, ev xeyal zûtir bibe rastî.
* * *
Bi taybetî dayikên şehîdan, bi giştî roja hemî dayikên dilsoz û welatparêz pîroz dikim. |