|
Hefteya borî hin nîqaşên tund di navbera rayedarên hin saziyên Ewropa û Tirkiyeyê de derketin holê. Li gorî ku ez dişopînim ji 2004’an vir ve ev cara yekemîn e ku zimanekî wiha tund di navbera van rayedaran de derdikeve.
Bi awayekî aşkera ewropî dibêjin Tirkiye welatekî laîk (sêkûler) nîn e û ew di bin bandora ola îslamê de ye. Lewre serokê Komisyona Yekîtiya Ewropayê ku wek serokê hikûmeta YE’yê ye, birêz José Manuel Barroso daxuyaniyek weşand û got Em ê bibînin çawa welatekî misilman ê wek Tirkiyeyê dikare laîk bibe an jî ne. Heke mirov gotinên birêz Barroso binirxîne ev tê wateya ku Tirkiye hê xwediyê sîstemeke laîk nîn e. Piştî daxuyaniya birêz Barroso, komîserê berpirsê firehkirina YE’yê birêz Ollî Rehn jî, bi heman şêweyê daxuyaniyek weşand. Lewre em dikarin gotinên Barosso û Rehn weke nêzîkatiya YE’yê bibînin.
Xala herî girîng ew e ku, ev daxuyanî 20 rojan piştî serdana van rayedarên ewropî ku li Tirkiyeyê pêkanîn hate weşandin. Wisa dixuyê ku rewşa laîsîzma li Tirkiyeyê li xweşê ewropiyan naçe. Ev sîstema ku di bingeha wê de fondementalîzm û nasyonalîzm heye ji ber çavên rayedarên ewropî nereviyaye, nareve jî.
Ez naxwazim gotinên Barroso û Rehn bipejirînim. Lê belê rastiyek jî heye; bi rewşa heyî Tirkiye xwediyê sîstemeke laîk nîn e. Dema ku Komara Tirkiyeyê hate avakirin laîsîzm weke perdeyekê hate bikaranîn. Di cewherê sîstema wê de nêzîkatiyeke laîk nayê dîtin. Ji salên 1923’yan vir ve heya niha tim bandoreke olî li ser sîstema birêvebirina saziyên dewletê hebûye û hê jî heye. Bandora olî tim weke hacetekê hatiye bikaranîn. Heman bandor heya niha jî li hember gelê kurd tê bikaranîn. Dema ku kurd mafên xwe dixwazin tê gotin ku «em birayê hev ên olî ne». Lê hemû maf tenê ji birayekî re tê nasîn, divê yê din tiştekî nexwaze.
Weke min li jor aniye ziman, ez naxwazim gotinên ewropiyan di cih de bibînim. Di nêzîkatiya vê Yekîtiyê de durûtî heye. Heke ne ji ber mijara endametiya Tirkiyeyê bûya, ez bawerim wê van ewropiyan Tirkiye weke welatekî herî laîk bidana xuyakirin. Lê belê ew jî dizanin ku heke ev welat bi heman rewşa xwe bikeve nava YE’yê wê serê wan pir biêşîne.
Tirsa rayedarên ewropî tenê mijara laîsîzmê nîn e, ew ji bandora artêşê jî pir nerehet in. Her daxuyaniya ku ji aliyê Yaşar Buyukanit ve tê dayîn reaksiyona ewropiyan dikêşîne ser xwe. Mixabin di vî xalê de jî heman nêzîkatiya ewropiyan berdewam dike. Bi awayekî pir aşkera ew naxwazin vê mijarê derxin ser maseya guftûgoyan. Tenê di hin raporan de wan dest pê kiriye ku vê mijarê, ew jî pir bi tirs, rexne bikin.
Di encamê de ez dibêjim, belê Tirkiye welatekî laîk nîn e, lê belê rexneyên ewropiyan jî samimî nîn in. Çiqas divê Tirkiye xwe laîk û demokratîk bike, ew qas jî divê YE, samimî nêzî hemû pirsgirêkên li vî welatî bibe. |