| |
| Eklenme Tarihi: 19.05.2008 Saat: 18:00 |
|
|
Rejîma þerê taybet a tirk, êrîþên xwe didomîne. Bi taybetî jî di demên dawî de van êrîþan berfirehtir dike. Dikare were gotin ku taktîkên derketine holê bi tevahî di çerçoveya þerê taybet yê giran de tên meþandin. Þerê taybet ji aliyê stratejîk ve aliyên wê yên ji þerên din cudatir hene. Taybetbûna vî þerî ev e ku ji her alî ve li hember hedefê êrîþên werin destpêkirin. Ev tê wateya van cudahiyan. Her wiha bi pêþketina zanistê û teknîkê, veguherandina mirov û civakê ya mîna amûrekê û xistina hedefê jî dikare mîna cudabûneke vî þerî bê nîþandan. Ji bo þerê taybet, mirov-civak tenê û tenê madeyekî rijî ye. Ji ber hindê jî li ser her cure pêkanînan dike û li gorî têgihiþtina bêsînor bikaranîn û metîngeriyê nêzî mirov û civakê dibe. Li ser vê bingehê jî ji bo þerê taybet wek ‘þerê qirêj-bêruh’ tê binavkirin.
Ev þerê taybet yê ji her alî ve li dijî mirovahiyê ye, ji aliyê serdestên tirk ve bi hemû hêza xwe li dij gelê me tê bikaranîn. Vê yekê bi derketina derveyî sinc (exlaq) û pîvanan pêk tînin. Çek û bombeyên qedexekirî bi kar tînin. Mîna ku di têkiliyên bi dewletên herêmê û hêzên navneteweyî re jî xuya dike, têkiliyên bêpîvan û gemarî bi pêþ dixin. Þêwaza þerê taybet û qirêj tevî dijwariya bêpîvan, þerê psîkolojîk e. Nîþan dide ku hemû hewldan û lêgerîn li ser bingeha bidestxistina serkeftinê ya bi þerê psîkolojîk tevdigere. Em li vir dikarin bêjin ku rejîma þerê taybet a tirk, di nava þaþiyeke mezin de ye û xwe dixapîne. Bi vê yekê jî namîne, dixwaze gel jî tevî vê xapandinê bike. Þerê psîkolojîk hinekî jî bi serdestiya aborî-madî û bikaranîna lawaziyên dijberî xwe dixwaze bigihije encamê. Mirov nikare bêje ku ev her dû alî jî ji bo þerê taybet ê tirk derbasdar in. Ji aliyê aborî ve têk çûye. Li Tirkiyeyê hin aborîzan ji bo plana hikûmetê ya aboriyê nirxandina wek “pêkhatina wê ne mimkûn e” ji bo enflasyona heyî jî “astengkirina wê ne mimkûn e” dikin. Ji lîrayên berê yên tirk, bi derbasbûna “Lîrayê Tirk yê Nû” devaulasyona ku pêk anîn jî nikaribû pêþî li têkçûnê bigire.
Ji aliyê siyasî ve rewþ ji vê yekê jî kurtir e. Klîk û komên li ser rejîma þerê taybet bi bandor in, di nava xwe de þerekî nedîtî didin. Têkçûna heyî ji aliyê siyasî ve qurbanên nû dixwaze. Di qada civakî de jî gel ji dewletê dûr dikeve, ketiye nava lêgerînên nû û riya pêleke nû ya muxalîfên çep vedibe.
Li hember pirsgirêkên ku rejîma þerê taybet ji aliyê binyatî ve dijî û lawazbûna spartekên wê tekoþîna me ya azadî û demokrasiyê pêngav daye destpêkirin û gelek pêþketin bi dest xistine. Gelê me pêvajoyeke ku dikare mîna þoreþa azadiyê bê binavkirin dijî. Van pêþketinan tevan bi rengekî zelal raxist ber çavan ku taktîkên þerê psîkolojîk yên rejîma þerê taybet jî dê bi ser nekevin.
Ev rastî destnîþan dike ku þansê serkeftina þerê psîkolojîk tûne ye. Di heman demê de rewþa aloz a heyî jî diyar dike. Di encama vê yekê de jî nûçeyên derew belav dike. Ev yek rejîma þerê taybet a tirk dixe nav rewþeke xirabtir. Ji xwe bidestxistina encameke din jî ne mimkûn e.
Çîrokeke ku di nava gel de tim tê gotin heye. Ev jî çîroka ‘þivanê derewîn’ e. Ji ber ku þivan tim derewan dike, kes ji rastiyên wî jî êdî bawer nake. Rewþa rejîma þerê taybet a tirk diþibe çîroka þivanê derewîn. Þerê psîkolojîk ê tirk ne xwedî bingeha madî û rast e û li ser derewan tê meþandin. Ji rayedarên herî xwedî erk ên dewletê heta bi fermandarê herî payebilind tev serî li vê rêbazê dixin. Bi rengekî aþkera, li nav çavê gel mêze dikin û rast naaxivin. Dema piþtî rojekê jî aþkera dibe ku rast neaxivîne, ji helwesteke xemnexurî û xefletê jî paþde namînin. Weke mînaka, derewên wan heta kadînê ne rastiya rêveberên þerê psîkolojîk ê tirk aþkera bûye. Ji aliyê gel ve jî ev rastî tê dîtin. Êdî gel daxuyaniyên rayedarên dewletê û serfermandariya giþtî bi ewle nabîne.
Þerê psîkolojîk ê tirk têk çûye. Puaneke bi tenê ya erênî li aliyekî qerneya wê tev notên xirab in. Tabloyeke mîna ku bi bivirê xwe gûzeka xwe bixe derketiye holê. Derewên þerê psîkolojîk prestîja dewlet û artêþê daxistiye bin sifirê. Heta niha li Tirkiyeyê dewlet û artêþ li cihekî ku kes nikare behsa wan bike bûn. Lê niha hatiye rewþa nîqaþ û bûye mijara henekan. Gel êdî aþkera dike ku bi van saziyan bawer nabe. Tiþtên ku þerê psîkolojîk bi xwediyên xwe didin qezenckirin(?!) ji van pê de ne tiþtekî din e. Di vê navberê de daxuyaniya ku Serfermandariya Giþtî ya Tirk ji Murat Yetkîn re aþkera kir a mîna, “Em ê surprîzê bikin”, “di nava rojek-durojan de hûnê bibînin” û nûçeya vê daxuyaniyê da di internetê de hate weþandin jî di heman çerçoveyê de ye û ji lîstikeke þerê psîkolojîk pê de ne tiþtekî din e. Çima Serfermandariya Giþtî ya Tirkiyeyê ev daxuyanî da em sedema wê dizanin. Ji ber vê yekê jî em dibêjin Serfermandariya Giþtî xwe dixapîne. Li welatê me têkoþîneke azadiyê ya ev qas sal mijara gotinê ye. Encam û destkeftiyên vê têkoþînê hene. Ne gelê kurd ew gelê berê ye dihate mêtin, xapandin û tirsandin e, ne jî mirovê kurd mîna berê mirovê bi, “Alavere, dalavere Mihemedê kurd here nobedê” werê xapandin e.
Kurd gelê herî kevnar ê Rojhilata Navîn in. Ev rast e. Lê belê mîna ku kurd gelê kevnar ê Rojhilata Navîn in, ev qas jî gelekî ku xwe nû dike û li nasnameya xwe ya nû xedî derdikeve ye. Divê ev neyê jibîrkirin. Ji ber vê yekê bi yên li bendê ne ku bi “qîrîn û heydehoyê” kurdan bidin revandin, bi derewan kurdan bixapînin tenê û tenê xwe dixapînin. Pêwist e êrîþên rejîma þerê taybet a tirk di demên dawî de bi taybetî bi rêbazên þerê psîkolojîk berfireh kirine di vê çerçoveyê de bêne nirxandin.
|
|
Yazdýr Yorum Ekle (Not: Yorum sadece üyeler tarafından yazılabılınır. Yazılan yorumlar yönetim tarafından onaylanmak için beklemeye alınıyor.) |
|
|
|
 |
| |
|