Mahmut Aslan
Mahmut Aslan“Bilge, Entellektüel” ve Bukalemun
Cemil Bayık
Cemil BayıkÊrîşên dewletê nîşaneya têkçûna wê ne
Kakşar Oremar
Kakşar OremarSeyîd Rizayê Dêrsimî wiha gotibû...
Erkan Kobanlı
Erkan KobanlıKürdistan'da ki AKP'li belediyeler piyondur!
Selahattin Erdem
Selahattin ErdemYerel seçim
Songül Beyazgül
Songül BeyazgülYine bir Güney klasiği mi?
Ahmet Dere
Ahmet DereErdogan har bûye
Rotînda Yetkîner
Rotînda YetkînerDevşirmeler Insanlığın başına beladır
Serbest Rêzan
Serbest RêzanKî Dibêje Başûr bê Deng e?
Günay Aslan
Günay AslanDiyarbakır savaşları
Mehmet Sögüt
Mehmet SögütTekçilik ve Türkiye gerçekliği
Mizgîn Bîngol
Mizgîn BîngolCîhan, Obama û tirk
Cemo Devrim
Cemo DevrimSAVASMALISIN !!!
Kasım ENGİN
Kasım ENGİNOmurgasız Bir Kişilik, Mukallit Erdoğan
Ahmed Aktaş
Ahmed Aktaş‘...(Kurd) derkevin biçin...’
Özgür BİLGE
Özgür BİLGEHa Beyrut kasabi Şaron,ha Kürdistan kasabi Qerdoğan
Fırat Penaber
Fırat PenaberŞiirlerim kadar eski/ kalbim kadar yenisin
Mîr Qasimlo
Mîr QasimloAlastina rastiyên veṣartî (1)
Nurhak Erdal
Nurhak ErdalİKİNCİ 5 KASIM DÖNEMİ
Konuk Yazarlar
Konuk YazarlarDawî nêz dibe, dijmin hartir dibe
Hozan Dîno
Hozan DînoKÜRT MÜZİĞİNİN TARİHSEL DİRENİŞİ
Abdullah Öcalan
Abdullah ÖcalanEn Etkili Birey Herkese Bir Şeyler Verendir
Mihemed ORHAN
Mihemed ORHANDewleta Tirk Hertim Dixwaze Raya Giştî Bi Xapêne
SONGÜL BEYAZGÜL
 SONGÜL BEYAZGÜL ‘Her şehit için bir DTP’li öldürülmeli’
Mahir Deniz
Mahir DenizFELSEFEYE GİRİŞ -17-
Hemîd DILBIHAR
Hemîd DILBIHARŞEVA ÇÛYÎ
Ömer Dilsoz
Ömer DilsozHer însan siwarê hêviyên xwe ye
Ülkem Zeremya
Ülkem ZeremyaEBEDİ KOMUTAN’A
Teman Dep
Teman Dep1 HAZİRAN KADIKÖY MİTİNGİ, ÖLÜM DEĞİL ÇÖZÜM VE MEDYA
Siyamed Sipan Uğurlu
Siyamed Sipan UğurluNobedarên Azadiyê
Ömer Yüce
Ömer YüceAvusturya’nın Graz kentinde Amara Gençlik Festivali heyecanı başladı.
Halil Uysal
Halil UysalEylül…
Hayri Cewlik
Hayri CewlikBir Newrozun Anlattıkları
RC TEC
RC TECBu Haftaki Oyunumuz : Icindeki Dj
Berfîn Dilav
Berfîn DilavYüreğin Aydın yaşamın Yılmaz dı senin
Umut Özgür
Umut ÖzgürGÜNEŞİN GERÇEK SAHİPLERİ
Sedat İnci
Sedat İnciDağlara nakış ettik izlerimizi
Mehmet Mekin Yıkın
Mehmet Mekin YıkınKürt basını üzerine bir kaç söz
Zana-Qenco
Zana-QencoOPERASYON ve GELİŞMELER
Polat Can
Polat CanGERYANEK DI CÎHANA WÊJEYA NÛJEN YA KURDÎ DE
JÊHAT BÊRTÎ
JÊHAT BÊRTÎAnlatılması zor anlar
Rızgar Azad
Rızgar AzadŞaşırmayın; yanlış yapmayın!
İbrahim Güney
İbrahim GüneyEy TC! Senin gücün Kenan Güzel'e yetebilir mi?
Mehmet Alagöz
Mehmet AlagözUluslaşma ve Sanat
Firaz Baran
Firaz BaranBüyükanıt'ın yaptıkları
Hevîdar Munzur
Hevîdar MunzurTîrêjên Roja me îro ji herdemê geştirin
Argeş Arjin
Argeş ArjinGençlik eyleme, zafere....
Remzi Zilan
Remzi ZilanÖzgürlüğün Dili: ÇIĞLIK !!!
Cudi Arif
Cudi ArifÖzlemin patikalarında

 
Ji îşkenceya li Îmraliyê re bes e!



Yazar Adı: Cemil Bayık


Yazarın Tüm Yazıları

Eklenme Tarihi: 26.05.2008 Saat: 14:22

Hate îlankirin ku em derbasî 2'yemîn merheleya pêngava "Êdî Bes e" bûne. Di 18'ê Gulanê de îlankirina vê yekê jî wateyeke girîng îfade dike. Wateya 18'ê Gulanê ya ji bo gelên Kurdistan û Tirkiyeyê gelekî mezin e.

Gelên Kurdistan û Tirkiyeyê 18'ê Gulanê mîna rojeke dîrokî û destpêkeke nû girtine dest. Ji ber vê yekê jî destpêkirina merheleya 2'yemîn a pêngava "Êdî Bes e" a di 18'ê Gulanê de girîngiiya pêngavê qat qat zêde kiriye.

Slogana bingehîn a pêngava "Êdî Bes e" ku hate aşkerakirin derbasî merheleya 2'yemîn bûye, "Ji îşkenceya li Îmraliyê re bes e" hatiye destnîşankirin. Ev slogana ku di pêvajoya em tê re derbas dibin de herî baş pêngava "Êdî Bes e" rawe dike. Slogan girîng in. Dema rast û di cih de bên bikaranîn bandora wan ji texmînan zêdetir e. "Ji îşkenceya li Îmraliyê re bes e" jî di vê wateyê de wê bandoreke mezin biafirîne.

Mîna di navlêkirina erdnîgarî-cografîk de Îmralî mîna gravekê tenê divê neyê dîtin. Rêber Apo ku li Îmraliyê girtiye jî mîna girtiyekî ji rêzê divê neyê dîtin. Li Îmraliyê rastiya gelê kurd û Rêberiya wî ya bi vê rastiyê re bûye yek dinimîne. Li wir di navbera vê Rêberiyê û rejîma serdest-metînger de têkoşîneke bêhempa didome.

Hin derdor dikarin mîna têkoşîneke du aliyên dijber teng binirxînin. Lê belê têkoşîna li Îmraliyê hîn berfirehtir û mezintir e. Di her qada jiyanê de, hemû rêbazên têkoşînê di nav hev de tên bikaranîn. Ev yek rastiya têkoşîna li Îmraliyê berdewam dike bi hemû zelaliya xwe radixe ber çavan.

Li Îmraliyê di navbera îradeya gelê kurd û rejîma bi statuyên taybet hatiye xemilandin de têkoşîn didome. Dema behsa şer jî tê kirin tiştê tê xwestin were îfadekirin gelo ne ev e? Îradeyên dijber dixwazin li hemberî hev serdestiyê pêk bînin û li ser vê bingehê heger bikevin nava çalakiyê, navlêkirina vê ji şer pê de ne tiştekî din e.

Pêngava "Êdî bes e" di nava rastiyeke wisa de derdasî merheleya 2’yemîn bûye. Têkoşîna Rizgariya Kurdistanê her dem 18'ê Gulanê mîna rojeke biryarbûn û destpêkeke nû ya têkoşînê girtiye dest. Di 18'ê gulana 1977'an de wisa kiriye. Qetilkirina Hakî Karer mîna destpêkeke komplo û pêvajoya tasfiyekirinê nirxandiye. Li hemberî vê yekê gihiştiye biryarbûna xweparastin û bihêzkirina rêxistinbûyina xwe. Di 18'ê gulana 2007'an de jî heman nêzîkahî nîşan daye. Di xweparastina rewa de pêvajoyeke nû daye destpêkirin. Gihiştiye biryarbûna ji nû ve rêxistinkirina gel a li ser bingehê komunal-demokratîk. Bi vê yekê îlan kiriye ku rejîma şerê taybet a mêtinger û li hemberî siyaseta îmhayê ne bê alternatîf e. Pêwîstiyên vê yekê bi cih anîne. Pêvajoya li pey me maye jî îsbata herî berbiçav a vê yekê ye.

Merheleya 2’yemîn a pêngava "Êdî bes e" li ser bingeheke wisa bilind bûye û şîara, "Ji îşkenceya li Îmraliyê re bes e" hilbijartiye. Bi slogana "Ji îşkenceya li Îmraliyê re bes e" re tê wateya derxistina asteke nû ya têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo û gelê kurd e. Dema bi xwedîderketina Rêber Apo re têkoşîn were bilindkirin, azadiya Rêber Apo û ya gelê me wê pêk were. Ev azadî di heman nirxî de ne.

Bi vê hevgirtinê re, merheleya 2’yemîn a pêngava "Êdî bes e" wê bigihije armanca xwe. Di dema derbasbûna merheleya 2’yemîn a pêngava "Êdî bes e" de ne tenê gelê kurd dibêje "Êdî bes e". Gelê Tirkiyeyê jî êdî dest pê kiriye dibêje "Êdî bes e". Sêhra gotina "Êdî bes e" gelê tirk jî dorpêç kiriye û xistiye bin bandora xwe. Ev pêşveçûneke girîng a pêwîst e û diviya li ber çavan bê girtin.

Heta roja me rejîma şerê taybet a tirk xwest gel jî bike hevparê şerê kirêt -ê li Kurdistanê hewl da. Bi xwespartina bîrdoziya şoven û faşîst, xwest gelê Tirkiyeyê bi yê Kurdistanê re bibe dijmin. Her çiqas di serkeftina vê yekê de hin gav hatibin avêtin jî, ev pêvajo dageriyaya berevajiya vê daxwazê.

Li Tirkiyeyê aloziyên siyasî, aborî û civakî bi hevkûrtirkirinê berfireh dibin. Nerazîbûna gel a li hemberî rejîma şerê taybet zêde dibe. Dewlet û artêşa ku heta roja me di nava gel de mîna tabûyekê bû, niha ketine lêpirsînê û bûne mijara guftûgoyê. Di nava gel de dengên ku dibêjin ji dewlet û artêşê bawer nakin bilind dibin. Vê yekê jî ji bo gelê Tirkiyeyê jî bikaribe bibêje "Êdî bes e" derfet afirandine.

Li Tirkiyeyê pêkhatina karyaneke aborî û gihiştina vê yekê ya teqînê niha mîna bijarkekê xwe nîşan dide. Nîşaneyên karyaneke cidî ya aborî bi zêdeyî xwe dane der. Dîsa îşaretên ku aloziyeke siyasî ya mezin peyda bibe jî bi zêdeyî xuya dikin. Di şertên bi vî rengî de ji bo gelê Tirkiyeyê jî ji bijarka ku bêje "Êdî bes e" pê de riyeke din namîne.

Pêwîst e mitînga di 1'ê heziranê de li Stenbolê bê lidarxistin jî di vê çarçoveyê de bê nirxandin. Li Stenbolê kedkar, rewşenbîr, demokrat, şoreşger û hwd. derdorên Tirkiyeyî wê bêjin "Êdî bes e" û "Ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk bînin". Li Stenbolê di 1'ê hezîranê de wê bi dengekî bilind bînin ziman ku pirsgirêka kurd a Tirkiyeyê ye. Deng û dengvedana wê dê bilind bibe. Bandor û dengvedana vê yekê wê zêde be.

1'ê hezîranê rojeke girîng e. Hem ji ber "Êdî Bes e" û "Ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk", hem jî roja salvegera şahedeta Huseyin Cevahir e ku ji bo tevgera şoreşger a Tirkiyeyê xwediyê kedeke mezin e û mîrasa me ya hevbeş e.

Huseyin Cevahîr bi xwe jî xwediyê nêrîn û perspektîfê bû. Wî jî pirsgirêka kurd ji pirsgirêka Tirkiyeyê cuda nedît û li dij girtina dest a pirsgirêka kurd a di nava sînorên teng yên dewletê de bû. Ev rastî wateya pêngava "Êdî bes e" bihêztir dike.

Pêngava "Êdî bes e" ku bi 18'ê Gulanê re derbasî marhaleya 2’yem bû, bi 1'ê hezîranê re gihiştiye wateyeke bihêztir.

Bi vê yekê re 1'ê hezîranê gihiştiye 18'ê Gulanê. 1'ê hdzîranê wê bibe rojeke ku 18'ê Gulanê temam bike û li qadên mitîngê de kedkar, şoreşger, rewşenbîr, demokrat û welatparêzên Tirkiyeyê û Kurdistanê, wê bi hev re bilêvkirina gotinên, "Êdî bes e", "ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk", "Ji îşkenceya li Îmraliyê re bes e" bijîn.


YAZDIR Yazdır     Yorum Ekle Yorum Ekle
(Not: Yorum sadece üyeler tarafından yazılabılınır. Yazılan yorumlar yönetim tarafından onaylanmak için beklemeye alınıyor.)
Yorumlar
Yazan: salihcan     Tarih : 2008-05-28 19:18:50     Puan :
ez kurdeki li bakure kurdistane dijiyam .kanunek me kurdan hebe.em xwe nedin benmde partiyame PKK.em hayin u sixura bi sere xwe bide infazkirirne.korucuye ses heval kustine efuya wan gerek tunebe.em hekarete kebul naken.ki dibe bira bibe ji parti gel u seroke kurdanre dev direjiya biken eme sjiken.em ji partiye ve heviye diken.

 
Seçenekler
   Çıktısını Al
   Arkadaşına Yolla
   Köşe Yazılarına Dön

Arşiv
·Êrîşên dewletê nîşaneya têkçûna wê ne
·Gelê me wê bersiva wî bidê
·Dilsoziya kurdan a ji bo Rêber Apo nepîvin
·‘Zîrveya Terorê’
·Li dengê xwe xwedî derkevin
·Komploya Navneteweyî didome
·Çare: Bêtir pêşxistina hêza gel a siyasî ye
·Îlana şerê giştî
·FINDA DEREWÎNAN
·Ji bo aştî û pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk

© 2004 Rojaciwan.com
Bütün HaberlerTürkce HaberlerNuceValid robots.txt


English: All the comments, articles and other contents are property of their owners.
German: Die Artikel und Kommentare sowie Foren- und etwaige Chatbeiträge und alle anderen Inhalte sind Eigentum der Autoren.
Turkish: Rojaciwan sitesi özgür bir tartışma platformu olup, sitemizde yayınlanan bütün yazılardan, yorumlardan ve hernevi multimedia dökümanlarından sahipleri sorumludur.


Sayfa Üretimi: 0.121 Saniye
SQL: 26
Rojaciwan Theme by Rojaciwan Webtasarim.