|
AKP bin ketiye. Têkçûna AKP’ê tê wateya têkçûna siyaseta klasîk, statukoparêz a înkar û îmhayê. Ev noqteyeke girîng e. Ji ber ku mîna tê xwestin heger were nirxandin û siyaseteke rast a alternatîf were bipêþxistin, ji bo gelê kurd û tirk derî ji bo pêþketinên dîrokî hatiye vekirin. Ji bo ev pêþketin û derfetên dîrokî yên ji bo gelê kurd û tirk baþ bêne nirxandin hewldan bêne destpêkirin. Derdorên çep, demokratîk, hestiyar û her kes û hêzên demokrasiyê yên pêþeroja Tirkiyeyê difikirin divê bi vê zanistiyê tevbigerin, rola xwe bileyîzin û bikevin tevgerê.
Pêkhatinên 1’ê Gulana 2008’an nîþan da ku polîtîkaya klasîk a dewletê ne tenê li Kurdistanê her wiha li Tirkiyeyê jî îflas kiriye. Hatiye piþtrastkirin ku xitimîna di siyaseta dewleta Tirkiyeyê de êdî bi nêzîkahiyên heta îro hatine nîþandan çareser nabe.
Tevî vê rastiyê jî, þahidî tê kirin ku Tirkiye di siyaseta klasîk a înkar û îmhayê de nêzîkahiya xwe bi israr didomîne. MHP xwe ji bo desthilatdariyê amade dike. Piþtî hilbijartina 22’yê tîrmehê Serokê Giþtî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ragihandibû ku li meclîsê ew xwedî ‘rola kontrolê’ ne û amadekariyên dimeþînin wê demê anîbûn ziman. Pêwîst e ev amadekariyên MHP’ê cidî bêne dîtin.
Gelo MHP li ser zemînê siyaseta yasayî dikare wê yekê pêk bîne? Bersiva vê pirsê mijareke nîqaþê ya cuda ye. Lê belê di haydarbûna vê yekê de feyde heye.
Mîna MHP’ê, CHP’ya ku partiyeke di polîtîkaya statukoparêz, înkar û îmhayê de israr dike, dixwaze vê têkçûna AKP’ê ji bo xwe bi kar bîne. CHP jî xwe ji bo hikûmetê amade dike. Heta xwe ji MHP’ê jî biþanstir dibîne.
CHP ji bo xwe bigihîne vê hedefa daye ber xwe, dîroka xwe bi kar tîne. Hewl dide bi binavkirinên mîna, sosyaldemokrat û hwd. þansê xwe zêde bike. Bi vî aliyê xwe CHP jî mîna MHP’ê bi xetera ku siberoja gelê tirk û kurd ji holê rake nêzîkahiyan nîþan dide. Bila neyê jibîrkirin ku di vê mijarê de tecrûbeya CHP’ê pir zêde ye.
Hîn di hiþan de ye bê çawa CHP’ya bi Bulent Ecevît re di destpêka salên 1970’î de çawa bû desthilatdar. Ji bo ku nerazîbûna gel a li hemberî faþîzma 12’yê Adarê, dîsa ji bo berjewendiyên hêzên desthilatdar bi kar bînin mîna bijarkekê derxistin pêþberî gel. Ji ber tunebûna alternatîfan, li dijî faþîzma 12’yê Adarê meyla gel da ser CHP’ê.
Niha dîsa li Tirkiyeyê tê xwestin riya pêþketinên xeter ên bi heman rengî were vekirin. Vê carê jî dixwazin bi CHP’ya Denîz Baykal heman tiþtî bikin. Lê belê Denîz Baykal, ne mîna Bulent Ecevît xwedî karîzma ye. Di nava CHP’ê de jî nerazîbûnên ku pêwîst nakin li hemberî lîderê partiyê hebin, li dijî Baykal tên rojevê. Di nava gel de jî ji sempatiyê bêtir antîpatiyek li hemberî wî heye.
Tevî hemû rastiyên MHP û CHP’ê dîsa jî tê xwestin valabûna ji ber AKP’ê bimîne ji aliyê van partiyan ve bê dagirtin. Ev ji xirabiya herî mezin a li hemberî gelê kurd û tirk pê de ne tiþtekî din e.
MHP partiyeke faþîst e. Sicîla wê lewitî ye. Partiyeke ku xwîna kurd, elewî û þoreþgeran bi destê wê ve ye. Tevkujiyên ku îmzeya wê li bin e hêj ji bîra kesî neçûne.
Xwe amadekirina partiyeke xwedî taybetmendiyên bi vî rengî ya ji bo desthilatdariyê tiþtekî erjeng e. Tu cudahiya CHP’ê ji MHP’ê nemaye. Maskeya li ber rûyê CHP’ê ketiye. Êdî tu partî û derdor sosyal-demokrasîbûna CHP’ê qebûl nake. Hejmara yên dibêjin CHP partiyeke faþîst e pir e.
Mîna MHP’ê xwe amadekirina ji bo hikûmetê ya CHP’ê jî balkêþ e. Sedema bingehîn a ku MHP û CHP xwe ji bo desthilatdariyê amade dikin, parçebûna di navbera derdorên çep û demokrat de ye. Li Tirkiyeyê derdorên çep û demokratîk ne bêhêz û lawaz in; parçebûyî ne.
Ev rewþa parçebûyî zaafa herî mezin a çepgir û demokratên Tirkiyeyê ye. Ev zeaf ji aliyê olîgarþiya tirk ve tê bikaranîn û kûrkirin. Dema ku derdorên çep û demokrat ên Tirkiyeyê vê kêmasiyê ji ser xwe biavêjin, wê demê tu astengî li pêþiya wan namîne û derfeta derketina holê ya talûkeyan jî ji holê radibe. Têkoþîn û tiþtên diqewmin ên gelên Tirkiyeyê bingeha herî bihêz a derdorên çep û demokrat xwe bispêrinê ye. CHP’ya Ecevît di destpêkên salên 1970’yî de bi desteka hêzên çep û demokratîk bû hikûmet. Piþtî salên 1980’yî ANAP’a ku gotinên çep û demokratîk bi kar anîn bû hikûmet. Di salên destpêka 2000’an de, du caran ser hev derketina AKP’ê ya mîna partiya yekemîn a di hilbijartina de jî ji ber valabûn û tiþtên ku çepgir û demokratan nekirin bi kar anîn û valabûn dagirt pêk hat.
AKP’ê jî gotinên derdorên demokratîk û çepgir bi kar anîn xwe kire desthilatdar.
Li Tirkiyeyê di rewþeke ku derdorên çep û demokrat rola xwe ya bingehîn naleyizin de, heger gotinên wan bi tenê karibin bandoreke bi vî rengî bikin, diyar dibe ku heger derkevin qada siyasetê û rola xwe ya bingehîn bileyîzin wê bandoreke çawa nîþan bidin. Ji bo hêzên çep û demokratîk karibin li Tirkiyeyê rola xwe ya dîrokî bileyîzin hemû derfet amade ne. Tenê ku ev rastî baþ bê dîtin û nêzîkahiyeke li gorî wê bê nîþandan.
Dema ku li Tirkiyeyê hêzên çep û demokrat gihîþtin asta ku rola xwe bileyîzin, wê demê CHP û MHP’ê tevî ku temenê wan qediya ye, wê nikaribin li qada siyasetê xuya bikin. Ev yek jî ji bo bejewendiyên gelê kurd û tirk bê nirxandin wê bibe sedem ku pêvajoya em tê re derbas dibin rast were dîtin û derfeta tevgera li gorî pêwîstiyên demê biafire.
Rêber APO, destnîþan dike ka ev pêvajoya ku ji bo gelê kurd û tirk dîrokî ye divê çawa were pêþwazîkirin. Li ser vê bingehê pêþniyara Partiya Sîwan a ku çepgir, demokrat, rewþenbîr û derdorên hestiyar ên gelê kurd û gelê tirk werin cem hev hatiye kirin.
Ev destnîþankirin û pêþniyara Rêber APO, tê wateya garantiya derbasbûna serkeftî di deriyê ji bo gelê kurd û tirk di nirxê dîrokî de ye. Dema ev pêk were wê derfet nemîne ku MHP û CHP xwe mîna alternatîfekê derxin pêþ. |