|
Dema ez dengê wê dibihîsim pêvajo an jî dîroka şoreşekê weke rêzefilmekî tê ber çavên min. Nostaljiyên xweş û nexweş ên wan salan ku me bi riya stran û dengê wan şoreşa bakurê Kurdistanê nas kir, jiyaneke tijî êş û kovan, bindestiya jina kurd û ji tevan kambaxtir dilreşiya dagirkerên Kurdistanê di deng û peyvên Zozanê da tên bihîstin û hiskirin. Zozan zêdetirî 30 salan e bêrawestan deng û awazên wê têne bihîstin.
Piştî hunermenda nemir Eyşe Şanê li bakurê Kurdistanê Zozan jina yekem e ku li rex kar û xebata siyasî bi karê stranbêjiyê jî xizmeteke mezin ji hunera kurdan re kiriye. Di heman salê de şehîd Mizgînê jî dest bi xebata xwe ya hunerî kir. Zozan, der heqê Mizgînê de dibêje: “Ew di aliyê xwe yê hunerî de berfireh bû û stran û muzîka xwe wê çêdikir. Di afirandina melodiyan de jîr bû... Bi rastî ew hunermend bû, ji strana kurdî pir hez dikir.” Zozan di sala 1958’an da li gundê Goma Dono ya bi ser Bîngolê ve di nav malbateke nîvhalxweş de hat dinê. Ew hêj 17 salî bû ku di sala 1975’an da bi Îsmaîl Sayan re zewicî û hat Almanyayê. Li Ewropayê bêtir doza kurd nas kir û bi dengê xwe yê xweş di piraniya welatên Ewropayê de dest bi stranbêjiyê kir. Di destpêka karê xwe yê hunerî de gelek di bin bandora deng û hunera Şivan Perwer de dimîne û dema dengê wî dibihîse bêtir evîna wê ya ji huner û strana kurdî re geş dibe. Zozan der barê vê de wiha dibêje: “Ger şoreşa li bakurê Kurdistanê nebûya, ez nediketim nava cîhana hunerê...”
Di sala 1982’yan yekemîn kaseta xwe “Zozan 1” derxist ku bi germî ji aliyê gel ve hat pêşwazîkirin. Di wê kasêtê da strana” Heps û zindan ji bo me cenet” xwedî cihekî taybetî bû.
Di sala 1983’yan de şehîd Sefkan, Zozan, Emele, Guler, Seyîdxan, X. Bîrhat, şehîd Çiya û çend kesên din avakirina HUNERKOM’ê di nava gel de belav kirin. Piştre Koma Berxwedan hat avakirin. Hingî li rex şaxên din ên bizava siyasî, avakirina enîyeke hunerî ku di xizmeta dewlemendkirin û belavkirina stranên kurdî de be, pêngaveke girîng bû. Heta wê demê kurd di qada huner de hînî karê kolektîv nebibûn.
Dengê Zozan, Gulistan Perwer û Mizgînê di wan salan da xeml û rewşa meşên siyasî û mîtîngên kurdan bû ku carina 50 hezar kes tê de beşdar dibûn. Zozan bi wî dengê xwe yê xweş û zêrîn qetlîama Bîngolê û hêsîriya gelê kurd bi bîr tîne. “Bîngol şewitî” stranek bû ku li ser zimanê Zozanê di nava gel de belav bû û mîna bombayekê ku dengê wê li her derê belav bibe, bala gel kişand ser xwe û dilê dagirkeran êşand. Zozan, Seyîdxan, Xemgîn Bîrhat û Xelîl Xemgîn çar endamên herî kevin ên K. Berxwedan in ku ger rojekê dîroka hunera Kurdistanê bê nivîsandin, divê keda wan neyê jibîrkirin. Di jiyana Zozanê ya hunerî de tîyê wê Çiya gelek hevkariya wê kiriye. Zozan niha li welatê Almanyayê dijî û diya du zarokan e.
Wek Zozan û Emele didin xuyakirin di şahiyekê de wan hem stran, hem pêşkêşvanî û hem jî şano pêşkêş dikirin. Di vê qadê de jî Hunerkom û endamên K. Berxwedan xwedî kedeke nejibîrkirî ne.
Ji xeynî stranên ku di koma Berxwedan da gotine 5 albûmên Zozanê jî di nava gel de belav bûne: Zozan 1, Partîzan, Here Lawo, Gula Sor û Memedo Lawo Bêguman di nava cîhana jinên hunermend de Zozan stêrkeke geş e. |