|
Hemû cîhan dijminatiya Amerîkayê dike, li aliyê dî bi awayekî hemû welat muhtacî Amerîkayê ne. Wisa bûye ku kî dijberiya sîstema Amerîkayê neke ji mirovahatiyê nayê hesibandin. Wekî kes, hewldanên Amerîkayê ku cîhanê ber bi yek çand yek ziman ve dibe ji bo pêşeroja cîhanê weke xetereyekê dibînim.
Polîtîkayên ku li ser berjewendiyan tên meşandin welatên biçûk dike xwarina welatên mezin li gor min ne etîk e. Lê hinek tişt hene yan jî hinek kes gava diaxivin li zora mirovan diçe. Wekî ewropiyan. Piştî têkçûyina bloka sosyalîstan Ewropa bi dizî ji Amerîkayê re hemberiyê dike. Di serî de Fransa û Almanya dixwazin ew cîhanê îdare bikin, li ser daxwazên aborî di nava gelê xwe e antî-amerîkaîzmê pêş dixin. Tevliheviya Iraqê, Afganistanê û her wiha a Vîetnamê kirine benîştê devê xwe. Lê gava mirov li dîroka cîhanê difikire gunehê ewropiyan ê hemberî gelan sed qatî ji yê Amerîkayê zêdetir e. Kesek napirse Krîstoffer Colombê ku Amerîka keşf kir wekî lehengê nûjeniyê tê naskirin, gava bi mirovên xwe re pê li ernîgariya Amerîkayê kirin, çima bi hezaran Indîan (gelê wê herêmê) qir kirin? Ji gazên kîmyewî bigire heta çekên komkujiya mirovan ewropiyan îcat kirine. Herî zêde dema dibin parêzvaniya mafê heywanan dikin li zora min diçe. Li Afrîkayê, xelkê nêçîra heywanan ji bo xwarina xwe ya rojê dikirin. Lê dema ewropî gihiştîn Afrîkayê çekên ku yek carê bi dehan heywanan dikujin bi xwe re birin. Bi hatina ewropiyan nêçîrvanî li Afrîkayê ji pêwîstiya xwarina goşt derket bû egoîzma zewqa kesan. Ji bo şeyekî xaniman fîlek qetil kirin, ji bo destekî meymûnekê bidin ser maseyên xwe meymûn qetil kirin.
Li aliyê dî tevhileviya gelan a Afrîkayê sedî sed gunehê ewropiyan e. Demek berê sefîrê Swêdê û xwediyê pirtûka ‘Gelekî bêwelat kurd’ digot di parçebûn û tevliheviya Kurdistanê de herî zêde ewropî sûcdar in.
Di dema mudaxelaya Iraqê de bi hezaran kes li dij Amerîkayê derdiketin. Di esas de weke kes mirov naxwaze welat ji aliyê welatekî din ve bê bindestkirin. Lê ev kesên ku bibûn hîtê parêzvaniya mafê mirovan, dema 30 sal bû Sedam di serî de kurd û gelên dî qir dikirin li ku bûn? Ez dibihîzim gelek kes dibêjin dora Îranê ye. Wele ku Îran hovîtiya xwe berdewam bike divê yek mudaxele bike. Ma di kîjan qanûnê de hatiye nivîsîn ku mirov jinekê bigire li erdê kaş bike heta ku can dide û çima hîtê parazvanên mafê mirovan li hember hovîtiya ku Îranê li hemberî gerîlaya PJAK’ê kiriye bêdeng in?
Mabesta min ne ev e ku ez parêzvaniya Amerîkayê bikim û ewropiyan reş bikim an jî hinekî din. Weke hinek çepgirên bi xeyalan dijîn û edebiyata sêwiyan jî ne li gorî min e. Lê gava hinek bi hinek peyvên xemilandî hewl didin mirovan bixapînin li zora min diçe. Weke kurd divê ev rastî baş bê zanîn; yê ku hevkarî û dostaniya welatan destnîşan dike berjewendiyên aborî ne. Peyvên demokrasiyê bi tenê veşartin û mertalê hinek berjewendiyên dizî ne. |