|
Ev çend roj in weke her kurdî, li min jî xemgîniyek peydaye. Xew li warê min nemaye. Stûna dilê min hejiyaye. Karxezalê çîrokên dilê min bazdaye. Gotinên min reviya ne. Ho ho!! kevokên li qefesa singê min bask şikiyane. Haydarên perestgerên giyana min wendane. Cil û lîbas li min neyar e. Lawirên kovî yên dirinde, li mexelê dilê min, kon vedaye. D her gurziyek dilê min de sîng kutaye. Dengê vîçevîça çûkan jî nemaye, ji ser guliyê dara dilê min bazdane. Kenên li ser hinarikê min ên dişibiyan gulên bihuştê wendane. Dilbilê berdevkê hestên min, nema distrê û şaş û matmayî maye. Dengbêj,çirokbêj,govendkêj û govendzanan ji şevbûherka dilê min barkirine, zêrevanê berdevkê şevbûherka dilê min nexûya ye. Ho ho!! têlên tembûra dilê min qetiya ye tembûr, erbane û melodî lê ne mane.Firîndeyên li zerya dilê min bi cihên nediyar ve firiyane,qeraxê zerya dilê min, bê evindar û bê dildar mane.Şadî û sênayî ji zozanê dilê min, konên xwe bar kirine, tenê wawik û kondê kor lê mane. Rûbar, gol û cihokê li gurziyên çavên min zuhane. Li demsala havîna dilê min berf û pûk baraye. Pelgehên gul, nergiz û beybûnê li havîngeha dilê min qeşa hilaye. Ji palgehên hevîngeha dilê min, mîr û mîrek bar kiriye û di şûna wan de, bi rû û rûçikên xwe yên tirş û bigof, giyanqirêj û gornebaşan paldane. Ho Xemgiînim! Bi hinguriya êvarê re, zêrevanê şevê xebara nexweşiya kurê dayika me ya cê û qenc bi min ragihaye. Ho ho!! Xemgînim, dimirim, dixehirim, dişewitim dilerizim.
Xemgînî! Xemgînî ne ji me û ne jî jiyana me dûr e. Hema meriv dikanê bi hesanî bibêje ku xemgînî parçeyek ji jiyana me kurdane û jiyana me kurdan her û her bi bûyer, keser û nebaşiyan ve girêdayî dimeşe. Dimeşe û me bi nebaşî û kîretiyên xwe re, ditewişîne, dişikêne, dihecîne û li ser qesra heviyên dilê me tofana wendakirin û têkbirinê digerine. Her wiha tîrên xwe yên tûj ên dilsoj berî nava dil û hinavên me û nemazê kurên çê, kurê qenc yên dayika me ya di destên zirbavan de dîl e, dide. Dide û qesra dilê me ya ku me bi sed û sed êş, ked û xebat ê ji bo zimanê zarokên dayika me ya di bin nîr û pergalê zirbavan de dinale, avakiriye hildiweşîne. Hildiweşîne û pê re devê xwe bi deh geza vedike û bi tîqe tîqê dikene.
Yezdanê keînatê fermana mirinê daye û rihûstîn li zozanê me kon vedaye.
Nizanim! lê ez welê bawer im ku xweda jî bi kujerên ziman, çand, torê û her wiha bi kujerên pêşevan û serwerê zimanê me re, di nav danûsandinê de ye û ji bo wan alîkar e. Weke hûn ji pê agahdar in. Ev çend rojên dawîn em di rojname û malperan de di der barê kurê dayika me yê çê û qenc de, nûçeyên nebaş ên ku şûşa dilê me dişikêne û me di herikandina lasera dilê me de dixeniqîne, dixwînin. Dixwînin û di her xwendina nûçeyeke nû ya di der heqê wî û li mêzekirina wêneyên wî yên ku li nexweşxaneyê hatine kêşandin de, birûskên mirinê li perda ezmanê dilê me vedidin, dikin gure gur, qîje gîj û bi her vedana xwe re, kurek dayika me yê çê û qenc, ji me didize. Belê birûskên mirinê, li esmanê dilê me vedidin û ezmanê dilê me yê çîk hişîn ê sayî di yek kêliyekê de vediguhezine teblik ewran reş. Teblik ewrên reş stêrkên li esmanê dilê me, di nav pergalê xwe yê çîk reş de, ditemirine. Ditemirîne û nobadarê deşt û zozanê dilên me yek bi yek dikujin, dikujin û zozan û deştên esmanê dilê me, ji xwe re dikim cihê bezandina hespên xwe û pêşbirkê. Her wiha lebatên cestên me, xwe li hem ber birûskên mirinê yên ku li ezmanê dilê me vedidin û ezmanê dilê me hema weke keştiyek xwe li hem ber pêlên har yên zeryayê ranegire û bihece, dihecîne û bi lerizê dixe. Lebatê cestên me, xwe li hember birûskên li azmanê dil vedidin û lerizîna ku li cest payda bûye ranagirin û dikevin şînê, şîn girê didin, şînê digerînin. Dibe hewara wan. Di ser hev de dilorînin û digirîn.. Hestên me weke baya leza birûskê li hev radibin, li bin guhê hev dikevin û xwe li perda parastina çavan didin. Perda li ber çavan çirçirî dikin û rondik weke barana meha gulanê û bi awayekî bêrawestan ji ezmanê çav dirêjin -têne xwarê. Bi ketina her rondikeke axa de, guleke nû dibişkive. Dibişkive û ji rondikê çavên me, ji bo kurê dayika me yê çê û qenc, destê bi destê gul pêk tên.
Belê em gulên ji rondikê çavên me pêk hatine berhev dikin û:
Li ser pelgehê gula "merzekew! M. Li ser pelgehê gula "rihanê" E. Li ser pelgehê gula "hengkuj" H. liser pelgehê gula ": beybûn" M. Li ser pelgehê gula " qedife" E. Li ser pelgehê gula "yasemên" T. Li ser pelgehê gula "mêxik" U. Li ser pelgehê gula "leylank" Z. Li ser pelgehê gula "tolgin" U. Li ser pelgehê gula "binefşa belek" tîpa "N" dinivîsin û li ser per û baskên kevoka dikin û ji bo te dişînin kekê hêja! Mamosteyê payebilind. Afrhinerê Wêjeya gelê Kurd giyanpak Mehmet Uzun.
Ez wek ciwanekî kurd hêvî dikim ku tu di zûtirîn demê de, ji nexweşiya ku niha li cestên te peyda bûye xilas bibî û jiyana xwe ya mayî bi tenduristî bidomînî.
Firat_Mîrqasimlo.. 12. 06. 06. |