Yek ji têgihîştinên şaş ên di nav kadroyan de rû dide ew ku rexne û xwerexnekirin nayê pêşdebirin û ev yek wekî tiştekî bêwate tê dîtin. Di nav me de Nasir hebû. Digot, “Çi ye ev rexne û xwerexnekirin. Wekî derxistina gunehan a li dêran e. Me jî çarşefa dêrê li xwe kiriye.” Ferhat Efendî û yên din jî dixwestin ku rexne û xwerexnekirinê bi temamî ji holê rakin. Heke tu ji jiyana rêxistinê rexne û xwerexneyê derxî, tu tişt namîne. Binêrin, li ku derê pirskirina hesabê û dana hesabê tune be li wirê hilweşanîn dest pê kiriye. Tenê pirskirina hesabê û dana hesabê ji bo daxwazên azadî, edalet û demokrasiyê nabe bersiv. Dema ku em li dîrokê binêrin, serdestan her tim hesab pirs kiriye lê tu carî hesab nedane. Li ciyên ku tenê hesab tê pirsîn û tê dayîn em nikarin qala azadî, edalet û demokrasiyê bikin. PKK partiyek e ku hesabê didie û hesabê dipirse. Rastiya tevgerê ev e. Mezinbûna rêxistinê û hezkirina gel a ji bo rêxistinê ji vê tê. Kadroyên hereketê dê her tim vê ji xwe re wekî esas bigirin. Dê tu carî rexne û xwerexnekirinê sar nekin. Rexne û xwerexnekirin dê ne li gorî xwe bike, dê li gorî tevgerê bike. Rexnekirin ne reşkirin e. Rexne xwerexnekirinê dixwaze, yanî armanc ew e ku tiştê tê rexnekirin ji holê bê rakirin. Têgihîştina rexne û xwerexnekirinê ya tevgerê ev e. Heke tu tiştekî rexne dikî, tu yê hewl bidî ku wê ji holê rakî. Madem tu tiştê şaş radixî ber çavan, divê tu tiştê rast jî bînî ziman û bikî serdest. Rexne û xwerexnekirin ev e. Rexne ne ew e ku kêmasiyeke hevala/ê xwe bibînî û li dijî wê/î bi kar bînî. Rexne ew e ku tiştên şaş bînî ziman, xwerexne jî ew e ku wan tiştên şaş ji holê rakî. Kadro ne tenê rexne dike. Her wisa xwerexneya xwe jî dide. Heke wisa bikî, tu tevgerê diparêzî. Bila tu kes rexne û xwerexnekirinê bi zorakî nede sepandin. Heke ez bi ser diya xwe ve herim, ji tirsan be jî dê xwerexneya xwe bide. Kadro wisa nabe. Binêrin, tu kes Rêbertiyê rexne dike û li benda xwerexneya wî dimîne? Lê Rêbertî li Îmraliyê her roj di nav rexne û xwerexnekirinê de ye. Rêbertî bi vî awayekî xwe zindî û pak digire. Heke ne wisa be ew ê bikeve û pê re jî rêxistin bikeve. Ji bo vê yekê jî, ji bo ku rêxistin û gel nekevin, her roj di nav rexne û xwerexnekirinê de ye. Têgihîştina rêxistinê ev e. Têgihîştina me ne rexne û xwerexnekirineke bi darê zorê ye. Kadro divê vê yekê ji dil bike. Dê bi têgihîştina pêwîstiya wê tevbigere û bi vî awayî xwe pak bigire. Heke wisa be tu yê xwe bigirî bin kontrola xwe û zirarê nedî gel û rêxistinê. Tu kesî wekî vê rêxistinê rexne û xwerexnekirinê bi pêş ve nebir. Tevger bi vê bi pêş ve çû.
Rêbertî di dîroka tevgerê de du caran rexne û xwerexnekirinên mezin dan. Yek di avabûna tevgerê de pêk hat. Rêbertî bi vê yekê şoreşa tevgerê û şoreşa jinê bi pêş ve bir. Piştre li Îmraliyê rexne û xwerexnekirineke mezintir kir û xwest ku pirsgirêka heyî bi çareseriyekê biencam bibe. Rexne û xwerexnekirina Rêbertî a di avabûnê de Kurdistan û Rojhilata navîn digirt nav xwe. Di ya duyemîn de bi awayekî berfirehtir, tevahiya dinyayê xist nava xwe. Serokatiyê li ser vê, paradîgmaya nû bi pêş xist. Serokatiya ku ji bo me esas e, Serokatiyeke wisa ye. Yên nikarin rexne û xwerexnekirinê bikin nikarin bibin kadro. Yê wisa nebe dê her tim xira bibe û xira bike. Ev net e.
Dipeyive, rastiyan tîne ziman û wisa fêm dike ku tiştekî rast dike. Tiştên wisa jî di nav kadroyan de pêk tên. Ev têgihîştin jî bir xeternak in. Tenê bi axaftinê şoreşgeriyê dike. Tiştên dibêje naxe pratîkekê. Tenê diaxive û dibêje bila yên din bikin. Ev ne şoreşgerî ye, ev amirî ye. Amirên ku karmendan kontrol dikin hene, amir dibêje karmend jî pêk tîne. Hinek hevalên me jî wekî van amiran tenê diaxivin. Têkiliya vê yekê bi şoreşgeriyê re tune. Şoreşgerî yekbûna gotin û kirinê ye. Şoreşgeriya tevgerê ev e. yanî tu yê hem bipeyivî hem jî bikî. Diyalektîk û rastiya Serokatiyê ya tevgerê ev e. Hinek dixwazin tenê bi axaftinê tiştan safî bikin. Nakevin pratîkê. Tiştên rast dibêjin, rexneyên wan di cih dene, piştre dibêjin “me ya rast kir”. Li virê ew xwe dixapînin. Ji bo ku karibî tiştekî rast bikî divê rast bipeyivî, lê ev bi tenê serê xwe nayê wê wateyê ku tu yê rast bikî. Ya rast ew e ku tiştê te aniye ziman bixî pratîkê jî. Dîsa ji bo tiştekî rast bikî divê rêbaz, tempo û usluba te jî rast be. Wisa ne hêsan e ku tiştekî rast bikî. Her kes dikare tiştên rast bipeyive, lê her kes nikare tiştên rast bike. Ki derveyî me jî gelek kes tiştên rast dibêjin lê ev nayê wê wateyê ku ew tiştên rast dikin. Va ye hinek heval dibêjin, “min rexne kir, min ya rast anî ziman û tiştê dikeve ser xwe bi cih anî.” Rast e, te rexne kir, nirxandina te di cih de bû lê te çi xistin pratîkê. Ya girîng ne ew e ku tenê rast bipeyivî, divê di heman demê de ya rast jî bikî. Madem tu tiştê şaş rexne dikî, nexwe tu yê tiştê şaş ji holê rakî û tiştê rast bixî şûna wê. Heke tu wisa bikî, tu yê tiştê rast bikî.
|
|