Ji destpêka dîroka mirovahiyê heta roja îro herdem mirovên serhişkê jiyanek azad derketinin, herdem tolhildêrê pêlek bayê bi rûmet derketinin. Van kesan parastina rûmeta mirovan û civakê ji xwere kiriye kar û bar.
Mîna gelek mirovan çavê xwe ji ber rojê ne giritinin, wan dilên xwe ji tîrêjên rojê re vekirinin, xwe wek mertalên parastina hebûna mirovatiyê dîtinin herdem.
Van kesan berê xwe danin çiyayên ku di dilê xwe de agir û roj neqişandiye, berê xwe danin warê pîrozahiya rojê. Sînga xwe kirinin mertalên ku hêviyên bi milyonan di xwe de vedişêre, xwe kirinin şûrên ku azadiyê diparêze. Û her kesek ji me jî zane, bê nobedariya azadiyê çiqas bê hempa ye.
Ev gotinên min ji kesên ku ji nava hemû xemsariya civakê derketinin, ji nava qirêjiya ku mirov bi destê xwe ava dike derketine li hemberî zextan serê xwe bera ber xwe nedanin, û berê xwe danin çiyayên ku Binevş bê xem û Berfîn bê tirs mezin dibin.
Berê xwe danin çiyayên ku li ser germahiya dilê xwe lat û zinaran radike govendê. Berê xwe danin warên ku hest xwe li ber germahiya rojê dişo û dil xwe bi hêrsa azadiya dadigre.
Ev risteyên ku ji dilê min mîna Zap û Avaşîn diherikin, ji bo hêja miovan rene, ku li serê çiyan ji bo rûmet û azadiya gelekî şer bi bê wicdaniya dîrokê re dikin.
Carînan bi navê Hêzên Parastina Gel tê bilêvkirin, carînan dibin Hêzên Taybet ji bo azadiya gelê xwe, carna jî dibin Star û Stêrk û doşekên xwe li ezmanên welatê agir û rojê datînin û carînan jî xwe li perçeyên Kurdistanê belav dikin û dibin Hêzên Rojhilat û mîna rojê ji welatê agir û rojê re hiltên.
Nobedarên Azadiyê dizanin ku dema tu dilê xwe ji agir re veke, ewê agir te neşewitîne, ewê te xurt bike, dizanin û dikarin Avaşîn û Zap di dilê xwe de derbas bikin û berbi okyanûsan ve bişîne.
Û dûvre gulleyên ku ji çekên wan derdikevin berbi rojên azad ve difiririn û diçin. Ev gulle ewê bibe tîr û rimên ku ewê azadiya gelekî bîne.
Ev çend gotin ji hêja mirovên Gerîlla re ne. Bi hêviya hevdîtinek di pîrozahiya rojê de.
|
|