|
Serê her êvarê
Serê wê êvarê tê bîra min…
Kêlikên întiharê
Demê bejna xwe çemand li ber dewrana rûreş. Bêhn li kêlikan çikiyabû. Hesret û hêviyên birîndar nema li neynika eniya xwe dinêrîn ji şerma xwe. Çok vedan xewn û xeyalên ketine ber hilma bayê demê.
Û bayê demê di nava kêlikên întîharê de diperpitî...
Jiyanê li xwe digeriya her ku bi mirinê dihesiya careke din…
Serê êvarekê bû
Serê êvarekê bû. Hema hema roj diçû ava… Mîna niha li ber çavên min e. Li ser latekî bilind rûniştibûm. Min ruhê xwe dabû ber bayê demê. Dilê min xwe li sînga min dida.
Canejineke ji periyan perîtir, li navserê çiyayekî li bin asîmenekî şîn, li ser piyan li ewrên gerok temaşe dikir. Kûr û dûr difikirî. Ji nişka ve dengek hat. Veciniqî canejin, bêyî hemdê xwe. Û berê xwe da cihê ku deng jê hatibû...
Kevokek û mirovek
Dengek. Ku bala çiyayê bilind jî kişandibû û asîman hişyar kiribû ji sergêjiya rojê de.
Dengek.
Dengê fira kevokekê.
Kevokekê -bawerim baskên wê şikestîbûn hinekî, lê dîsa difiriya- bi çavên xwe dît ku dema wî bayê bênav û nîşan rûyê axê mist da ji axîn û nalîna axê sûlav ew qas giriyan lat û zinar heliyan li gel gelî û newalan…
Û min di nava bibîkên her du çavên wê canejinê de dît ku li ser peyarêyekê mirovek dimeşiya. Li pey wî hin mirovên din…
Mirov dimeşiyan li ser peyarêyên kolaneke bajarekî xwewindakirî. Ku haja wan bi asîmanan tune bû. Çiyan ji bîr kiribûn. Dol û newal nas nekiribûn. Şikêr û şikeft di ferhenga jiyana wan de tunebû. Wan ba û ax, av û êgir dixapand. Wan nema axîn û nalîn dibihîst. Wan tu caran canejin û kevok li qesra dilê xwe nekiribûn mêvan, ku ew bibûn xwedî qesr, lê wan tu caran dilê xwe nekiribû taca qesra xwe.
Çi xerîb e, lê ew canejin bi salan berî niha pêhesiyabû ku haja wan bi wan jî tune bû!..
Zarokek
Nizanim ku de diçûn ew mirov; lê dengê lingê wan, dengê bêdengiya wan, şikl û şemala bejn û bala wan, çavên min dabûn pey wan, li gel dil û giyana min.
Li gel awirên wê canejina ku guneha xwe tanî bi wan kolanan.
Li gel ewrokên ku her tim rondik dirijandin ji bo halê wan.
Li gel asîmanê ku êdî nedizanî dê çi bike her ku dimeşiyan ev mirovên ku nedizanîn ku de diçûn!..
Navberekê zarokekî, bi çavên xwe yên biçûk li rûyê dayika xwe nêrî û jê re got, dema dimeşiyan li ser kolanê: ‘Dayê em ku de diçin?’
Di tariya şevê de
Roj hêdî hêdî diçû ava!..
Rojê xatir dixwest ji êvarê!..
Êvar heta ku careke din roj silavê bidê li benda ronahiya stêrkan bû.
Şev bû. Gelek tarî bû. Û li gelek dûr stêrkekê xuya kir.
Dibiriqî. Diçurisî.
Min di nava çavê wê canejinê de dît ku berê mirovek pêhesiya.
Paşî… |