| |
| Eklenme Tarihi: 17.06.2008 Saat: 00:03 |
|
|
Li Tirkiyeyê pirsgirêkên bingehîn hebûna xwe diparêzin. Em dikarin bibêjin ku ev pirsgirêk wisa aloz bûne ku mirov ji nav dernakeve. Asteya ku îro pirsgirêkên qada siyasî, civakî û aborî gihîştinê nîşana vê yekê ya berbiçav e. Pirsgirêkên ku îro di navbera saziyên bingehîn ên li gorî hiqûqa dewleta burjûwayê rû didin hatine asteke wisa ku nayên çareserkirin. Cudahiya erkên qanûndanîn, daraz û birêvebirinê gihîştiye bend û têkiliyên Monteskûl. Bingeha têkiliya ku di navbera van de jî bê sazkirin fonksiyonbûyîna hiqûqa dewleta burjûwayê ye. Ev cudabûna hêzan li hemberî monarşiyê di avabûna dewleta burjûwaziyê de her çiqas ji bo rakirina astengiyên li pêşiya geşedanên şaristaniya kapîtalîst rol lîstibe jî, di şertên kapîtalîzmê de ku ber bi tekelbûnê ve çûye, bûye weke rêgezeke ku êdî zêde hukmê wê nemaye.
Dîktatoriyên burjûwaziyê qanûndanîn jî, daraz jî, birêvebirin jî xistine destê xwe. Nehiştine ku ji bilî wan desthilatdarî bikeve destê tu kesên din. Ne gengaz e ku mirov pirsgirêkên ku di navbera kesên îdia dikin ku li Tirkiyeyê erka siyasî di destê wan de ye wekî cudahiya erkên ku Monteskûl bihesibîne. Bêguman li Tirkiyeyê hêzên cuda yên serdest hene û di navbera wan de jî şerê desthilatdariyê berdewam e. Lê belê ev, wekî ku Monteskûl dibêje xwedî erkeke ku dengeyên di navbera dewletê de biparêzin nîn in. Di şerê di navbera van de şerê desthilatdariyê ye. Ev hêz her çiqas li gorî ku hatine bicihkirin xwe wekî qanûndanîn, daraz û birêvebirin bi nav bikin jî tu ferqeke wan ji klîkên desthilatdar nîn e.
Li Tirkiyeyê pirsgirêkên ku di qada siyasî de têne jiyîn di navbera van klîkan de berdewam e. Ev klîk li ser organên cuda yên desthilatdariyê dibin xwedî hêz. Îro pirsgirêkên di navbera daraz û birêvebirinê de jî têne dîtin ji şerê di navbera klîkên cuda de yê desthilatdariyê bêtir tiştek nîn e.
Mirov dikare bibêje nakokiyên herî cidî yên ku li Tirkiyeyê têne jiyîn di serî de nakokiyên di navbera siyasetê de ne. Lê belê çawa ku hêz û qewata wan hêzên ku ji bo desthilatdariyê têdikoşin didin ku hev û din têk bibin, tuneye, wisa jî mecbûrî hebûna hev û din in. Sedemê ku ev şerê di navbera van hêzan de ev qas dirêj kir ev yek, tiştekî din nîn e. Pirsgirêkên ku di qada siyasetê de têne dîtin, yek bi yek bandora xwe li ser qada civakî jî dikin. Mirov dikare bibêje ku bi pirsgirêkên qada civakî re di nav hev de ne. Li Tirkiyeyê civak dikeve derveyî dirûvê ku di çarîka sedsala 20’emîn de hatibû diyarkirin.
Bi bandora geşedanên global ku hatine afirandin, geşedanên ku li hundirîn jî têne jiyîn rolek ber bi şeweyeke nû de lîstiye. Di vê wateyê de geşedanên ji ber global û bûyerên hundirîn ên civakê jiyane ku şekildanek çêbûye, li gorî rastiya sedsala 20’emîn ku şekle derketiye holê di nava wan de pirsgirêkên cidî hene.
Ev rastî bûye sedema cudahiyeke mezin a di navbera dewlet û civakê de. Her çiqas ev yek ji her hêlê ve rasteqîneke aşkera nebibe jî, dîsa jî tiştekî berbiçav e. Ev nakokiya di navbera civak û dewletê de kiriye ku civak ji nû ve xwe saz bike. Dijberiya desthilatdariya dewletî bi vî awayî derdikeve pêş. Lê belê li şûna civaka serdest û dewletî, ka dê çi bête danîn, hê jî ji hêla civakê ve di asta lêgerînê de ye. Di vê mijarê de lêgerîneke bi israr heye. Di vê çarçoveyê de li Tirkiyeyê jî hêzeke navxweyî û li hemberî dewletê heye ev jî ji van nakokiyan dertê. Ev yek pêşiya lêgerîna civakeke alternatîf jî vedike.
Di qada aborî de jî dewlet û civak tam di nava têkçûnekê de ne. Çawa ku di qada aborî de develuasyon, enflasyon, subvansiyaon, emîsyon û hwd. ji pirsgirêkan re nebûne çare, berevajî hê jî bûne sedemê kûrbûna pirsgirêkê. Bi derbasbûyîna pereyê tirkî yê nû re xwestin ku pereyê tirkan devalue bikin û li bazarê qîmet bidinê, lê belê wî jî di demeke kin de qîmeta xwe winda kir û hate xwar. Li Tirkiyeyê careke din enflasyon du reqemî derket holê. Pê re jî zem, xela, bazara reş.
Bi kûrbûna van pirsgirêkên qada aborî de hêrsa qezenceke mezin jî mirov girtine. Ji bo vê hêrsa qezenca mezin xweza tê tehrîbkirin û dewlemendiyên xwezayê bi awayekî hovane têne bikaranîn. Ev yek jî dengeyên ekolojîk diguhere. Di encama van guherînan de jî demsal têne guherîn, hişkesalî çêdibe.
Li Tirkiyeyê ev pirsgirêk tev di nav hev de têne jiyîn. Ji ber vê yekê hewce ye ku Tirkiye di demeke kin de ji van pirsgirêkan xilas bibe. Lê belê ji bo ku ji van pirsgirêkan xilas bibe heta niha tu gaveke berbiçav jî neavêtiye. Di qada siyasî de hêzên desthilatdar ketine nava şerê rantê. Ne xema wane ka “civak ji holê radibe”, “xweza ji holê radibe”. Li hemberî vê yekê mirov nikare bibêje ku hêzên alternatîf jî têra xwe rêxistinbûyîna xwe xurt kirine. Di qada aborî de qeyranek heye û têkçûna xwezayê tê jiyîn. Ji bo ku Tirkiye ji van pirsgirêkên civakî, siyasî û aborî xilas bibe û pêşiya têkçûyîna xwezayê bigire divê ku çareseriyeke bingehîn ji van pirsgirêkan re bîne. Pradîgmaya ekolojîk, demokratîk û azadiya cinsî ku Rêber Apo wekî paradîgmaya nû bi nav kiriye, ji her kesî bêtir îro ji Tirkiyeyê re lazim e.
Pirsgirêkên Tirkiyeyê dê bi demokratîkbûyînê re çareser bibin. Ne gengaz e ku di navbera hêzên desthilatdar de tercîhek bê kirin. Heke ku tercîheke wisa bê kirin jî ne gengaz e ku ev yek pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bike. Berevajî dê hê jî van pirsgirêkan mezintir bike. Ji bo çareseriya pirsgirêkên li Tirkiyeyê jî rola mezin dikeve ser milê civakê. Ji bo ku civak bi xwezaya ku ew ji neyînê aniye heyîne re bijî, divê ku vê rola xwe bilîze. Bi riyeke demokratîk çareserkirina pirsgirêka kurd jî dê sazîbûna paşverû jî bi xwe re birûxîne. Ev yek jî dê bike ku civak jî rola xwe bilîze. Dema ku di vî warî de gav hatin avêtin dê pirsgirêkên li Tirkiyeyê jî bikevin pêvajoya çareseriyê. Okunma: 156 |
|
Yazdır Yorum Ekle (Not: Yorum sadece üyeler tarafından yazılabılınır. Yazılan yorumlar yönetim tarafından onaylanmak için beklemeye alınıyor.) |
|
|
|
 |
| |
|