| |
| Eklenme Tarihi: 17.06.2008 Saat: 23:29 |
|
|
Piştî pêşkêş kirina rapora nûnerê taybet ê Netewên Yekbûyî(NY) Sitivên Dimistora rojeva siyasî li İraqê(Herema Kurdistanê) hate guhertin. Bi hilweşandina rêjîma Basse li gor zagona dewletê ya demi ya İraqê(giçicî develet kanunu) pêwîste bi xala 58 pirsgirêka bajarê Kerkûk û navçeyên xwedî pirsgirêk, bi riya vê xala 58 were çareserkirin. Lê ji ber hikumeta İbrahim El Ceferî ev xal pêk nehat, bi hatina hilbijartinê sala 2005 an û refrandoma giştî ku di heman salê de li ser zagona iraqê hatibû kirin, xala 58 an ya zagona dewleta demî weke xala 140 kete zagona bingehî ya iraqê. Xala 140 jî ji bo çareserkirina pirsgirêka Kerkûkê û navçeyên din bi ser qunaxan re pêşeroja xwe diyar bibe.
Qunaxa yekemîn asayîkirina rewşa Kerkûk, duyemîn serhijmariya bajêr û qunaxa dawî û sêyemîn pêkanîna rafrandomê bû. Pêwiste ev her sê qunaxa di dawiya 2007 an de di 30 kununê de bi dawî hatiba. Lê ji ber rêyadarên İraqê û bi taybet yên herêma Kurdistanê li ser xala 140 ne rawastiyan ev xal pêk nehat, sedema vê yekê jî wke di dawrê teknîkî de pirsgirêk hene rafrandoma kerkukkê ji bo 6 hemên din jî paşve hate xistin û NY weke alikar di warê teknîkî ve hatê pêşneyar kirin ku destek bide xala 140 ê.
‘Aşkerekirina rapora NY ne siprîz bû’
Di ser pavexistina refrandoma Kerkûkê tenê 14 roj mane, lê hîna ev pirsgirêk li cihê maye, li şûna pêkanîna refrandomê pirsgirêkeke, piesgirekêk din jî zêdebû, ku di demekê de her kes li bendê bû ku wê refrandom careke din paşkeve, rapora NY weke banzîn bi agirda bikin kete rojeva rêyadar û gelê herêma kurdistanê.
Netewên Yekebû, ne li İraqê tenê, her wiha li Sudan Herêma Darforê jî heman tişt kir, di demekê de hikumeta Sudan gişte asta teslîmbûnê ji bo çareserkirina pirsgirêka Derforê NY ji roja ku mudexele darfor heyanî niha pirsgirêk nehatiye çareser kirin. dîsan piştî şerê Hizêranê yê di navbêra Lubnan û Hizbullah de ya sala 2007 an Ny weke hêza çareseriyê mudexeleya Lubnan jî kir, lê di encamê de kirîza Lubnanê berdawam kir ku heyanî bi piêşneyara Qatarê aliyên Lubnan hatin cem hev û ev pirsgirêk bertearaf kirin.
Li İraqê jî em dibinin 6 mehên dawî de NY bi pêşneyara rêyedarên iraqê destwerdana xwe ji xala 140 re kir. Lê weke pirsgirêka Sudan ya herêma derforê û kirîza Lubnan ê hîna çareserî jêre nedîtiyê. Ji çareseriyê zêdetir pirsgirêka Kerkûkê weke xiste bombeye eyar kirî kêngî biteqe nediyare. Partiyên desthilat li herêma kurdistanê ji bo rê li ber iradebûna xwe di mijare kerkûkê de bigrin bi hikumeta İraqê re li hevkir ku NY mudexeleya pirsgirêka Kerkûkê bibe ji ber ev pêşneyar yek ji daxwezên welatê cîran ê ê iraqê bû. Weke encama ku ji rapoara Sitiven Di mestora derketiye, ne daxwezên İraqê bêtir li gor daxwezên Turkiyê hatiye amedekirin ji ber ji roja roj de yê herî li hember ne pêkanîna refrandomê li Kerkûkê ber xwedide Turkiyê ye.
‘Raopra NY xelata duyemîn ji bo Turkiyê ye’
Sala 2003 an de dema rêjîma Bass hildiweşe pêşmergeyên PDK’ê û YNK’ê bajarê Musul û Kerkûkê digirn dest xwe, ev yek li gel Turkiyê dingiraniyeke mezin çêdike, li ser daxweza turkiyê hêzên peşmerge di nava 72 saatan de ji Musul û kerkûkê derdikevin. Di wê demê de Emerîka soz dide Turkiyê ku wê pêşmergeyan ji Musul û kerkûkê derxîne lê miqabilî vê yeke Emerîka daxwez ji Turkiyê dike ku mudexeleya Herêma Kurdistanê neke, dîsan piştî refrandoma sala 2005 an ku ji bo zagona iraqê hate bû kirin Turkiyê xwe mudexeleya Kerkûkê bike ji ber di zagonê de xala 140 pêşeroja Kerkûkê diyar dikin. Ji bo ev pirsgirêk mezin nebe nûnerê Emerîka yê wê demê Zalmayî Xelîl Zad li ser mijara Kerkûkê, Hikumeta Herêma Kurdistanê û dewleta Turkiyê li hev tîne, li gor agahiyan soza Xalmayî Xelil Zad wê Hikumeta Herêma Kurdistanê di Kurdistaniya pirsgirêka Kerkûkê de israr neke û rê bide pirsgirêka kerkûkê bi riya zagonê were çareserkirin û li beramber vê yekê wê Turkiyê êrîşên xwe nîne ser herêma Kurdistanê û axa başûrê Kurdistanê dagir neke.
Di 30 kanuna 2007 an de dema ku hatibû diyar kirin ji bo pêkanîna rafrandomê bi dawî bû, bi dawî bûna êrîşên Dewleta Turkiyê di 16 kanuna heman salê de li ser qadên parastina medyayê li çiyayên Qendilê dest pêkirin. Êrîşên artêşa Turkiyê yên di 16 kanunê de isbat kir ku peymana di navbêra Turkiyê û herêma kurdistanê dibin baskê Zelmayî Xelil Zad de ji xapandina Kurdan tiştekî din nebû. Di pêvajoya 6 heman de ku 14 roj mane xilas be ji bo dema hatiye diyar kirin ya rafrandoma Kerkûkê, demeke herî zêde êrîşên Turkiyê li ser herêma Kurdistanê hatine kirin ji bo refrandom li Kerkûkê pêk neye. Turkiyê bi vê yekê tenê nekir di qada navnetewî de jî diplomasiyeke mezin kir ku cihanê li pişxwe bigre di bin navê şerê li dijî terorê û parastina yekpar axa İraqê, weke mînak komara islamî ya iranê jî kire hevkarê xwe ji bo têkbirina aramiya herêma kurdistanê.
Bi dawî bûna dîroka diyar kirî ji bo refrandoma kerkûkê, xaleke din ya girîng ewe ku di heman demê de peyamneke nû kete rojevê li dijî kurdan û bi hevakariya hinek birayên kurd, piştî bi dawî bûna dama diyarker ji bo refrandoma Kerkûkê bi 15 rojan êrîşên artêşa Turkiyê bi awayekî fîlî li ser herema Kurdistanê dest pêdikin. Êrîşên Turkiyê isbat kir ku, Emerîka, Turkiyê û dostên wan di mijara Kerkûkê û tesfiyekirina tevgera azadiyê bê iradekirina kurdan dixwezin, bi awayekî vekirî û veşartî Emerîka piştgiriyê dide Turkiyê û agahiyên istxbaratî perêre parve dike, ji aliyê dîve xwe dostê herî nêzîk yê kurdan nişan dide, dîsan Turkiyê bê biçe ferqa bakur û başûr kurdan hemûyan weke topyekûn tehlike ilan dike ji aliyên din de di xwezê bi vekirina televizyonê Kurdî li bakur û pêşxistina peywendiyên bi rêyedarên başûrê kurdistanê re tekîliyan pêş bixîne. Di heman mijarê de NY jî ku ji devre ve bihelwesta xwe ya mehsumane tê naskirin di nava xwe de ji naveroka navê xwe dor Netewên Yebûyî, berovajî navê xwe belavkirina netwean dixweze, yanê li şûna NY dibe BN, rapora nûnerê taybet yê NY Sitiven Di mestora mînaka vê belav netewane, weke di sere nivîsê de hatiye bi nav kirin rapora NY weke bomeyeke bi saat weke Tirk dibêjin hatiye qurmişkirin ne.
Desthilata başûrê kurdistanê dizanîn wê raporeke ne li gor dilê wan were pêşkêş kirin. yanê ev rapor ne siprîzek bû ji hikumeta herêmê re, ji ber bi mehan beriya niha hinek ji rêyadarên partiyên desthilata kurdistanê digotin wê hin navçê bê rafrandom vegerin ser herêma kurdistanê, isbata van gotinan jî nebûna helwesteke tund ji aliyê hikumeta herêma kurdistanê ye. Her çendê perlamana Kurdistanê bi taybet ji bo rapora NY civiya jî perlamana kurdistan nekarî helwesteke zelal nişan bide li dijî NY û rapora NY ji naverokê dor û birêz Sitivên Di mestora bi kesayetekî xwedî tecrube û niyet baş wesif kir, dîsan daxuyaniyên ku ji rêyadarên Hikumeta herêma Kurdistanê û serokatiya herêma kurdistanê derketine ji redfileke normal derbaz nake, di weteyeke din reflekseke normal û xizayîye. Pêwîste Hikumeta Herêma Kurdistanê, Serokatiya Herêmê bi hemû sazî û deszgehên xwe xwedî helwesteke tundbin, çekiyên demukrastî û xwepêşandanê aştiyanê nerazîbûnê xwe diyar bikin. Ji ber rapora NY bê iradekirina gelê başûr li Herêma Kurdistanê ye, ye ku bi iradeya xwe ya azad di rafrandoma zagona bingehî de denge xwe bi serfiraz bikar aniye ve gele û pêwiste ve gel bê irade nemine.
|
|
Yazdır Yorum Ekle (Not: Yorum sadece üyeler tarafından yazılabılınır. Yazılan yorumlar yönetim tarafından onaylanmak için beklemeye alınıyor.) |
|
|
|
 |
| |
|