| |
| Eklenme Tarihi: 30.06.2008 Saat: 18:22 |
|
|
Zextên li ser çapameniya azad a alternatîf her diçe dijwartir dibin. Di demeke ku rejîma þerê taybet a tirk li hemberî çapemeniya azad a alternatîf zextên xwe giran dike, zextên hêzên navneteweyî jî lê zêde dibin. Ev rastî têkiliya di navbera rejîma þerê taybet a tirk û hêzên global ên navneteweyî nîþan dide û radixe ber çavan ka li hemberî gelê kurd di nava hevkariyeke çawa de ne. Rejîma þerê taybet a tirk di êrîþên li hemberî gelê kurd de, di destpêkê de organên weþan û ragihandinê yên çapemeniya azad ji xwe re dike hedef.
Ji bo gihîþtina armancên xwe, vê yekê mîna karê herî girîng dibîne. Ji ber vê yekê jî êrîþkariya xwe ya di çerçoveya þerê taybet-qirêj yê giþtî ku li hemberî gelê kurd dimeþîne de bi êrîþkirina çapemenî-ragihandinê dide destpêkirin. Bi giþtî organên çapemenî û weþanê, ragihandin û agahdarî mîna qadeke jêneger tên dîtin. Hêzên li ser organên çapemenî û ragihandinê di praktîzekirina polîtikayên xwe de yên herî xwedî derfet in. Rejîma þerê taybet jî ku li gorî vê rastiyê tevdigere, bikaranîna çapemenî û ragihandinê ji ba xwe girîng dibîne. Li hemberî vê yekê jî organên çapemenî û ragihandinê yên ji bo xwe mîna astengî dibîne, bêdengkirina wan mîna karê destpêkê dide ber xwe. Di bin êrîþkariya rejîma þerê taybet a tirk a li hemberî organên çapemenî û ragihandinê de ev rastî heye. Rejîma þerê taybet a tirk gelek qadên Kurdistanê mîna ‘Herêmên taybet ên ewlekariyê’ îlan kirine. Taybetmendiya sereke ya van herêman ew e ku ji jiyana sivîl re tên girtin û ev herêm bi rêziknameya leþkerî tên birêvebirin. Çûyîn û hatina van herêman bi destûrê dikare pêk were, her wiha xabata organên çapemenî û weþanê a li vê herêmê jî tenê dikare bi destûra rayedarên leþkerî pêk were. Tiþtê bi vê yekê dixwazin bikin diyar e; li van deran di bin kontrola dewletê de her tiþt dikare were kirin lê bi tu awayî pêkanîn divê ji derve ve neyên bihîstin.
Di encameke xwezayî ya van polîtikayan de bisînorkirina organên weþan û çapameniyê, heger karibin, bi giþtî bêdengkirina wan hedef kirine. Li gorî vê yekê organên çapemenî û weþanê xistine hedefa yekemîn a êrîþê. Di roja me de derbarê bi dehan rojnamevanan de doz hatine vekirin. Van rojnamevanan diavêjin girtîgehan, li aliyê din jî rojnameyên lê dixebitin tên girtin. Belavkirina rojnameyan tê astengkirin, bêyî ku hinceteke qanûnî nîþan bidin jî mîna li derveyî qanûnî ne, tên nîþandan û weke ‘sedema sûc’ tên dîtin. Di asta em gihîþtinê de jî di serî de Almanya, hêzên navnetewî jî beþdarî êrîþkariya rejîma þerê taybet a tirk dibin û organên çapemenî û ragihandinê dikin hedef. Rejîma þerê taybet a tirk, bi vê yekê re di qada navnetewî de hevkarê xwe yê sûc dîtine. Dewleta tirk di nava sînorê xwe de êrîþî organên çapemeniyê yên li nava xwe dike, cihê ku destê wê nagihîjê jî bi riya van hêzan dixwaze mudaxele bike. Li welatên cuda yên Ewropayê êrîþkariya li ser organên cuda yên li van deran weþanê dikin, tev di çerçoveya vê konseptê de pêk tên.
Ev êrîþ herî zêde li hemberî ROJ TV’ê pêk tên. Dewleta tirk dema têkiliyan bi pêþ dixîne di serî de dewletên Ewropa ji hêzên navnetewî di destpêkê de helwesta wan a li hember ROJ TV’ê pirs dike û paþê dixwaze li hemberî wê helwestê nîþan bidin. Heger di vê mijarê de bersiveke erênî bigire, destnîþan dike ku dikare têkiliyeke germ deyne û amade ye gelek tawîzan jî bide.
Di vê mijarê de dewleta tirk hin encamên ku karibe ji bo xwe bi kar bîne bi dest xistine. Mînakên vê yekê yên demên borî jî hene. Hata em dikarin bêjin dewleta tirk ji encamên berê bi dest xistine hêzê digire û dixwaze zextê bide ser organên çapemenî û ragihandinê yên di nava sînorên xwe û derveyî sînorên xwe de.
Ev daxwaziyên dewleta tirk, ji aliyê hêzên navnetewî ve jî ji bo berjewendiyan tên bikaranîn. Hata ev hêz van daxwazên dewleta tirk dikin mijara bazarê. Zexta ku Almanya dixwaze li ser ROJ TV’ê bi pêþ bixe jî ji ber vê yekê ye. Tevî ku Almanya bi qanûnên xwe re dikeve nakokiyê jî, mudaxelekirinê ji bo berjewendiyên xwe dibîne. Tê zanîn ku ROJ TV ne li gorî qanûnên Almanyayê hatiye sazkirin. Tevî vê yekê jî çawa dibe ku ji bo xwe maf dibîne ku ji Danîmarka û Belçîkayê der barê ROJ TV’ê de tiþtan dixwaze. Dema vê yekê dike jî, êrîþê dibe ser saziyên di nava sînorê dewleta xwe de yên bi ROJ TV’ê re têkildar. Zext û serdegirtinên demên dawî di vê çerçoveyê de ne. Em dixwazin destnîþan bikin ku dewleta alman qanûnên xwe binpê dike. Dezgehên darazê di ferqa vê rastiyê de ne. Dezgehên daraza Almanyayê dibînin ku ev êrîþ di çerçoveya berjewendiyên siyasî de tên rojevê. Di demên borî de jî helwestên bi heman rengî hatin nîþandan. Hikûmeta Almanyayê bi têgihiþtina talankerî avêtibû ser rojnameya Ozgur Politikayê, dest danîbû ser hemû hebûnên wê, ketina avahiyê qedexe kiribû û deriyê wê kilît kiribû. Lê belê paþê ev bêhiqûqiya Hikûmeta Almanyayê ji aliyê dadgehê ve hate dîtin û biryar da ku Rojnameya Ozgur Politikayê dîsa karibe weþanê bike. Tiþtê niha bê jiyîn jî wê ji vê yekê ne cudatir be. Dewleta alman jî di cudahiya vê yekê de ye. Lê tevî dizane jî êrîþên xwe yên bi vî rengî didomîne.
Sedemên ku dewleta alman ewqasî êrîþê tîne ser organên çapemenî û weþanê yên dengê gelê kurd in, ji aliyê me ve diyar in. Hêzên navnetewî di êrîþkariya li dijî gelê kurd yên li Ewropayê de dewleta alman wezîfedar kirine. Dewleta alman di vê mijarê de li gorî wezîfeya hatiye dayin tevdigere. Sedema ku li Ewropayê herî zêde Almanya êrîþî kurdan dike jî ev e. Almanya li ser vê bingehê di sala 1980’î de siyasetmedarên kurd avêtin zîndanê. Di salên 1990’î de xabatên PKK’ê qedexe kirin. Mîna ku herî dawî di mînaka siyasetmedarê kurd Muzafer Ayata de jî hate dîtin, nîþan dike ku dê destûrê nede ku kurd mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin û mafê azadiya siyasetê nedin.
Erîþên dewleta alman ên li ser ROJ TV’ê bi giþtî encamên vê rastiyê ne. Dewleta alman di êrîþkariya li dijî organên ragihandin û çapemeniyê de bûye þirîkê sûc û hevkarê dewleta tirk.
Ev rastî bi rengekî zelal tê dîtin. Çawa ku li gelê kurd û hêzên demokrasiyê li hemberî êrîþên dewleta tirk yên li ser çapemeniya azad û alternatîf bêdeng nema, wê li hemberî Almanyayê jî heman helwestê nîþan bide. Dema ev yek pêk hat, di serî re ROJ TV, hemû zextên li ser çapemenî û weþana alternatîf, azad û demokratîk dê bêencam bimînin.
|
|
Yazdýr Yorum Ekle (Not: Yorum sadece üyeler tarafından yazılabılınır. Yazılan yorumlar yönetim tarafından onaylanmak için beklemeye alınıyor.) |
|
|
|
 |
| |
|