|
Tarz û Sitîlên Di Mûzîka Kurdî de
DENGBÊJÎ Dengbêj weke nasnameya mûzîka Kurdî ye, di nava tevayiya gelan de hozan û çîrokbêj hene. Lê bi hin taybetiyên xwe dengbejên Kurdan ji van hemûyan cuda ne. Ji bo dengbêjên Kurdan meqam tenê rêbazek e wisa ye ku bikarin destan û çirokên gel bi riya ahênga deng bînin ziman. Dengbêj, di warê xurtbûna hafizeyê de, weke deryayeke fireh û bi qasê dîrokzanekê/î kûr in. Dengbêj ji bo konsantrasyona xwe meqamên mûzîkê pêwist dibînin, bi riya meqaman atmosfera bûyerên ku bîne zimen diafrîne û balkêþiya çîrokê zedetir dike û guhdaran germtir dike. Dengbejî koka xwe ji olên despêka mirovahiyê, ji baweriyên xwezayî digire û dengbêjên destpêkê jin in. Bi taybetî di nava gelên Rojhiltanavî de dengbêjî weke mirovên ku di navbera pêseroj û peþerojan de pira çand û hunerê ne. Di nava çanda Kurdan de ev kevnneþopî xurttir e. Ji dema xwedayên jin heta îro, stiranên dengbêjiyê ji aliyê jinan ve hatine afrandin, an jî bi zimanê jinan ji aliyê mêran ve hatine pêþkêþkirin. Meqamên ku dengbêj bi kar tînin pêrên wan, Uþþak, Huseynî, Hicaz in. Dengbêj bi tarzên ‘resitatif’ stiranan dibêjin, anko, stiranên wan ji hev rêzkirina pey û axaftinan pêk tê. Di Degbêjiyê de ziman pir giring e, lihevanîna peyvan û baþbikaranîna wan esas e. Dengbêj ji ber ku ji zaroktiya xwe ve dest bi kare vî hunerî dikin, gelek teknikên deng fêr dibin û pêk tînin. Li dû desthilatdariya mêr û olên semawî, jin ji rêbertiya civakê dûr dikeve, dibe bindestê mêr û ji rola xwe ya sereke pir dûr dikeve. Dengbêjên jin, ji ber ku nikariyan di dîwanan, an jî di þahî û þînan de di nava civakê de stiranan bêjin, ev car piranî kur, bira an jî, ji malbata xwe mêrek perwerde dikir û stiranên xwe bi riya wan digihandin civakê. Di demdirêjiya dîrokê de ev rola jinê jî ji destê wê tê girtin û êdî dengbêjên mêr jî þagirtan perwerde dikin. Evdalê Zeynikê di vî warî de minaka herî berçev e û li gora lêkolînvanan, ji wê demê þûn ve ev kevneþopiya dengbêjên jin, êdî bi giranî derbasê dengbejên mer dibe.
Lawje: Bêrîtim e, li gora çîrok û destanan kurt in, lê Dengbêj di forma lawjeyê de destanan jî dibêjin. Melodiya lawjeyan diyar e û di navbera beþan de dubarekirin heye. Di mûzîkê de lawje bi forma serbest a ku karekterê Kurdan herî zêde dide diyarkirin e. Di lawjeyê de bi pîvaneke serbest xulxulandin (vibrasyon) pir hekim e û ji bilî beþa havînî (gotin li ser hev zûtir tên gotin) resitatî berdewam dike. Li herêma Colemêrgê, di beþa havînî de di beytan de piranî tîpa dawî dikeve û dibe e-o û ji beþa ku gotin pir li ser hev û bilez tên gotin þûn de li vir deng dirêj dibe. Mirov dikare bêje ku beþa havînî ji bo stiranbêjan weke beþa bêhndanê ye. Mijara lawjeyan û gotinên wan piranî, an evîndarên ku bi hev þa nebûne û negihatine hev, an jî kesên ku dimirin li dû wan weke lorik tên gotin. Li herêma Serhedê di dengê dengbêjan de zîqzîq (vibrasyon) pir bi bandor e û ev herêm weke derya lawjeyan e. Ji bilî herêma Serhedê, li herêma Behdînan, û Cizîrê pir bibador e. Li herêma Colemêrgê jî ev form tê bikaranîn.
Heyranok: Ev stiranên evînê ji aliyê jin û mêrna ve tên gotin. Dema di govendê de tên gotin mêrek û jinek an du kom li hemberê hev ji devê hev digirin û di nava rîtma govendê de dibêjin. Di van stiranan de coþa biharê heye, ji aliyê jin û mêran ve di govend û þahiyan de weke duwet tên gotin. Di naveroka melodî û gotinên van stiranan de xweþikbûna xwezayê, evîna dilan, dilþadî, heycan û coþ heye. Melodî piranî lîrîk in, her melodi çarîneyek e û ev melodî naguhere, tenê gotin tên guhertin. Heyranokên ku li diwana gel tên gotin jî hene, ev heyranok bi naveroka xwe qehremanî, an jî lîrîk in, lê melodiya wan naguhere. Li her herêma ku Kurd lê dijîn heyranok hene û kêm zêde weke hev in. Li Colemêrgê, li herêma Pînyaniþ ji ber ku bi gelê Asûrî re tekiliya çandê gelek xurt e, meqamên heyranokan cuda ne. Heyranok weke maniyan in û naveroka wan bi giranî evîna xort û kîzan e. Di dema çûna zoman (war) de naveroka heyranokan bi coþ û þahî ye. Gotinên heyrenokan gelek erotîk in, di rastiya xwe de heyranok tenê di navbere evîndaran de tê gotin, evîndar ji hevre dibêjin û kesekên din guhdariya wan nake.
Pîrepayîzok: stiranên demsala payîzan in, di naveroka van stiranan de xemgînî û êþa veqetînî heye. Xemgîniya payîzê û vegera ji zozanan bandora xwe li ser naveroka van stiranan kiriye. Di payîzê de temsîla emrê mirovên ku ber bi pîr û kaltiyê ve diçin tê dîtîn, lewre jî di payîzokan de xemgîniya payîzê weke jana zirav tê dîtin. Meqamên ku tên bikaranîn weke meqamên heyranokan in, lê pîrepayîzok pirtir lîrîk û xemgînî ne. Heyranok stirana evîna di navbera du kesan de ye û li zozanan û ji hêla du kesan ve tên gotin. Lê pîrepayîzok xemgînî ne û ji alîyê yek kesî ve tên gotin. Lawikê Siwaran (stiranên qehermaniyê): di naveroka van stiranan de þer û pevçûn heye. Rîtme van stiranan hiþk û zindî ye. Di vî tarzî de gelek çîrok û destan jî hene. Kurdistan bi hezarê salan e ku bûye weke qada þer, tim dagîrkerî û þerên giran lê çêbûne. Ji ber wê di tarzê lawikî de gelek stiranên epîk hene. Gelên deþtî ji lawikan re dibên ‘delal’ ên çiyayî dibêjin lawikî (stiranên þer). Delal bi piranî bi tembûrê tên gotin, lawikî melodiya wê bi kêmpîvan e, rîtma wê hiþk û kurt e û pir bihêz e. Di destanên dirêj de li gora mijar û gotinan, ritim û melodiya beþan diguhere. Di van stiranan de mirov derbarê kesayetên Kurd de gelek agahiyan distîne. Herwah mirov bi riya van çîrokên stiranan, derbarê civaka Kurd de, li gora dem û çaxan, gelek profîlên cih, mesken û kesan dinase.
Destan: formên destan an jî ‘Beyt’ çîrokên menzûm û epîk’in, tê de edebiyateke xurt heye. Piraniya mijara beytan, evîna mezin, þer, qehremaniya eþîrên Kurdan ya li hemberê neyarên wan û buyerên girîng in. Lê weke destana Zenbîlfroþ, evînên îlahî jî carna dibe mijara destanan. Her beþeke destanê bi meqamekî ye û li gora rîtimê tê gotin. Li gora mijara beþan rîtim û meqam nerm û lîrîk an jî, hiþk û bihêz in. Ji ber ku destan berhemin giran û pir wêjeyî ne, dengbejên mezin tenê dikarin tevan ji ber bikin û di dîwanan de bêjin. Lê hin beþên destanê yên ku bi rîtimên hiþk û coþ tên gotin, li herêma Colemêrgê di dewetan de bi govendê re tên gotin. Lê mixabin êdî dengbejên ku van destanên Kurdî -ku her yek parçeyekî dîroka gelê me ye, weke Keleha Dimdimê, Sînem Xan, Rostemê Zal, Cembelî û Binevþ- ji ber bikin nemane.
Bêrîte/bêlîte(Bohta): naverok û gotinên wan li ser þer û qehremaniyê bin jî, melodiyên wan gelek nerm û lîrîk’in. Ev tarz û form li bajar û bajarokan nayên dîtin. Li gora zanyaran ev tarz ji ‘Þeþbendiyan’ bi tesîr bûye. Ji ber ku ev tarz demdirêjî li hin herêman tengav maye, ziman pir lewaz maye. Li Colemêrgê li herêma Pinyaniþ, têkiliya hin dengbêjan bi çanda Asûrî re çêbûye û ketine bin badora çanda wan. Ji ber wê jî bêrîte bi tarzê Þeþbendiyan gotine.
Dîlok: di þahî û dîlanan de stiranên govendê ne; yek dibêje û yek lê vedigerîne. Melodiyên dîlokan li gora rîtima govendê di govendan de tên gotin. Dîlokên li derveyî govendê di civatan de, weke stiranî tên gotin jî hene. Dîlok ji gelek çarîneyan (beyt) ava dibe, lê melodiya wan tev weke hev e. Her bûyer û mijar dikare bibe naveroka dîlokê. Di tarzê dîlokê de ji bilî stiranên govendê, ên epîk, heyranok û destanên ku di govendê de tên gotin jî hene. Melodiyên dîlokên estrûmental ji aliyê mirtib û qereçiyan ve bi def û zirneyê, bi rengekî profesyonel tên pêþkêþkirin. Li ber van melodiyan govendên giþtî, ên dukesî tên girtin û hin lîstikên weke pandomîn jî tên lîstin. Melodiyên stiranên govendan naguherin, le her stiran ji 20-30 çarîneyan pêk tê. Di govendan de, çend kes van stiranan dibejin û çend kesên din jî peyvên dawî ji devê wan digirin û dubare dikin û ev heya dawiya stiranê dewam dike. Carna stiran diguhere lê li ser heman melodiyê bi gotinên cuda stiranên din jî tên gotin. Ji ber ku gotin û rîtim tarzê govendê derdixe holê, gotinên van stiranan pir girîng in.
Serþo: Di dawetan de ji bo zava merasima ‘Serþoyê’ heye; dema zavê diþon û rûyê wî diqusînin stiranên di forme serþoyê de tên gotin. Li ber van stiranan govend nayê girtin, li dîwanan û runþtî tên gotin. Formek serbest e, lê gelek pîvanên cuda di nava stiranekê de hene û bi rîtime, carna ji rîtimê jî derdikeve. Hevokên dirêj forma rîtime diguherînin, carna jî peyv di nîvî de tên qutkirin, ji ber wê formeke di navbera rîtmîk û serbest de ye. Hinek taybetiyên wan diþibihin þeþbendiyan.
Narînk: di dewetan de dema berbûk diçin bûkê tînin, di formên narîn, an jî narînk de stiranan dibejin. Stiranên bi rîtim in, lê weke lorînan ew jî gelek bi xemgînî tên gotin. Naveroka van stiranan veqetîn û xatirxwestin e; weke stiranên serþoyê rîtimên curbecur di wan de nînin, bi rîtimeke gelek basît û bi melodiyên lîrîk tên gotin. Gelek narînk bi meqamên cuda lê bi gotinên weke hev tên gotin jî hene. Gelek çarîneyên (beyt) narînkan hene, lê melodî û rîtim tim weke hev in.
Stiranên Kar: dema mirov li bax, baxçe û li zeviyan kar dikin, van stiranan bi hev re dibêjin. Naveroka van stiranan pirrengîn e, bi kar ve ne girêdayî ye, lê rîtima wan bi karên tên kirin ve girêdayî ye. Dengên ku di navbera stiranan de derdixin û awaz carna li gora rîtima kar bilind û nimiz dibin. Di civaka Ermeniyan de horovelê, ku di dema kar dibêjin diþibihin van stiranan. Dema savar dikiþînin û dihêrin, di dema hing û dingê, dema çandin û dirûna genim, dema komkirina meywe û sebze de ev stiran tên gotin. Jin û keç dema hirî diþûn, an jî dirêsin, dema xalî û xalîçeyan çêdikin “berdolaviyan” dibêjin. Melodiya van stiranan pir bi jan û xemgînî ye. Dema du jin meþê didin ber kilan stiranên “meþkê” dibêjin. Rîtima van stiranan li gora kila meþkê ye. Mijara naveroka van stiran her tiþt e lê bi giranî evîn û heskirin e, li gora baweriya gel çiqas stiranên evînê bên goin wê ewqas rûnê di meþkê de pir bibe. Rîtima van stiranan bi piranî ¾ rin. Lê li gora herêman ev rîtim û form diguherin. Di nava Kildaniyan de stiranên ku bi navê “Gudî” li ber meþkê tên gotin, diþibihin ‘meþkê.’ Dîsa dema Kurd tirî di þaliyan de diperçiqînin, Keldanî jî dema tirî dikin þerab stiranên ku dibêjin jî di formên stiranên kar de ne.
Þeþbendî: piranî li dû dewetan, evaran di diwana gel de tên gotin. Þîrovekirina van stiranan gelek zor e û formên rîtiman pir tevlîhev in. Di nava formên nîvserbest de wekê beytan tên gotin. Di gotinan de bi piranî lihev anîn (ulama), lêkirin û kurtkirin tên bikaranîn. Anko ku tîpên bêdeng bi gotinan bi hev ve tên girêdan. Di meqamên þeþbendî de dengê carayek (koma) nîne, an jî pir kêm e. Þeþbendî, ji aliyên çar, an pênc kesî ve, bidor tên gotin. Mijarên þeþbendiyan tevayî bûyerên civakî ne. Gotinên wê pir cuda ne û tenê kesên dibêjin dizanin û ji ber dikin. Weke din têgihiþtina gotinan zehmet e. Sedemê wê ew e ku, di dîwanên giran de tên gotin û di dawiya peyvan de di kiteyên dawî de ‘ya û ha’ pir tên gotin. Formên heyrenok û þeþbendiyê di mûzîka Suryaniyan de jî hene. Dîsa li Botan di nava Goyiyan de forma ‘Bêrîte’yê jî heye, ji aliyê du kesan ve tê gotin û dubarekiran wê jî dîsa ji aliyê du kesan ve tê gotin.
Lorîk: mijarên lorîkan ji her cure buyerên civakî û kesayet in. Ev ji aliyê dayikan ve bi formê lorîkan tên honandin û pêþkêþkirin. Dayik van stiranan bi riya zarokên xwe weke mîrate derbasê pêþrojê dikin. Gotinên lorîkan gelek nerm û sermest in.
Stiranên Merasiman: ev stiran li gora mijaran form diguherînîn. Bi navê stiranên þîn û þahiyan du beþin.
Stiranên dawetan, stiranên dayîka bûkê, stiranên diya zavê, stiranên ku bûk pê digirî û stiranên pesnên bûk û zavê diden. Ev stiran li herêmên weke Colemêrgê weke stiranên diwanê jî tên gotin. Stiranên þînê, yên li dû miriyan tên gotin, ji bo nevyên mirî weke þîretan tên gotin. Dîsa kesayeta mirî tînin zimên. Ev stiran ji dema mirina kesekî heta veþartinê bi girî û hawaran tê afirandin û gotin.
Katar: stiran di dema rewitiyên dirêj de tên gotin. Naveroka van stiranan daxwaziya hevdîtin, hesret û xeribiyê ye. Ev formê stiranan di mûzîka Ereban de bi navê ‘’Huda’ jî heye, lê ji forma Kurdî cudatir e.
Medîha û Mewlûd: stiranên medîha di dîwanan de tên gotin, bi piranî pesnên Muhamed, Elî û Þêxên Terîqatan didin. Ne mûzîka zikir e; dema ji aliyê kesekî ve bê enstrûment tê xwendin, stiran bê rîtim tê gotin, lê dema bi kom tê gotin, stiranê bi rîtim dibêjin. Meqamên van stiranan nêzîkî meqamên mûzîka gel in. Sedemê wê eve; feqiyên ku di medreseyan de perwerdeyê dibînin, dema vedigerin malên xwe, van meqamên medîhayan nezikî meqamên herêmên xwe dikin û bi wî awayî bi guhertineke nû þîrove dikin. Medîha, hin ji wan dema mirî tên veþartin, hin ji wan dema rakirina tabûtê û hin ji wan jî di diwanan de de tên gotin. Mewlûd pesindayina bûyina hz. Muhamed e. Melayê Bateyî ji Erebi vegerandiye Kurdî, gotinên wê her çiqas ne gelêrî bin jî di demdirejiyê de bûye weke gelêrî û bûye weke stiraneke gel.
Kevneþopiya Mûzîka Oli
Qewlên Êzdîtiyê: Qewlên Êzdiyan du cure ne. Yên di formê lawjeyan de û tênê bi gotin tên pêþkêþkirin. Yên ku bi bilûr û erbaneyê tên gotin. Di þîn û þahiyên Êzdiyan de cihe mûzîk û govendê pir girîng e û esas e. Hem mirovên olî û hem hunermed -ku Êzdî ji wan re dibêjin Qewal,- di Cejna Newrozê û roja bûyina sazkarê ola Êzdiyan Þêx Edî de, bi bilûr û erbaneyê, beytan, katirî, îlahî û stiranan dibêjin û Koçek jî li ber vê mûzîkê dileyzin. Qewlên ku di nava gel de tên xwendin û ên di Mishefa Reþ de nivîsî varyantên hev in. Hin qewl hene ku dîroka wan digihe sedsala 13-15an. (ortacax). Ji qewlên Êzdîtiyê tê zanîn ku rîtuelên (govend û merasimên) Kurdên Êzdî bingehê xwe ji çanda Paganîst (ola ku baweriya xwe ji xwezayê digire û her zindî pîroz e û divê bê parasitin) digire.
Mûzîka Ayînên Qadiriyan:
Mûzika zikir e; li rojhilatê Kurdistanê û li hin deverên Îranê, yên di terîqata Þêx Ebdulqadirê Geylanî de pêk tînin. Rîtima mûzîkê li gora tansiyona zikir û rîtuelê bi hêztir dibe.
Çanda Elewîtiyê: Kurdên Elewî her çiqas zimanê wan Kurdî be jî, lê dema semahê digirin zimanê deyîþan bi giranî bi Tirkî ye. Lê li Dêrsima navî zimanê semahan bi giranî bi zaravayê Zazakî û Kirmacî ye. Sedemê wê yê herî esaî ew e ku li dû damezirandina komara Tirkiye bi taybetî li ser Kurdên Elewî asîmîlasyoneke giran hatiye meþandin. Elewîtiya Kurdan û ên Anatoliyê ji hev cuda ne. Elewiyên Kurd rituelên ola Zerdeþt û ola xwezayî heya roja îro jî parastine. Semahan Pîr bi rê ve dibin; piraniya van pîran di bin bandora asîmîlasyonê de mane û ji ber wê jî li hin deveran zimanê Tirkî êdî ketiye nava dua û axaftinan jî. Li Qoçgîrê, Mereþ û Meletiyê hê jî gelek deyîþên Kurdî hene û gelek hozan bi Kurdî van deyîþan dibêjin. Deyîþ, bi naveroka xwe baweriya ola xwezayî, evîna li hemberê mirov û tekiliya civakê tîne zimên. Tembûr bingehê mûzîka Semah û deyiþan e. Her çiqas deyîþ formeke bi serê xwe be jî, gelek formên stiranên gelêrî jî bi kar tîne.
Ehl-î Heq: li Rojihilatê Kurdistanê, di nava Kurdên Goranî de ev bawerî û girêdayiyê vê baweriyê formeke bi serê xwe hatiye afirandin. Mirov dikare beje ev bawerî berdewama olên despêka jiyana mirov e ku li Mezopotamyayê dijiyan. Civîn û ayînên vê baweriyê bi dîwana mûzkê pêk tê. Tevahiya rêberên vê olê di heman demê de stiranbej û mûzîsiyen in. Bi riya mûzîk, sir û ilim olê belav dikin. Ev bawerî pir nêzikî Êzdîtî û Elewîtiya Kurdên Dêrsimê ye. Motîfên mûzîk û rîtuelan pir nêzikî hev in. Di van hersê baweriyan de jî agir motîfa herî li pêþ e, minak; dema mirîdên Ehl-î Heq di semahan de sermest dibin, bi lingên tazî li ser terafa agir dimeþin. Di baweriya Ehl-î Heq de cihe mûzîke pir girîng û pîroz e.
|