Serokê Wezîra Receb û Cîgirê Serokê Arteşê Başbug, di 25.06.2008’an da li hev runiştin. Berî çend rojan jî, Başbug û Cîgirê Dadigeha Makezagon/Anayasayê O.Paksut hevdû dîtibûn ! Hilbet li goreyî adetê dewleta wan, ev hevdû dîtin veşirtîn e û her wiha çi ji hevdû re gotine kesek ji wan nikare eşkere bike. Em bînin bîra xwe berî helbijartinên giştî yê Parlamenê, Serwezîr Receb û Serleşker Buyukanit jî hev dû dîtibûn. Piştî helbijartinan di kiryariyên wan da eşkere bû, ku li ser dijîtîya Kurdan bazar kirine û ji bo par kirina hinek nametên dewletê jî li hev dû kirine. Di nava vê bazarê da DYA jî hebû. Ji xwe di heman demê de, Receb û Gul û Yaşar û Başbug û hwd. giregirên dewletê yeko yeko dane ser rêya Waşintonê. Ji xwe Gul bû Serê Dewletê, Haşim Kiliç bû serê Dadigeha Makezagonê û hwd. Arteşê jî, têra xwe pere û destûra êrişkariyê ji AKP’ê sitand û dest bi êrîşên her awayî kir; yên hewayî û reşayî û hwd. Lê belê temenê/emrê vê li hevhatina wan gelekî dirêj nekişand. Bi şikestina Oremarê û Zapê re, hemû lihevhatin û peyman û dengeya siyasî hilweşiya û aloziyê despêkir. Derbeyên E û Dadigehî û çapemenî û hwd. yek li pey yekê li dijî AKP’ê dewam kir. AKP jî, hinek hewldanên tolhildanî despêkir; weke girtina Ergenekonan û hinek çeteyên din. Nuha li dijî CHP jî hinek hewldanên lêdanê hene. Sibe an dusibe li dijî MHP jî dibe ku despêbike. Hinek oldarên me dibêjin; wele vê carê xwedê li van zaliman hatiye xezebê û başe vê carê ew xwe bi xwe bi hevdû ketine ! * * * Gumana xurt heye, ku Receb, dixwaze weke cara din dîsa bi hinek tektikên nuh dîsa Arteşê bixapîne. Hema piştî hevdîtina wan, gera Receb a Bexdayê kete rojevê. Va gera, vê gûmanê xurtir dike. Dibe ku, Receb gotibe; vê carê ezê bi temamî li gel we be û va ezê biçim bi Rêveberiya Bexdayê û Reveberiya Başûrê Kurdistanê jî re bi peyivim û ezê bikaribim piştgiriya wan jî bistînim. Piştî hevdîtina Receb û Başbug, çûyîna ba Rêber APO jî hate rawestandin, ku çend hefteyê derbasbûyî li ser hev çûyîn serbest kiribûn. Her çend li dijî Kurdan dibin yek jî, ji ber ku pirsgrêken navbêna wan jî ne biçûkin; armanc, desthilatiya dewletê ye û êdî ne bi tenê dîzî, eşkere jî li hevdu didin. Weke gotina ku dibêjin, bizin bi dizî nêrî dixwe lê eşkere dizê, ew jî her çend bi dizî peymana girê bidin jî, lê hemî sixtekariyên wan di demeke kurt de derdikevin holê. Loma, her çend plan û programên wan yên nuh û hevbeş li ser Kurdan hebe jî, ez bawer nakim, ku êdî baweriyê bi hevdu bînin û bikaribin bi hevdu re demek e dirêj bimeşin. A herî girin jî, Kurd êdî hemî aliyan baştir nas dikin û ev hişmendî, derew û durûtiya wan zûtir radixe ber çavan. Temenê Peymana Receb û Başbug, ji Peymana Receb û Buyukanit kurtir e.
|
|