| |
| Eklenme Tarihi: 3.07.2008 Saat: 12:27 |
|
|
Axa Kurdistanê di herêma Rojhilata Navîn de tim bûye sedemA hejmarên cur be cur hêzan. Ji ber gİrîngiya stratejîk û dewlemendiya axa Kurdistanê, mixabin welatê me bûye dikeya şere hêzên dagirker. Di encama hemû şeran de yê ku zêdetir zerar dîtiye dîsa gelê kurd bû ye, heman rewş di roja me de jî berdewam dike.
Piştî şerê ku li hember Îraqa Saddam Huseyîn hate meşandin û hêzên navneteweyî li wî welatî de bûne xwediyê desthilatdariyê, mijara Kerkûkê tim bûye xala niqaşan û ya aloziyan. Digel biryara 140. ya Destûra Bingehîn a Îraqê, ku ji bo zelalkirina statûya heman bajarî referandûmê şert dibîne, hê jî heman biryar di pratîkê de pêknehatiye. Wisa diyar e ku heman biryar wê pêk neyê jî.
Kerkûk, çi ji bo Kurdan û çi jî ji bo gelên din yên Îraqê bajarekî stratejîk e. Ji ber dewlemendiya binerd ya vî bajarî, cur be cur hêzên navneteweyî tim ji bo desthilatdariya vî bajarî hejmarên qirêj çêkirine. Di serîde Îngilîzan li ser vî bajarî pir hejmarekî kûr çêkirine û meşandine. Îngilîz hê jî li ser axa vî bajarî xwediyê siyasetekê taybetîn in. Ti biryar nikare bê rizaya Îngilîzan were girtin. Lewre, derbarê referandûma ji bo netkirina statûya Kerkûkê jî Îngilîz xwediyê giraniya sozên in. Di vî warî de Emerîkî û Îngilîz bihev re tevdigerin.
Dewleta tirk Turkmenên Kerkûkê tim ji xwe re weke çek bikar aniye. Ji sala 2003’an vir ve ev dewlet heman çekê zêdetir bikar tîne. Tenê li dijî Kurdên Başûrê Mezin ne, her wiha ew vê mijarê di qada navneteweyî de jî weke hacetekê dixebitîne. Taybetî li Ewropayê, di nava saziyên ewropî de rayedarên tirkan cur be cur rêbazan bikar tînin. Li kûderê pirsgirêka Îraqê were niqaşkirin li wê derê ajanên dewleta tirk, ên bi eslê xwe Turkmen in, dikevin dewrê û lidijî Kurdên Başûr qirêjiyan tînin ziman. Ev ajanên dewleta tirk îftirayên wisa tînin ziman Kurdên Başûr û Saddam Huseyîn weke hev dinirxînin. Hemû komkujiyên ku ji aliyê Saddam Huseyîn ve lidijî Turkmenan pêk hatine dikin sûyê Kurdan. Ev derdor wisa îdia dikin ku heman zext û zordarî hê jî ji aliyê Kurdan ve pêk tên.
Belê dewleta tirk kar dike. Bi riya Turkmenan her tiştî dibêje û Kurdan tewanbar dike. Lêbelê Kurd çi dikinş. Mixabin, taybetî Kurden Başûrê mezin, li hember vê helwesta dewleta tirk û ya Turkmenan bêdengiyeke heye. Digel hemû derfetên ku destê wan de hene ew hê naxwazin li hember dewleta tirk û Turkmenan bikevin nava helwesteke pêwîst. Heke hêzên Başûrê Mezin bikevin nava helwesteke diplomatik, bi riya saziyên kurdan ku li Ewropayê henin ew ên bikaribin bigehêjin encamekê pir baş. Lêbelê dive beriya her tiştî înisyatîf ji aliyê KDP û YNK ve were girtin. Roja 23’yê meha Hezîranê li Parlemena Ewropayê Konferansekê li ser mijara Kerkûkê hate tanzîm kirin. Parlementera ku ji vê Konferansê re malxoyî kir Ana Maria Gommes bû. Min bixwe jî bi heman xanimê re axifî û derbarê rewşa Kerkûkê de hin agahiyan dayê. Ev xanim xwediyê helwesteke bêteref e. Wî dixwest ku Kurdên başûr jî biçin tev li wê konfêransê bibûyana. Digel daxwaza wî xanimê dîsa jî ne KDP û ne jî YNK nûnerên xwe neşandin wê konferansê. Lewre ji rayedarên tirk û turkmenan re sahe vala ma û wan çi xwestin li wê derê gotin.
Dibe ku di helwesta rayedarên hukumeta herêmî ya Kurdistanê de hin xalên rast hebin, lêbelê sahe vala hîştin zêde nikare weke nêzîkatiyeke di cih de û aqilane were dîtin. Divê di qada navneteweyî de rayedarên hukumeta herêmî ya Başûrê Kurdistanê bi saziyên neteweyî ên weke KNK û her wiha Kon-Kurdê re hevkariyekê bikin. Nakokiyên navxweyî çi dibin bila bibin, dema ku mijar bû berjewendiyên Kurdan divê hemû sazî û rêxistin bi hev re kar bikin. Heke hêza hemû saziyên kurdan bigehêje hev wê demê di qada navneteweyî de emê bikaribin zêdetir serkeftî bibin.
|
|
Yazdır Yorum Ekle (Not: Yorum sadece üyeler tarafından yazılabılınır. Yazılan yorumlar yönetim tarafından onaylanmak için beklemeye alınıyor.) |
|
|
|
 |
| |
|