Günay Aslan
Günay AslanSavaþ bitti, bitiyor
Ahmed Aktaþ
Ahmed AktaþZIMANÊ BERXWEDANÊ
Mihemed ORHAN
Mihemed ORHANDewleta Tirk Hertim Dixwaze Raya Giþtî Bi Xapêne
Cemil Bayýk
Cemil BayýkKomploya Navneteweyî didome
Ahmet Dere
Ahmet DereLi Belçîkayê Konferansa Kurd
Kakþar Oremar
Kakþar OremarTama Jiyanê: Kurdistan u Ewropa
Selahattin Erdem
Selahattin ErdemKomplonun 10 yýlý
SONGÜL BEYAZGÜL
 SONGÜL BEYAZGÜL ‘Her þehit için bir DTP’li öldürülmeli’
Erkan Kobanlý
Erkan KobanlýKanlý Bayram, DTP ve Tezkere
Özgür BÝLGE
Özgür BÝLGEDinsiz Haþmetli
Kasým ENGÝN
Kasým ENGÝNÝlker Baþbuð ve Toplumu Yeniden Kurmak
Mahmut Aslan
Mahmut AslanKutlu olsun tüm bayramlarýmýz!
Serbest Rêzan
Serbest RêzanVegera ji nîvê rê jî kar e, lê..?
Mahir Deniz
Mahir DenizFELSEFEYE GÝRÝÞ -17-
Mizgîn Bîngol
Mizgîn Bîngol16 SAL BERÊ
Songül Beyazgül
Songül BeyazgülVahþetin fotoðraflarý...
Mehmet Sögüt
Mehmet SögütBir tutam ýþýk demetidir ZulaMavi
Rotînda Yetkîner
Rotînda YetkînerInsan direngen bir varlýktýr Arabesk ise teslimiyetir.
Hemîd DILBIHAR
Hemîd DILBIHARÞEVA ÇÛYÎ
Ömer Dilsoz
Ömer DilsozHer însan siwarê hêviyên xwe ye
Cemo Devrim
Cemo Devrim Avrupa’dan Botana, þahinler ülkesine gidenlere...
Nurhak Erdal
Nurhak ErdalSavaþýn gölgesinde 1 Eylül’e giderken
Ülkem Zeremya
Ülkem ZeremyaEBEDÝ KOMUTAN’A
Abdullah Öcalan
Abdullah ÖcalanBÜYÜK ARAMAK, BÜYÜK BULMAYA ÇALIÞMAK, BÜYÜK SAVAÞI DOÐURDU
Fýrat Penaber
Fýrat PenaberÞÝMDÝ DALMIÞIM
Teman Dep
Teman Dep1 HAZÝRAN KADIKÖY MÝTÝNGÝ, ÖLÜM DEÐÝL ÇÖZÜM VE MEDYA
Siyamed Sipan Uðurlu
Siyamed Sipan UðurluNobedarên Azadiyê
Ömer Yüce
Ömer YüceAvusturya’nýn Graz kentinde Amara Gençlik Festivali heyecaný baþladý.
Konuk Yazarlar
Konuk YazarlarHasan ÇARÇELA: 3. Dünya savaþý
Hozan Dîno
Hozan DînoBitmeyen Yolculuk..!
Halil Uysal
Halil UysalEylül…
Mîr Qasimlo
Mîr QasimloSeîs wiha got: Em ê gazî vebêj bikin
Hayri Cewlik
Hayri CewlikBir Newrozun Anlattýklarý
RC TEC
RC TECBu Haftaki Oyunumuz : Icindeki Dj
Berfîn Dilav
Berfîn DilavYüreðin Aydýn yaþamýn Yýlmaz dý senin
Umut Özgür
Umut ÖzgürGÜNEÞÝN GERÇEK SAHÝPLERÝ
Sedat Ýnci
Sedat ÝnciDaðlara nakýþ ettik izlerimizi
Mehmet Mekin Yýkýn
Mehmet Mekin YýkýnKürt basýný üzerine bir kaç söz
Zana-Qenco
Zana-QencoOPERASYON ve GELÝÞMELER
Polat Can
Polat CanGERYANEK DI CÎHANA WÊJEYA NÛJEN YA KURDÎ DE
JÊHAT BÊRTÎ
JÊHAT BÊRTÎAnlatýlmasý zor anlar
Rýzgar Azad
Rýzgar AzadÞaþýrmayýn; yanlýþ yapmayýn!
Ýbrahim Güney
Ýbrahim GüneyEy TC! Senin gücün Kenan Güzel'e yetebilir mi?
Mehmet Alagöz
Mehmet AlagözUluslaþma ve Sanat
Firaz Baran
Firaz BaranBüyükanýt'ýn yaptýklarý
Hevîdar Munzur
Hevîdar MunzurTîrêjên Roja me îro ji herdemê geþtirin
Argeþ Arjin
Argeþ ArjinGençlik eyleme, zafere....
Remzi Zilan
Remzi ZilanÖzgürlüðün Dili: ÇIÐLIK !!!
Cudi Arif
Cudi ArifÖzlemin patikalarýnda

 
Tarz û Sitîlên Mûzika Kurdi û pirsgirêkên heyîn -3-



Yazar Adý: Rotînda Yetkîner


Yazarýn Tüm Yazýlarý

Eklenme Tarihi: 5.07.2008 Saat: 00:36

Afirandina sitîl û tarzên nû:
Mûzîka Kurdî di sedsal 20’an de li derveyî formê foklorîk, dengbêjî û beytên olî gihîst qadeke cuda. Helbest û mûzîk gihîþin hev û li gora dema nû sitîlên nû hatin afirandin. Ev tarz destpêke bi tesîra mûzîka olî û mûzîka gel pêþ bikeve jî, gelek hunermedan bi riya afirêneriyê, her ku çû tarz û formên taybet ava kirin. Di vê demê de bindestiya Kurdistanê, zilma dagirkeriyê û raperîn û serhildanên Kurdan bûn naverok û îlhama helbest û awazên nû. Di van stiranên nû de dîroka Kurdistanê, evîna welat, siyaseta dagîrkeran û jiyana bindestiyê dihat zimên û ev jî ji bo mûzîka Kurdî hem naverokeke nû û hem jî sitîlên mûzîka nûjen bûn. Weke Mihemed Arifê Cizîrî, Mihemed Þêxo, Hesen Zîrek, Aram Tigran, Tehsîn Taha...

Rola Radyoya Erîvan, Bexda û Tehranê
Van her sê radyoyan jî di pêþketin û tomarkirna mûzîka Kurdî de roleke girîng leyistiye. Kawis Axa, Mihemed Arifê Cizîrî, Meryem Xan, Hesen Cizîrî, Hesen Zîrek, Aram Tîgran, Þakiro, Karepêtê Xaco, Eyþe Þan, Tehsîn Taha, Îsa berwarî û gelek dengbêj, stiranbej bi riya van radyoyan dengê xwe gihadin guhdarên mûzîka Kurdî. Ev radyo bûn weke cihe tomarkirin û arþîvkirina stiranên Kurdî. Di warê netewebûn û hestên kurdewariyê de jî van radyoyan roleke erînî leyis. Ji bo mûzîka Kurdî a nûjen jî ev radyo bûn weke dibistanên destpêkê. Hunermedên weke Mihemed Þêxo, Hesen Zîrek, Aram Tikran bûn ekol û sitîlên hemdem ên mûzîka Kurdan.
Bi taybetî Mehemed Þêxo û Aram Tigran ji bo helbest û awazên nûjen bûn çevkaniya herî xurt û minakên herî bibandor. Stiranbêj, an jî hunermed tine ku ji awaz û stiranên wan bitesîr nebe, an jî nekeve bin badora stiranên wan.

Hesen zîrek: di sala 1926’an de li Bokanê ji dayik bû. Di 12 saliya xwe de ji gund derdikeve û li herêmê di nava gel de bi salan gund bi gund û li bajarên kurdistanê digere. Demekê li Silêmaniyê bi cih dibe û dawiyê diçe Bexdayê. Li Bexdayê li ‘Meyxaneya Bakurê Mezin’ kar dike û li vir dest bi stiranan dike. Gel ji dengê wî gelek hes dike û jê re dibe alîkar. Zîrek bi alikariya Neþed Ebdurehman û Hemey Derwêþ û gelek hunermedên din, di sala 1953’yan de di radyoya Bexdayê di beþê Kurdî de bi cih dibe. Pênc salan li vir kar dike û di sala 1958 de vedigere welatê xwe Bokan. Demeke þûn de vê carê diçe di radyoya Mehabadê di beþê Kurdî de dixebite. Dû re wî diþînin radyoya Tehranê beþa Kurdî. Zîrek demeke direj li vir stiranên berhevkirî pêþkêþê gel dike êdî ji aliyê gel ve tê heskirin û nasîn. Di sala 1966an de bi navê “Çirîkey Kurdistan” pirtûkekê dinivîse. Þazdeh stiranên ku wî afirandîn û jiyana xwe di vê pirtûkê de diyarê gel dike. Zîrek sala 1967 diçe Bexdayê dixwaze stiranên xwe kom bike, lê mixabin wî dîl digirin û didin dewleta Îranê. Sala 1968an li bajarê Banê bi alikariya Kanî Mele Ehmed, kasetekê amade dike. Di vê kasetê de dagîrkeriya Kurdistanê û bindestiya Kurdan tîne zimên û dibêje ‘cîh tine ku li welatê xwe bijîm’. Di vir de Zîrek balê dikþîne ser qehra dagîrkerên Kurdistanê û paþdemayîna gelê Kurd. Zîrek ji nexweþiya ciger, sala 1972an roja 28 hezîranê di 46 saliya xwe de diçe ser dilovaniya xwe. Zîrek beriya ku bimire wesiyet dike ku li çiyayê ‘Naleþikên’veþêrin. Li ser kevirê gora wî wiha hatiye nivîsandin:
“ Zîrek zor kir xizmetî huner
Jînit le pênaw huner birde ser
Rojgarit satê be bexem nebû
Belam le huner hîçit kem nebû”


Mihemed Þêxo: di sal 1948an de li bajarê Qamîþlo li gundê Giraban ji dayik bû. Karkerî dikir û ji ber astengiyên aborî enceq di sala 1959an de çu dibistanê. Sala 1965an dema li Qmîþlo dixwend, nasîna wî bi gelek hunermed û stiranbejên Kurd re çêbû. Piranî ji Aram Tigran bi tesîr bû û mûzîka Kurdî a gelêrî bala wî kiþand. Di warê aborî de gelek zehmetiyê dikiþîne û dev ji dibistanê berdide. Lê di van sala de bi tembûrên hevalên xwe fêrê temburê dibe. Sala 1970yan li Libnanê bi cih dibe, ji ber ku li Suriyê li ber mûzîka Kurdî û Kurdan gelek astengî hene, bi awayekî din Þexo ji welatê xwe koçber dibe. Li Beyrudê di Navenda Zanyariya Mûzîkê de du salan perwerdeya mûzîkê dibîne. Sala 1972yan dîplomeya hunermediyê digire û wê salê bi navê ‘Koma Serkeftin’ komekê ava dike û di demeke kurt de ji aliyê gel û hunermedên Libnanî ve pir tê heskirin. Ji komên herî profesyonel teklîfên hevkariyê digiere lê Þêxo wan napecirîne û biryara vegera welat digire.
Þêxo diçe Bexdayê û li radyoyê di beþa Kurdî de bi ‘Biska’ xwe stiranên xwe pêþkêþê gel dike. Lê di dilê Þêxo de evîna welat heye û di sala 1972yan de careke din vedigere welatê xwe û berhema xwe a yekem bi navê ‘Ay Gewre’ peþkêþê gel dike. Dewleta Suryê hîç Emanê neda Þexo û êdî zindan û nezaretên dijmin dibin weke sitara wî a duyem. Lê Mihemed Þêxo bi xurtayî hestên neteweyî, evîna welat û êþa gelê Kurd bi stiranan tîne ziman. Dema zextên suriyê zêde dibin, bê çare dimîne, careke din diçe Bexdayê û di radyoyê de kar dike. Dema têkoþîna pêþmergeyan li Baþûrê Kurdistanê dest pê dike, Þêxo diçe tevlî wan dibe. Bi belavbûna hêzên pêþmergeyan re ew jî derbasê Îranê dibe. Þêxo li Rojhilatê Kurdistanê dest bi xebata mûzîkê dike û berhemên nû diafrîne. Di stiraneke xwe de dibêje “hey felek, em bê dost û bê kes” ji ber wê dewleta Îranê gazî dikiyê û je re dibêjin, “ma çima tu dibêjî em bê kes û bê dost in, ma me deriyê xwe ji we re venekir?’ M. Þêxo dibêje, “ku xwediyê me hebûya emê ne muhtacê we bûna.” Dû re çend salan li navçeya Gunbetkavus dersên mûzîkê dide. Radyoya Tehranê mal, erebe û pereyan teklîf dike û tenê jê tê xwestin ku di stiranên xwe de li þûna peyva ‘Kurdistanê’ ‘Gulistan’ bi kar bîne. Þêxo dibêje; “min ji bo vê ewqas berxwedan kir û êþ kiþand û koçber bûme û hûn ji min vê dixwazin” û teklîfê red dike. Þêxo li Îranê ji ber ku moxalifê rejima dewletê ye wê were daleqandin, neçar dimîne li dû koçberiya 11 salan careke din vedigere Suriyê. Gel wî weke qehremanekî pêþwazî dike, lê dijmin diavêje zindanê û bi vî awayî dixwaze berhemên nû neafirîne. Þêxo berhemên herî bibador li zindana dagîrkeran diafrîne. M.Þêxo bi 14 berhemên xwe dibe weke çavkaniyeke dewlemed ji bo mûzîka Kurdî. Gelek stiranên wî weke kilasîkên mûzîka Kurdî ji hêla gel û hunermedan ve hatiye pejirandin. Taybetiya M.Þexo a herî girîng ew e ku bi serkeftî awaz û çêkirina helbestê weke erkê hunermediyê dane pejirandin û dane heskirin.

Aram Dikran (Aram Melîkyan)
Hunermedê bi eslê xwe Ermenî û koçberê herêma Sasonê Aram Melîkyan di sala 1934an de li Qamîþlo ji dayýk bûye û di 18 saliya xwe da dest bi karê mûzîkê kiriye. Di sala 1966an de çûye Eremenistanê û di radyoya Êrîvnê de stiranên Kurdan ên gelêrî bi salan pêþkeþê gel kirine. Dikran ji bo mûzîka Kurdî weke çevkaniyekê zelal û weke arþîvekê dewlemend e. Dîsa Aram Dikran di senteza mûzîka Kurdî, Ermenî û gelên Mezopotamyayê de stîleke nû jî afirandiye. Bi helbest û awazên xwe ji bo mûzîka Kurdan a hemdem jî bûye mînakeke girîng. Mirov dikare bêje Aram Dikran jî weke Mihemed Þêxo û Hesen Zîrek, di hîmê mûzîka nûjen a Kurdî de bûye kevirê koþeyekê. Dikran, ji afrenerî û ji nûve avakirina helbest û stiranan pirtir, di senteza mûzîka gelên Ermen û Kurd de stîleke cuda, tarzekê serkeftî û kevneþopiyeke nûjen anîye holê û ji ber wê jî weke çevkaniyeke stiran û awazan e. Gelek stiranên Aram Dikran bûne kilasîkên stiranên Kurdî. Bi sedan stiran û bi dehan berhemên wî hene û hê jî afreneriya xwe didomîne.



Koma Berxwedan
Bi destpêka Têkoþîna Azadiya Kurdistanê û bi reberiya PKKê, weke her qadê li qada huner û bi taybetî di beþa mûzîkê de jî dewraneke nû vebû. Tevgera Azadiyê rê li ber raman û kesayeta azd vekir, ev jî bû sedem ku hunermend bi giþtî û bi taybet jî stiranbêj di qada neteweyî de bi hunerê xwe bibin serkêþ û têkoþerê civakê. Her çiqas Mihemed Þêxo, Aram Dikran, Hesen Zîrek û hunermedên weke wan mînakên serkeftî hebin jî, ew lokal mabûn û di qada neteweya Kurd de bi giranî bibador nebûn. Ji bo Koma Berxwedan, di serî de stiranên gel, dengbêj û ev hunermedên ku me navên wan gelek caran anîn zimên weke dibistanekê bin jî, lê hêza komê bi giranî ji Têkoþîna Azadiyê bû. Mixabin Kurdistan ne parçeyeke tenê ye, çar paçe ye, ne tene dagîrkerek çar dagîrker in û ne tenê bindestî, paþdemayîn, tirs û xofa dijmin heye, di nava xwe da jî kerî, parçe û bê îradeya neteweyî dijiya. Di hêla din da feqîrî û belegaziya civakê û a herî giring jî nezanîn û cehaleta gelê Kurd weke belaya herî mezin li dijî berjewendiyên erkên netewebûna Kurd dihat bikaranîn. Di demeke wisa de rola huner bi her awayî diviya di nava civakê de were bikaranîn. Huner ne tenê xweþikbên û evîna xweza û mirove . Huner ji bo civakê weke neynika jiyanê ye.
Li derveyî welat û li koçberiyê Koma Berxwedan li ser van esasan hat damezirandin û di demeke pir kurt de li çar hêlên Kurdistanê deng veda. Koma Berxwedan hêza xwe ji îdolojiya PKK û stiran û awazên gel digirt. Kesên profesyonel bi huner re kar bikin di nava komê de tine bûn, lê hewldan û rola ku li ser milê wan, hunermendên ku profesyonelin nikaribûn hilgirin. Koma Berxwedan dibe ku di mûzîkê de tarz û sitîlek ji nû ve neafirandibe, lê pêþengiya stiranbêjiya soreþgerî û çanda alternatif a gelê Kurd kirin. Stiran û lawjê gel bi zimanekî nû û bi gotinên protez û bi amûrên cuda pêþkêþ dikirin. Taybetiya Koma Berxwedan a herî girîng, ji bo gelê xwe siyaset û huner li hev honandin û ji vê sentezê hestên neteweyî afirandin. Ev jî Koma Berxwedan di nava mûzîka Kurdî de datîne cîhekî pir taybet û cuda. Heta sala 2000î ev kom bi rola xwe ya sereke di nava gel de pir hat heskirin û pejirandin û wê di dîrokê de jî bi vî rengî cih bigire. Koma Berxwedan bi gelek stiranên xwe, bi taybetî di nava ciwanên Kurd de roleke serkêþiya þoreþgerî leyist û bi hezaran kes bi van stiranan tevlî refên gerîla bûn. Sitîla Koma Berxwedan ji stiranên gel dûr nebûn, bi giþtî ji çevkaniya gel hatibûn berhevkirin, an jî di bin badora wan de hatibûn afirandin, ji ber wê jî ji aliyê gel ve pirtir hat pejirandin û heskirin. Koma Berxwedan di dîroka çanda Kurdî de kevneþopiya stiranbêjên þoreþger afirand û pêþ xist. Kesayetên weke Sehid sefkan û sehid Mizgin bun modelên muzisiyenên welatparêz.

Navenda Çanda Mezopotamya û Mûzîka Nûjen.
Li bakurê Kurdistanê di bin zordarî û dagîrkeriya komara Tirkan de hunerê Kurd ber bi qedandinê ve diçû û hatibû asteke wisa ku Kurdan ji Kurdbûna xwe þerm dikir û dengê dengbêjan hatibu fetisandin. Stiranên Kurdî bi giranî hatibûn vergerandin û bi zimanê Tirkî û bi þîroveyeke nerast xistibûn arþîva stiranên Tirkî. Di rewþeke wisa de Têkoþîna Aazdiyê dema bi serhildan û raperîn daket gund û bajarên Kurdistana Bakur û metrepolên Tirkiyê, bandora azadiyê bi giranî li ser huner û hunermedan zedetir bû. Destpêka sala 1991ê li metrepola Stanbulê NÇM hat damezirandin. Di NÇM de bi giranî xebeta mûzîk, govend li pêþ bû. Bi taybetî Koma Çiya, K. Mezrabotan, K. Azad û K. Amed bi sentezeke nu û bi tarzekî cuda pir bi zanistî nebe jî mûzîka alternatîf çêdikirin.
K. Çiya. K.Amed û K. Azad li ser rîtmên hemdem, stiranên gelêrî û helbestên xwe yên nû bi tarzekî cuda û bi gotinên protest pêþkêþ dikirin. Koma Mezrabotan bi rîtim û awazên senteza Rojhilat û Rojava û bi þîroveyeke cuda, bi gotinên protest, mûzîk çedikir. Ev kom ne tenê li Bakur, her wisa li tevayiya kurdistanê dibûn mînakên yekem di mûzîka nûjen de. Bêþiya van koman, li Sovyeta kevin Koma Watan di formê Rock de mûzîkeke gelek serkeftî daxistibûn nava arþîva stiranên Kurdî, lê mixabin ji ber tinebûna derfeten wek îroyîn, ev kom di asteke lokal de mabû. Berûvaciyê Koma Watan, Koma Çiya, K. Mezrabotan, K. Amed ji ber ku di nava eniya çanda T. Azadiyê da cih digirtin, berhem û cudahiya wan pirtir li her deverê belav dibû, di nava gel da jî dihat dîtin... (be xwestin minak be dayin ji )

Taza tevlihev an ji Post-modern
Ji sala 2000î þûn ve di kada mûzîka Kurdî de dewraneke cuda û gelek tevlîhev û qirêj dest pê kir. Guhertin û veguhertinên siyasî bandoreke pir nebaþ li ser stiranbêjan afirand. Mûzîk ji bo gelê Kurd weke nan û avê pêwîst e û di tevayiya hêlên jiyana Kurdan de mûzîk heye. Di vê demê de ev pêwistiya mûzîkê li hemberê gel weke rantê hat bikaranîn. Gelê Kurd jî weke hemû gelên Rojhilata Navî, mistîk in, ji hestên lîrîk û melodiramê re gelek vekirî ne, lê ev nayê wê wateyê ku stiranbêj van hestan bi kar bîne û bi mûzîkeke binketî, melankolîk û hestkuj sitarnan biafrînin.
Îro divê esasiyet û bingehê mûzîka Kurd baþ bê analîzkirin û li ser vî bingehê rast, qirêjiya di nava mûzîka Kurd de bê dîtin û li dijî wê têkoþîn bê dayîn. Rengê mûzîka Kurdî û bingehê nasnameya wê dengbêjî ye. Stiranên ku bi hezarê salan e ji aliyê gel ve hatine afirandin û bi gelek formên cuda tên gotin, weke çevkaniyên mûzîka Kurdî ne. Lê eger kes, an kesên ku bixwazin tarz û formên nû daxin nava mûzîka Kurdî, divê erkê huner, zurufên estetîkê û qeydên mûzîkê li gora rastiya huner pêk bînin.
Divan sale dawîde em dibînin ku, stiranbêj stiranekê dibeje, lê melodî a farisan, gotin Kurdî û rîtim pop. Dîsa stiranbêj stiranê dibeje; rîtîm popa piyasê, gotin Kurdî, armoni a Ereban. Stiranbêj distirîne; sitil Îspanyol, rîtim pop, gotin Kurdî. Û her wisa em dikarin van mînakan gelek zêde bikin. Lê ev ne bi zanist û li gore jîana ku dije ye, an jî bi setezekî zanistî pek nay, li gor daxwaza rojane u bi hesten erzan, ji bo berjewendiyen sexsî cedibe û lewrajî dibe qirejî.
peyveke þaþ ketiye nava me û em ji bo van mûzîkên tevlîhev bi kar tînin; ji vê mûzîka bênasname û hestkuj re tê gotin “Arabesk.” Ev ne rast e. Ev tarzê mûzîkê li gora min ku mirov bêje bê nasname ya herî rast e. Ji ber ku tê zanîn Arabesk, di mûzîka Ereban de bi þoreþeke mezin li derveyî mûzîka olî û bi tarzekî orkesrasyon hatiye pêþxistin û di nava atmosfera xwe de pir jî serkeftî ye.
Di vir de eger em vê bibînin, cima ev tarze bê nasname kete nava civaka me. Hêza ku cenndirmetiya cîhanê dike û bi navê globalîzmê dixwaze çandekî tevlîhev, bi naverokeke þîlo, bê nasname biafrêne, dest avêtiye çand û civaka Kurdan jî. Bi kurtasî em vê hewldanê bi navê post-modern dikarin bi nav bikin. Modernîzim li Avrupayê hatiye afirandin û huner xistiye salonan û dibêje gel ji huner fêm nake, ji ber wê divê kes û komên hilbijartî eger huner çekên û temaþe û guhdar bikin. Ev nêrîna ku jê re dibêjin modernîzm bi þoreþên gelan têkçû û hunerê alternatîf derket pêþ. Li hemberê vê rastiya hunerê alternatîf û gelêrî, Emerîka dixwaze hunerekî li gora siyaseta xwe tevlîhev, ji bo her kesî, lê ne ji bo ti kesî, ji bo her tiþtî, lê ne ji bo ti tiþtî, bê armac, bê nasname û tenê hestên rojane, bi piranî jî hestên cinsî têr bike, biafirîne. Ev jî dibe sedem ku di civakan de erkên exlaqî, gelêrî, hunerî nemînin. Jixwe huner û bi taybetî mûzîk di bazara eperyalîzmê de bûye beþeke sanayiyê û bi nerîna post-modern jî tê xwastin ku tiþtên mayîn jî biqedînin. Bi vî awayî mejiyê mirovan vala bikin, naveroka tevahiya nêrxan têkbibin û kesayetên bê armac, bê îdolojî biafrînin.
Di salên dawî de di nava me de kesayetên wisa derketin ku mûzîka stiranbêjên Tirk di salên 1960-70î de ji Erep, Yunan, Kurd û gelên din, didiziyan û bi naverokeke vala û bi hêstên evînê tenê di cinsiyetê de dibîne, digotin. Stiranbêjên me jî di salên 2000î de careke din bi peyvên Kurdî van stiranan dubare dikin. Ev ne tenê qirejkirina mûzîke ye, tengkirin û kuþtina hêstên rast û dewlemend e jî.

Ji bo mûzîka Kurdî yek ji tehlûkeyên herî mezin ew e ku bi gotinên pir erzan û sloganwarî û bi melodiyên weke qalib û ku li bazarê bi dehê caran hetîn bikaranîn, careke din stiranên þoreþê an jî li ser þoreþgeran bi van aliban stiran gotine. Gotina stiranan bi vî tarzî mixabin di mûzîka Kurdî de rê li ber rant û popilîzmeke rizî vekiriye. Eer em di vî warî de jî nîqaþên xwe bi vekirî bikin, ev nayê wê wteyê ku em kes, an jî kesan bikin hedef. Lê ev rastiyeke li ber çavan e û divê em ji bo paqijiya huner û ji bo afirandina mûzîka herî rast û ji bo nirxên T. Azadiyê bê tirs li ser vê mijarê goftûgoyên xwe pêþ bixin.

Bêguman pêþveçûn hene, guhertin û veguhertin jî hene û wê hebin jî, lê eger her tiþt li gora xwezaya xwe pêþ bikeve. Di mûzîkê de hin rastiyên gerdunî hene û divê pêk werin, eger pêk neyên, wê dejenerasyon pêþ bikeve. Ti kes nikare bêje mûzîka Kurdî tenê dengbêjî û gelêrî ye û divê wisa bimîne. Na, li gora rastiya guhertinên xwezayê, civak û mirovatî wê tarz û sitîlên nû dakevin nava mûzîka Kurdî jî. Nifþên nû wê bi rock, rep, hîphop û bi gelek formên cuda mûzîkê bi Kurdî þîrove bikin. Lê ev nayê wê wateyê ku em ji rastiya civakê û ji erkên hunerê dûr bikevin.
Weke her hunermendî divê stiranbêjên me jî pêþî di warê dîrok, kevneþopiyan gelê xwe û zimanê Kurdî de xwe pêþ bixe, xurt perwerde bike û bi zanizti, li gora qeyd û zurûfên huner tarz û sitîlên cuda biceribînin. Bawer im wê demê ev pirsgirêkên heyîn ne bi tevahî be jî wê ji sedî not ji hole rabe.

Dawî.. 


YAZDIR Yazdýr     Yorum Ekle Yorum Ekle
(Not: Yorum sadece üyeler tarafından yazılabılınır. Yazılan yorumlar yönetim tarafından onaylanmak için beklemeye alınıyor.)
 
Seçenekler
   Çýktýsýný Al
   Arkadaþýna Yolla
   Köþe Yazýlarýna Dön

Arþiv
·Insan direngen bir varlýktýr Arabesk ise teslimiyetir.
·RUZGAR
·Onurlu Anýlarýmýza baðlý kalmak insan olmak demektir
·Katliyam pilanlayanlar Barýþý anlayamaz
·Bakmak yüzeysellik, görmek algýlamaktýr...
·Yenilik ve Cesaret
·Müzikte alternatif olmak!
·Tarz û Sitîlên Mûzika Kurdi û pirsgirêkên heyîn -2-
·TARZ Û SITÎLÊN MÛZIKA KURDI Û PIRSGIRÊKÊN HEYÎN -1-
·Kendine Êdî Bes e de Artýk TC

© 2004 Rojaciwan.com
Bütün HaberlerTürkce HaberlerNuceValid robots.txt


English: All the comments, articles and other contents are property of their owners.
German: Die Artikel und Kommentare sowie Foren- und etwaige Chatbeiträge und alle anderen Inhalte sind Eigentum der Autoren.
Turkish: Rojaciwan sitesi özgür bir tartýþma platformu olup, sitemizde yayýnlanan bütün yazýlardan, yorumlardan ve hernevi multimedia dökümanlarýndan sahipleri sorumludur.


Sayfa Üretimi: 0.652 Saniye
SQL: 26
Rojaciwan Theme by Rojaciwan Webtasarim.