|
Li Tirkiyeyê aloziya siyasî ku berdewam dike her diçe kûrtir dibe. Di demên dawî de pirsgirêkên di navbera derdorên neteweyî-milletperest û AKP’ê de têne jiyîn û bûne mijara guftûgoyê didin xuyakirin ku ev alozî di demên pêþ de dê kûrtir bibe.
Diyar e ku nakokiyên di nava derdorên neteweyî-milletperest û AKP’ê de di encama têkoþîna ji bo serdestiyê ye. Ev rastî nîþan dide ku li hemberî nakokiyên di navbera neteweyî-milletperest û AKP’ê de pêwîstî bi helwesteke çawa heye. Ev yek wezîfeya herî girîng a li pêþiya derdorên çep û demokratîk yên li Tirkiyeyê ye. Pêwîst e hêzên çepgir û demokratîk destnîþan bikin ka li hemberî aloziya siyasî ya tê jiyîn xwedî helwesteke çawa ne. Ev helwest ji helwest nîþandana pirsgirêka di navbera hêzên neteweyî-milletperest û AKP’ê bêhtir, pêwîst dike ku mîna hêzeke serbixwe ya îradî karibin di qada siyasetê de cih bigirin. Heger ev yek pêk were, wê bê wateya ku helwesteke rast hatiye nîþandan.
Rastiyeke ku tê zanîn ew e ku li Tirkiyeyê hêzên çep û demokrat di bûyîna hêzeke îradî de pirsgirêkên mezin dijîn. Klîk/kom ên dixwazin li ser desthilatdariyê bibin xwedî bandor jî dixwazin vê rewþê bikar bînin. Sedema ku þerê di navbera AKP’ê û hêzên neteweyî-milletperest de ev qasî vekirî pêk tê jî ev rastî ye. Ji ber vê yekê ye ku dema AKP’ê û hêzên neteweyî-milletperest bi hev re þer dikin, tê xwestin girseyên gel jî bikin aliyê vê nakokiyê û þerê heyî. Ev bi tevahî encama kêmasiyên hêzên çep û demokratîk ên li Tirkiyeyê ne.
Kêmasiya herî mezin a hêzên çep û demokratîk li Tirkiyeyê dijîn avanekirina yekîtiya di nava xwe de ye. Ev pirsgirêk ne nû ye. Ji berê ve pirsgirêkên bi vî rengî dijîn. Heta ev rastî bûye sedem ku ‘kêlî’yên girîng yên dîrokî jî nehatin nirxandin û derfet ji dest hatin revandin.
Beriya 12’ê Îlona 1982’yan hêzên çep û demokratîk ji ber ku di nava xwe de yekîtî ava nekirin ‘kêlî’yeke dîrokî ji dest revandin. Di dema ku hêzên desthilatdar nikarîbûn welêt birêve bibin de mîna îradeya gel xwe birêxistin nekirin. Di encama vê yekê de jî dema ku cûntaya faþîst a 12’ê Îlonê dest danî ser desthilatdariyê nikaribûn ji xwarina darbeyeke mezin xwe rizgar bikin. Pêvajoya niha tê jiyîn û bûyerên pêk tên ji bo hêzên çep û demokratîk derfetê amadebûna tabloyeke pêvajoya bi heman rengî diafirîne.
Serpêhatiyên berê ji bo hêzên çep û demokratîk bûne tecrûbeyeke mezin. Em bawer dikin ku hêzên çep û demokratîk ên Tirkiyeyê ji van serpêhatiyan encamên girîng derxistibin. Rêber APO nerînên xwe yên der barê avakirina partiya sîwan a ji aliyê hêzên çep û demokratîk ên Tirkiyeyê û hêzên azadî û demokrasiyê de tîne ziman. Sedema ku Rêber APO bûye xwedî nerîneke bi vî rengî encamên ji serpêhatiyên demên borî ne.
Nerîna ku ji aliyê Rêber APO ve tê bilêvkirin, di rewþa niha de pêwist e ji hêzên çep û demokratîk lê xwedî derkevin. Tevî ku ev nerîn ji aliyê hêzên çep û demokratîk ve tê pejirandin jî di pratîzekirina wê de hin astengî xuya dikin. Di serê van astengiyan de jî nîþandana helwest û nêzîkahiyên cuda tên.
Di pratîkbûna nerînekê de dibe ku nêzîkahiyên cuda heb in. Pêwîst e ev mîna dewlemendiyê jî bê qebûlkirin. Lê belê helwesta hin kes û derdorên li Tirkiyeyê di taybetmendiyê berovajî vê yekê de ne. Bi nirxandinên dikin avabûna partiya sîwan asteng dikin. Heta helwestên ku partiya sîwan sivik/erzan digirin dest tên dîtin. Em dikarin bêjin ku ev nêzîkahî þaþ in û ji bo hêzên çep û demokratîk tu feydeya wan nîn e. Divê bê zanîn ku mîna beriya niha, ev helwest tenê wê li hesabê kom/klîk a serdestê desthilatdariyê were.
Rastiyeke ku di destpêkê de em dixwazin bê zanîn heye. Li Tirkiyeyê bingeheke ku hêzên çep û demokratîk karin xwe bispêrinê ji yên salên 80’yî pêþketîtir jî heye. Di dema Osmaniyan de jî tevgerên gel ên pêk hatin bingehên ku pêwist bû hêzên çep û demokratîk xwe bispêrinê bûn. Di salên 1970’î de bilindbûna tevgera çep û demokratîk gihîþt asteke ku desthilatdariyê tehdît bike. Mirov dikare binirxîne ku di salên 1970’î de li Tirkiyeyê di wateya civakî de pêþketina çep û demokratîk bipêþ ketibû. Ev yek ji bo hêzên çep û demokratîk mîna bingehekê yê.
Ji ber ve yekê jî nirxandinên mîna, “ji bo avakirina partiya sîwanê pêþî avakirina bingeh pêwîst e’ tê wateya nedîtina derbasbûyin û hîmê xwe yê bingehîn. Li Tirkiyeyê di navbera salen 1970-1980’yî de, li Kurdistanê ji 1970’yî heta roja me bingehekî gelekî bihêz hatiye avakirin.
Li Tirkiyeyê bingehekî ku hêzên çep û demokratîk karin xwe li ser ava bikin heye. Tiþtê li Tirkiyeyê nîn e jî sîwaneke li ser vî bingehî ye. Yê dibêjin ban/sîwan a bê bingeh nabe, pêwîst e li ser rastiya ku bingehê avakirî yê bê sîwan dikare rê li ber çi veke serê xwe biêþînin.
Heta niha her hatiye gotin ku þoreþgerî hunereke zehmet e û tu carî bi tevgerên gel re lîstîk nayê lîstin. Ev gotinên rast in. Bicihneanîna van gotinan her tim bi þoreþger û gelan daye windakirin. Di dema guftûgoyên partiya sîwan de yên tiþtên cuda tînin rojevê divê vê rastiyê bizanibin û ji dîrokê dersan derxin.
Wezîfeya bingehîn a hêzên çep û demokratîk ên Tirkiyeyê ew e ku li dîroka xwe xwedî derkevin û tiþtê heta niha ne hatine kirin pêk bînin û biser bikevin. Ev jî tê wateya, bi navê cuda bin jî ji avakirina yekîtiya navbera hêzên çep û demokratîk pêde ne tiþtekî din e. Di roja me de li hemberî kom/klîk ên li ser desthilatdariyê bi hev re þer dikin bersiva herî di cih de were dayîn dikare bi vî rengî were destnîþankirin.
|