|
Cara yekeme ku ez ewqasî kûr li vê malperê mêzedikim. Rastî jî destê xebatkarên ku vê malperê derdixin saxbe.. malperek pir baş amadedikin lê hin kêmasiyên wê jî hene ger ew jî ben derbazkirin wê tam li gorî navê xwe be, yanî wê tam bibe roja ciwanan.
Roja ciwan bi nivîs û nûçeyên xwe ji bona ciwanan wê bibe beşek çavkaniya agahiyan. Lê divê ku ciwan bixwe jî xwedî li vê malpera xwe xwedî derkevin û bi nivîs, nêrîn û xwendinê vê malperê hîn dewlementir bikin.
Belê çerxa ku em niha tê de dijîn çerxa teknolojiyê ye. Ger mirov teknolojiyê jibona berjewendiyên xwe bi rêbazên baş bi kar bînê, tiştek pir başe, lê ger ne wisa be jî teknoloji ji bona mirov dikare bibe xeterek herî mezine jî.
Jiber ku girêdana zêde bi teknîkê re mirov dike robot jî. Bi taybetî jî jibona ciwanan ev yek zedetir girînge. Jiber ku ciwan di temenekî de ne ku her tiştî pir zû digrin û xwedî zîhneke paqij û taze ne.
Vê malperê pir ciwan dişopînin. Û ligorî min endamên wê pirr in. Lê kêmasiyek ku min di vê malperê de dît, ew e ku nivîsên ciwanan bixwe têde hindikin.
Xwendin, şopandin pir başe, lê ger ciwan bi nivîsên û nêrînên xwe alîkariyê nedin vê malberê, wê tu cûdahiya wê malberê jî ji malberên dîn nemîne. Ji ber ku gelek malperên ciwanan yên dîn jî hene. Bi taybetî jibona ciwanên Kurd ev malper xizîneyeke ji bona ahagiyan.
Belê, min îro piraniya dema xwe da xwendina vê malperê. Tê de nivîsên baş û pir xweş hene. Gelek ji van nivîsan xwurt û hêja ne.
Ez nikarim bêjim nivîsên wan kêmin an jî jibona agahiyan têra ciwanan dikin lê di warê nivîskaran de divê ciwan bixwe zêde binivîsin, piraniya nivîskarên rojaciwan him temenê wan pir mezinin û him jî ev nivîskar ji xwe di rojname, kovar û malperêndîn de dinivîsin dema di wê malperê de jî dinivîsînin hem ev malper jî weke malperên dî dibê û zêde bala ciwanan jî nakşîne. Ji bona vê jî ez dibêm divê ciwan bixwe di malbera xwe de binivîsin.
Lê jiber ku min di serî de jî got ez cara yekemîne ewqas kûr li vê malperê dinêrim ji bona vê ez niha nikarim zêde rexne bikim. Di warê nûçeyên germ de pir xweşik tê amadekirin lê di warê nivîskaran de kêmasiyêkheye. ew jî ewe ku ciwan bixwe li gorî tê xwestin xwedî li malpera xwe dernakevin.
Ez jî bi vê nivîsê di serî de rexnedayîna xwe didim ku ez jî wek ciwanekê heya niha bi berpirsyarî nêzî vê malperê nebûm. raste min carna dişopand lê ne ewqasî kûr Tenê min malper vedikir, nûçeyek nû yan jî nivîseke ku bala min dikişand, min dixwend û ez piştre jê derdiketim. Ji bona wê yekê ez niha nikarim ciwanan rexne bikim ji ber ku li malpera xwe,xwedî derketine. Lê divê em bi taybetî beşa kurdî ya vê malperê bi alîkariyeke hindik be jî dewlemend bikin. Ji ber ku birastî jî di van salên dawî de ji bo xwendin û nivîsandina bi kurdî de derfetên pir mezin ketine destên me .
Dîsa bi taybetî nivîskarên keçên ciwan pir hindikin di vê malperê de û nivîsên girêdayî rewşa ciwanên keç jî hindikin. Jiber ku rewşa keç û jinên me jî tê zanîn her roj rastî zehmetî û zordariyekê tên. ew çi di warê dijwarîya di nava malbatê me de be û çi jî di warê danûstandina li gel hevalên xwe de be û çi jî li gor pêvêndiyên xwe tevlî jiyana ku deverên lê dijîn be jî keçên me pir zehmetiyan dikjînin....
Ez jî bi vê nivîsa xwe dixwazim edî destpêkekê bikim û bibim xwendekarek Rojaciwan. Û bang li tevahiya ciwanên Kurd dikim, verin em bi zimanê xwe alîkariyê bidin vê malpera xwe û bi nivîs û nirxaendinên xwe, vê malperê dewlemend bikin.
Carek din ez dibêm kesên ku ji bona vê malperê kedê didin, destê wan saxbe. ji were serkeftin .... |