|
Jineke çiya anî ziman. Bi tenê, xeyaleke wê keçikê hebûye. Dixwest rojekê, neynieke bejnê bibîne. Tu fêm dikî? Dixwest di neynikeke bejnê de xwe carekê bibîne.
Sakînê çavên xwe li Zagrosê vekirine.. Li gor çîrokê Zagrosê ew aniye dinyayê. Wê şevê ba û baranê, weke dîn û haran reqisî ne. Baranê wê şevê mîna lûleya mesînî, xwe berdabû ser rûçikê erdê û ser lûtkeyên çiya. Ba bibû bager û rabibû. Wê şevê hemû çiyayên dinyayê xweziya xwe bi Zagrosê anî bûn.
...
Sakîne hê ku nehatibû kuştin, xeyalên xwe ji şervaneke jin vegotiye.
“Li vê cîhana mezin, xeyaleke min a biçûk heye; di neynikeke bejnê de dixwazim xwe bibînim.”
...
Bedewî û xweşikbûna Sakînê, di neynikekê de bi cih nebû. Qet tu neynikan nikarî tenê bi serê xwe xweşikbûna wê nîşan bide. Çu neynikan têra xweşikbûna wê nekir. Delalî û xweşikbûn li neynikan de nayê dîtin.
...
Rojekê şervaneke (gerîla) jin, ji bo wê behsa neynikan kiriye. Ji wê re gotiye ku, li cihên dûr, li çiyayên Zagrosê wê de, neynikên, mirovên ku li wê derê dijîn, hene. Behsa tiştekî wisa jê re kir, ku dema mirov li wê tiştê dinêre xwe tê de dibîne. Ji van tiştan, ku ji wan re neynik tê gotin, li wan diyaran gelek hene. Heta neynikên wan ewqas gelek in, li malan, li kargeh û kolanan jî hene. Mirovên wê derê her cihê ku diçinê, di neynikan de li xwe dinêrin.
Piştî wê rojê Sakînê xwest ku bibe xwedî neynikekê. Eger neynikeke wê hebûya dê li xwe mêyze bikira. Tiştê ku hemû kesê didît wê jî dê bidîtiya. Lê belê ev xwesteka wê bi pêk ne hatiye. Tu car neynikek bi dest ne xistiye. Rojekê dîsa ew şervana jin, ji bo wê neynikeke bi çivîkê hatiye xemilandin aniye. Mezinahiya neynikê an nîv bihost bûye an jî nebûye. Sakînê neynik hildaye destê xwe û li xwe nêriye. Berê her tiştî çavekî xwe dîtiye, paşî ê din. Çavên wê yên mîna libên zeytûnê, ên rip û reş hebûne. Bi dorê, li lêvên xwe, li difina (poz) xwe, li birûyên xwe û li hemû rûyê xwe nêriye. Neynik ewqas biçûk bûye, rûyê xwe encex parçe parçe dîtiye.
Wiha dibêje helbestkar: “Bibeşişin li ber neynikên bi çivîk, yên ku rûyê we tê de bi cih nabe.” Sakîneya çardeh salî, tenê karî, xwe li neynikeke bi çivîk, parçe parçe bibîne. Tenê karî, xwe li neynikeke nîvbihost de, ya ku di berîka êlekê wê de cih dibe, bibîne. Sakînê, her tim bi vî rengî xwe nas kir. Delalî û xweşikbûna xwe encex parçe parçe dît; li rûyê xwe ê bedew tim perçe perçe nêrî. Delalî û xweşikbûna xwe, rûyê xwe yê pîr û pak carek jî be, bi temamî nikarî bibîne .
Sakînê, ewqas dixwest ku delalî û xweşikbûna xwe bi temamî bibîne, rojekê ew jina çiya, ji wê re behsa neynika bejnê kir .
Ji wê re got ku, li wan diyarên dûr, ê ku qala wê dike, neynikên bejnê jî hene.
Û wiha berdewam kir jina çiya:
“Mirov li wan diyaran her tim li neynikan dinêrin. Neynik jî her tim li xwe. Li wan diyaran mirovan her tim li xwe wisa nêrîne. Ji bilî xwe tu kesê nabînin. Ew mirovên her tim li xwe dinêrin, nabînin ku kesên din çendîn xweşik û delal in; ma dê çawa bîbînin?! Çavên wan kor kiriye wan neynikan. Tenê û bi tenê hez jî neynikan dikin. Neynik jî ji hez xwe dikin. Ji ber vê yekê li her derê neynikan bi cih dikin. Çavên wan bar nabe û dilê wan naxwaze ew li kesên din binêrin. Tenê yê ew dixwazin bibînin, dîsa ew bi xwe ne.
Tu. Keça çiya Sakîne. Neynika te çiya ye. Li Zagrosan binêre, tu dê xwe tê de bibînî. Çiya neynika mirovan e. Neynikeke rast e çiya. Dibe ku hemû neynik derewan bikin, lê çiya derewan nakin. Çiya ne mîna neynikên din in. Tenê ne liv û lebat û tevgerên mirov, hûndirê wan (ya di dilê wan de) jî nîşan dide. Çiya neynika rast e. Neynikeke bejnê ya rast.
Neynika te, çavên wan mirovên çiyayî ne. Ew dilşahî û bextewariya tu di nava wan çavan de dibînî, delalî û xweşikbûna te ye.”
Not: * Ev nivîs ji aliyê şervanê azadiyê yê nemir Halîl Uysal ve bi Tirkî, bi navê ‘Boy Aynasi’ hatiye nivîsandin. Her wisa bi heman na weke fîlm hatiye çêkirin. Em jî vê nivîsê, ku me wergerandiye kurdî, ji bo bîranîma wî pêşkêşê we dikin. |