|
Sal stewr, war stewr, ax stewr, mê û zayîndetî heke giş stewr bin li welatekî, êdî ew welat ‘kordûnde’ ye.
Bo nimûne, îsal ewr stewr bûn, di encamê de kelegerma cîhan-î şumul li ber dergehê dinyayê xist û xela hate berî, pê re jî mêşên hungiv koça xwe kir û polenandina kulîlkan çênebû û ew stewr man. Hevsenga xwezayê li bin guhê hev ket û vê jî hişt ku kelegerm li cemseran bixe û tsûnamî û tofanên nû hatin ber sûr û bedenên cîhana me kozikên xwe vegirtin. Cîhan li ser hezazekê ye, ha diçe xwarê ha diçe…
Ev di biyavekî giştî de ‘rastiyên cîhana me’ ne lê em ji wê cîhana giştî dakevin û îcarê jî berê xwe bidine cîhana xwe ya hundirîn û li welatê xwe, li stewriya xwe hinekî binêrin. A me stewriya fikrî ye.
Hizrên me stewr in, ji ber hindê jî, heçî kurdê/a bi kurdîniyê rabû, li kurdîniyeka dî ya hundirîn dialiqe û dibe sermiyan û şivanê ‘kurdîniya xwe’ û li kurdê dî radikêşe tîr û mertalên xwe. Di encamê de, welatekî çarparçe li şûnê dimîne û her parçeyek dibe kaba destê neyarekê û wê davêjin ber hev.
Ramanên me stewr in, ji ber wê çendê jî, çi kurdê/a bi bayê ‘azadiyê’ beziya li sînor û destnedanên hundirîn dihingêve û dibe darkokê serê dara lê nişî. Dasa îdeolojî û felsefeya xelkê digire destê xwe û dara niştimana xwe ha dibire û ha dibire. Di encamê de, birakujiyeke bêyom li pey dimîne û dayika niştiman hûrik hûrik rondikên xwe vedimale hinavên xwe.
Ya me stewriya ramanî ye, ji ber hindê jî, heçî kurdê/a xwest bibe paleyê neteweya xwe bi pişt û berê xwe tê hingaftin û dibe rêwiyê derbideriyê û li bendîxaneyên cîhanê wekî cuzamiyekê tê ragirtin. Di encamê de, kurdê reş û spî li hev radibin û dibin kurmê dara xwe.
Ramanên me stewr in, ji ber vê yekê jî, heçî kurdê/a dibe şarezayê kar û barê xwe ji hespê kurdîniyê peya dibe û li kerê xelkê siwar dibe. Dibe ilimdar û zanayê xelkê, şûr di destî de dadikeve welatê xwe, dibe darkokê serê qewmê xwe. Di encamê de, kurdê zana palê xelkê, yê nezan jî di navbera şerê fîl û kerkedanan de diperçiqe.
Çimkî ramanên me stewr in, ji ber hindê jî, em bi ramanên xelkê ji ya xwe dûr dibin, ji rehên xwe dibizdin, dimînin bê çand û tore, bê dîn û kultur… Di encamê de, bi peyvên xelkê em ramanên xelkê dijenin û dibin zêrevanê çand û tora wan.
Ji ber ku ramanên me stewr in, sala me bi ‘azadî’ nazê, roja me bi ‘geşî’ hilnavêje, stêrkên me bi ‘ronî’ naçirûsin, em dimînin ku li ber tîna agirê xelkê beroşa ‘ramanên xwe’ bikelînin.
Ji bo vê jî, berê sala me stewr e, berê roja me ewr e…
Bi peyvên deynkirî, bi ramanên jiberkirî, bi edebiyat û hunera kopîkirî, bi felsefe û hizra baskokirî, bi zimanê biyanî, bi dîn û baweriya biedetî û jinezanî, em ê nikaribin tovê ramanên xwe li malzaroka jiyanê bireşînin û nifşê ‘azadî’yê vejînin.
Berî her tiştî diviya ramanên me zayînde bin, ji bo wê jî diviya hizrên me têrxwer bin, li çerwarên xwe biçerin û ji dol û berdolên xwe têr bibin nexwe saleke dîtir dê ji umrê me biçe stewr stewr…
|