| |
| Eklenme Tarihi: 18.07.2008 Saat: 17:22 |
|
|
Di van salên dawî de Hêza Rizgariya Gelê Kurd bi her awayî girîngiya dîplomasiyê tînin ziman. Heman hêz dizane ku ji bo ev kar baş were meşandin jê re hêzeke lobiyê lazim e. Lewma car caran bangewazî têne kirin ku her kurd bikaribe derfetên xwe bikarbîne û bixe xizmeta têkoşînê. Li vir ez dixwazim bêjim ku, bê meşandina karê dîplomasiyê kes nikare bêje emê pirsgirêka kurd çareser bikin. Kengî encama têkoşînê karê dîplomasiyê xurt bike û jêre bibe pir, wê demê çareserî jî nêzîk dibe. Em hê negihîştine asteke wisa, lewre pêwîste ji bo vê her kurd xwe weke elemanekî lobiyê bibîne.
Derbarê dîplomasiyê û lobiyê de beşê ku dikare baştir were bikaranîn yê ciwana ye. Hejmara vê beşê her diçe zêdetir dibe û hêza herî dînamîk e. Di salên dawî de em dibînin ku di hemû çalakiyan de ciwan li ser piyan in. Bêguman ev moral dide me. Lêbelê ev hêz zêde rêxistî nîne. Ya ku jê re herî zêdetir tanzîm lazime beşa ciwanan e. Di vî warî de çiqas hewldan hebin dîsa jî bes nîn e. Divê her komeleya kurdan di vî warî de pîlansaziyên taybet çêke û di pratîkê de jî bide meşandin. Her wiha, divê ji ciwanan re rê were vekirin ku ew di nava rêveberiyên komeleyan de cih bigirin. Bêguman ji bo vê yekê xwesteka ciwanan girîng e, lê heke em liv û lebatê li benda ciwanan bihêlin emê dereng bimînin.
Weke beşê ciwanan, hin beşên civakê ên din jî dikarin baştir werin çalak kirin. Mînak; beşê jinan û yê rewşenbîran. Ev her du beşên potansiyela diyaspora kurdan jî lazime bihêztir bibin. Saziyên ku bikaribin lobiyê bimeşînin endamên van du beş in. Mixabin ev her du beşên civaka me li Ewropayê jî pir belav in. Di nava heman potansiyelê de rewşenbîrên kurd pir in, lêbelê ew pir bêtanzîm û ferdî mane. Dibe ku ev weke nexweşiyeke rewşenbîran were dîtin, lêbelê nayê qebûlkirin. Divê rojek berî rojekê rewşenbîrên kurd li rewşa xwe binêrin û berpirsyartiyên xwe nasbikin.
Heman gotin ji bo jinên kurd jî dikare were ziman. Derbarê rêxistinbûna jinan de jî pir kêmasî hene. Hin saziyên jinên kurd li Ewropayê hene, lê ew jî zêde biçalak û birêxistin nîn in. Çendî hin hewldan hebin jî, bi taybetî derbarê lobiyê de, ew zêde dewlemend nîn in û bandorê nakin. Heke saziyên jinên kurd hewl bidin wê bikaribin li vê Ewropayê xebatekê pir bibandor bimeşînin. Her kes dizane ku deriyê pir saziyên ewropî ji jinan re vekirî ne.
Di dawiya vê nivîsê de dixwazim bêjim ku, heke kurd bixwazin ji bo paşeroja xwe û ya zarokên xwe tişteke pîroz bikin ew ên bikaribin ku pir deriyan vebikin. Bi meşandina xebatên lobiya wan re wê karê dîplomasiyê jî baştir biencam bibe. Wê demê êdî kes nikare li pêşiya çareseriya pirsgirêka kurd bisekine. Ev xebat hemû dikare weke beşeke pêngav a ‘Êdî Bes e’ were dîtin. Lewre encama wê bibe azadî û serfirazî.
|
|
Yazdır Yorum Ekle (Not: Yorum sadece üyeler tarafından yazılabılınır. Yazılan yorumlar yönetim tarafından onaylanmak için beklemeye alınıyor.) |
|
|
|
 |
| |
|