|
Karsazên kurd bi dîrektîfa Tansu Çîllerê û hevkariya kesên wekî Velî Kuçuk bi armanca tasviyekirinê hatin kuştin. Çîllerê piştgiriya xwe di dema bûyera Susurlukê de bi van gotinan dipejirand, ’Kê bo dewletê gule avêtibe an jî xwaribe li ber çavê me ew leheng e’.
Dîsa Çîllerê digot lîsteya karsazên ku bi PKK’ê re alîkariyê dikin di destê me de ye. Li dû van gotinan karsazên kurd yek bi yek hatin kuştin. Wekî Behçet Canturk, Savaş Buldan û hwd. Karsazên xwe çêkirin wekî Sedat Peker, Samî Hoştan û Încî Baba hatin bicihkirin. Siyasetmedarên kurd yên bijarte bi bêbextî hatin kuştin.
Dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê hewl dide ku bi çend serbazên taqûtkirî û çend kesên ku jixwe tu bandora wan nemaye rûçikê xwe paqij bike. Li aliyekî wan çetayan tasviye bike li aliyê din ji cîhanê re bêje kiryarên qirêj hinek çetayan bi serê xwe pêk anîne. Bi vî awayî hewl dide ku, hem xwe ji tazmînatên ku dadgehên Ewropayê bike, hem jî di qada navneteweyî de rûçikê dewleta tirk paqij derxe. Ew ê hinek bûyerên ku van çeteyan li hemberî kurdan pêk anîne bên rojevê, lê ew ne wekî kiryarên sîstematîk yên dewletê ew ê wekî bûyerên krîmînal ên çeteyekê bên rojevê.
Wekî rojnamegera ku wênaya Velî Kuçuk û Alparslan Aslan a bi hev re kişandiye deşîfre kiriye dibêjim. Ev kiryar an jî qirêjiya dewleta tirk ne karê çend kesan e. Divê kurd qasî ku li xwe xwedî derdikevin divê ewqas jî bizanibin hesab bipirsin. Gava ku qirêjiya van çetayan deşîfre kir ne ku wekî çeteyekê bibîne, berovajî wekî kiryarên sîstematîk ên înkar dewleta tirk a bi salan, a li hemberî kurdan û neteweyên din bibîne. Bi awayekî sîstematîk û bi hevkariya hemû hikûmetan ku hatin ser text, wekî CHP, DYP, AKP û her wiha ANAP jenosîd û qetlîama kurdan esas hate girtin û wisa tevdigeriyan/ digerin. Gelek rojnameherên tirk li ser mijarê radiwestin. Her roj raporeke Ergenekonê tê weşandin. Ew ê hîn navên ecêb derkevin pêşiya me. Lê rapora ku tê gotin li mala Hurşît Tolon hatiye dîtin, ku behsa kîjan rojnameger ji çi armancê re xizmetê dike gelekî bala min kişand.
Navê rojnameyên kurd qet derbas nabe. Her çiqas van kesan rojname/rojnamegerên kurd bi zanistî dikirin hedef, rojnameyên tirk jî bi zanistî behsa planên çeteya Ergenekonê a der barê rojnameyên kurd de nakin. Em gelek caran bûn şahîdê, rojnamegera rojnameya Akşamê Guler Komurcî (ew jî di nava vê çeteyê de hatibû girtin) bi dehan caran di quncikê xwe de Azadiya Welat wekî rojnameya terorîstan bi nav kiribû û wekî hedef nîşan dabû. Dîsa berpirsiyarê malpera Açik Îstîhbarê (di operasyona Ergenekonê de hate girtin) beriya du salan di malpera xwe de, hemû agahiyên hemû kesên ku berpirsiyariya çapemeniya kurd dikin pir vekirî weşandibûn.
Me berê gotiye, li Tirkiyeyê gava mijar dibe kurd gur û mî bi hev re diçêrin.
Divê kurd amade bin û çapemeniya kurd divê derfetên xwe yên ziman, naskirina herêmê û peywendiyên xwe baş bi kar bîne qirêjiya ku li Kurdistanê hete kirin/ tê kirin deşîfre bike. Li hember êrîşan ji sûdên xwe quwet bigire û ji bo ku nebe ‘bendê li dû hewanê’ divê hay ji xwe hebe.
|