|
Ev gotin ne ya min e, belkî gotina çend qehreman û şoreşgerên kurd ku her yekî/ê di çaxekî de li hemberî dijmin bikar aniye. Herî dawiyê bi nameyekê mamosta Ferzad Kemanger li hemberî rayedarên komara Îranê bi dengekî bilind gotineke wiha kiribû û hinek rojname û ajansên îranî jî ev nameya wî belav kirin.
Ji serdema Sefewî, Qacarî û Pehlewiyan heta roja îro ku şiiyên fanatîk li ser kar in, kurdên azadîxwaz rastî gelek ferman û tevkujiyan hatine. Lê bextewerî di vir de ye ku wan heta niha nekariye evîna kurd û Kurdistanê di dil û mejiyê kurdan de tune bikin.
Ferzad Kemanger wek mamostayekî ku êş û elemên civaka xwe baş nas bike, li hemberî îftira û tawanan serê xwe natewandiye. Rojekê ew kirine endamê “PJAK û dijberê sîstema serdest”, piştre dema ku nekarîn îspat bikin niha Ferzad wek “endamekî PKK’ê” bi îdamê hatiye mehkumkirin! Ji hemû Kurdistan û seranserî cîhanê li hemberî vê biryarê dijberî hat dîtin. Rayedarên dadgehên komara îslamî ji ber veşartina rûreşiyên xwe ji Ferzad Kemanger dawa kirin ku ger ew dawa lêborînê bike mumkûn e hukmê îdama bibe hepsa ebed! Lê rêzdar Kemanger bi şandina nameyekê ev daxwaza wan red kiriye û di nameyekê de wiha dinivîse: “Niha li gorî naveroka xalên ku min ji were şîrove kirin, aya diviyabû hukmê îdamê bidin min? Divê ez ji bo parastina jiyana xwe dawa lêborînê bikim? Dawa lêborînê û bexşişê ji kê û bo çi? Ew kesên ku qanûna xwe ya nivîsandî çendîn cara binpê dikin û li gorî zagonên xwe yên nenivîsandî û bi serê xwe biryara îşkence û îdamê didin, gerek dawa lêborînê ji min bikin an ez dawa lêborînê ji wan bikim!?”
Di dîroka Kurdistanê de kesên weke Ferzad pir hebûne ku wek şoreşger û qehremanekî milî li hemberî xwestekên neyaran sekinî ne. Mazlum Doganê ku wek Kawayê sedsala me hatiye naskirin li hemberî hemû cure îşkenceyên tirkên faşîst teslimiyet nepejirand. Îradeya wî hemû planên kemalîstên faşîst têkdan. Bi dengekî bilind wiha gotibû: “Berxwedan jiyane.”
Leyla Qasim di dadgehê de li hemberî Baasiyan dema ku ji wê dixwazin daxwaza lêborînê ji wan bike, sekinîbû û bi dengekî bilind wiha qêriyabû: “Ger ku ez ji karekî jiyana vê cîhanê poşman bibim ew e ku ez zû dimirim bêyî ku bikaribim demek dirêj ji gelê xwe re xebatê bikim. Ger qirar be dawa lêborînê ji kesekî bikim, ez daxwaza lêborînê ji gelê kurd dikim. Ji ber ku di rastiya xwe de, min ji bo doz û pirsgirêka neteweya xwe kêm xebat kiriye.”
Pêşewa Qazî Mihemed jî di dadgeha leşkerî de wiha qêriyabû: “Ez ji kar û xizmeta xwe ya ji kurd û Kurdistanê re ne poşman im. Rojek yê bê ku hûnê dawa lêborînê ji gelê kurd bikin, em jî yê bibin qehremanên doza xwe…”
Li Iraqê jî serleşkerê kurd Izzet Ebdulezîz di bin kindira sêdarê de bi dengekî bilind wiha qêriyabû:“ Şîreta min ya dawiyê ji gelê Kurd re ewe ku riya min daye ber xwe, ew jî wê rê bidomînin.”
Mamosta Ferzadê hêja û qehreman, doza te ya ji bo rastiyê pîroz û mimbarek be. Tu ger ji vir û pê de nejî jî lê nav û xebata te, îradeya te ya mezin, serfiraziya te ya li hemberî paşverûyên komara îslamî yê navê te di lîsteya azadîxwazên cîhanê da bi rûyekî spî biparêze. |