|
Ba, di nava daran de radibû. Tevahiya darûberan þa mabûn (behitî bûn). Îro çi qewimibû, li bayî? Di sibeha vê payîzê de ji bo çi wiha radibû? Halbûkî di serê her sibehê de zûka silav dida daran.
Dara gûzê belg û çiqlên xwe vekiþandin. Wisa difikiri ku bayê bilez û bez, ê ji hêla din tê, bide sekinandin. Wê gavê, dê bizanibûya ku “çi qewimiye”. Ba rabû û hat, di nava belg û çiqlên daran de bilez û bez borî. Dara gûzê dîsa nikaribû bayî bigire. Hilû (aluçe), xox, hirmî bi giþtî þaþ mabûn. Darên çinarê yên pîr, mezin û girs lê mabûn heyirî.
Taa... ji kûrahiyan, Avaþînê bang lê kir. “Çi bûye, çi qewimiye?” Tu kesî/ê bersiv neda. Tenê û bi tenê dara çinarê lêvên xwe badan û got, “tu kes nizane.”
Ba, ji Avaþînê derbasî çemê Zê (Zap) bû. Seranserî çem, bi lez û bez hat ba. Hemû kes þaþ bibû. Masiyên ava Zê jî ecêbmayî bibûn.
Çiyan ji hevdû dipirsîn: “Çi diqewime lo?”
Ba, berê, xwe hilkiþiya Kurê Jahro. Kaniyên Kurê Jahro, lat û zinarên wê, dar û kulîlkên wê, hemû di nava mereqekê de bûn. Kurê Jahro, bi dengê xwe yê kal û pîr gazî lê kir.
“Heey, çi li te qewimiye serê vê sibê?”
Ba, qet li piþt xwe jî ne nihêrt.
Ji wir, xwe berda Þikefta Birîndaran, Mam Reþo, Mîros, Havenda, Çarçela û dawiya dawiyê jî xwe gihande Cîlo.
Çiya hemû, niha li benda wî/wê bûn. Daran belgên xwe, ber bi wî/wê ve zivirandibûn, gul û kulîlkan berê xwe dabûn wî/wê. Heta, Avaþînê jî, ew dengê xwe yê bi hengame kêm kiribû û li benda wî/wê bû. Masiyan serê xwe ji avê derandibû û li bendê bûn, ka dê çi bibêje ba.
Bayî serê xwe rakir. Rondik diherikîn ji herdû çavan. Qet çu kesê ew nedîtibû heya niha, gava ku digirî. Ew, di nava wan ya/yê herî lezgîn bû. Li her derê digeriya û tim û tim bi dengûbehsên xweþ dihat. Lê niha, niha digiriya.
Bêhna xwe da hev. Li bendê bû ku qulpikên wê bi dawî bibin. Û herdu destên xwe ber bi kêleka devê xwe ve bir û heya hêza wî /wê hebe, ji binî kir gazî û qêrin:
“Gule li Seîd ket!..”
Masiyan, zûka serê xwe xistin binê avê. Û bi temamî xwe berdan nav kûrahiya avê. Xwe gihandin kevzên li ser zinara û ew agahdar kirin. Bêdengbûn hemû. Masiyên biçûk wê rojê neleyistin. Xwe ber bi herikîna avê ve bernedan û kêf û þahî nekirin.
Avaþîn, hêdî hêdî herikî wê rojê. Deng dernexist qet. Xwe, li lat û zinaran neda. Xuþe xuþa wê, kesê nebihîst wê rojê.
Nexwe, êdî ew ciwan (Seîd) dê melevanî (ajne) nebiriya di nava ava Avaþînê ya dîn û har de. Nexwe hêdî bi masiyan re dê nebireqisa, li ser lat û zinarên bilind dê xwe nebavêja nava avê û dê bi herikîna Avaþînê re nebiketana qirika hev.
Darên fêkiyan hema zûka naskirin Seîd. Hilû axivî berê:
“Gelo, ma ev ne ew þervan (gerîla) bû ku, serê her sibehê dihat û fêkiyên me berhev dikirin û dibirin?”
Bersiv da bi lez û bez dara gûzê:
“Belê belê, rast e; ew e. Te dît, carekê çiqleke dara min þikandibû û gelek pê êþiyabû û xemgîn bibû.”
Xox kete navberê:
“Dê niha kî berhev bike fêkiyên me, kî dê bi tameke xweþ bixwe, kî dê derkeve ser çiqlên dara me û bi tiqetiq bikene ?! ”
Hemû bêdeng bûn. Serê xwe çemandin ber xwe. Heya wê demê qet dengê xwe dernexistibû tirî. Devê xwe vekiribûya, dê nikaribûya xwe ji giriyê xelas bike. Dîsa jî nikarî xwe bigire, devê xwe vekir û ji niþka ve axivî:
“Herî zêde hez ji min dikir”.
Êdî nema dikarî hêsirên çavên xwe bigire. Tevahî daran ketin nava bêdengiyê. Li her çar milan, giriya tirî belavbû.
Kurê Jahro bêdengiya xwe xerab kir, destên xwe li çokên xwe da:
“Wey lo, nexwe li Seîd jî xistin ”
Kurê Jahro, ew baþ û qenc nas dikir. Ma qey, ew bi rojan nedabû ber dilê xwe û hembêz nekiribû, ma ji dil û can ji guleyên topan û êrîþên hewayî neparastibû ew? Nîha, bi tenê dewsa (þop) piyên wî mabûn di þîverê (peyarê) de. Destên xwe dirêj kir û dest gerand li þopa piyên Seîd. Tu kesî/ê nedîtibû ku, heya niha Kurê Jahro giriya bû; lê niha?
Mam Reþo ji kul û xema wî, bibû dilþewat û cegerxwîn.
“Þervanekî (gerîla) mîna çiya bû. Ew mirov qet nayê kuþtin.” Wisa digot ji bo wî Mam Reþo û her tim dubare dikir: “Þervanekî mîna çiya bû”
Tevahiya xweza, çiya, darûber, av û kanî, çem û rûbar, hemû ketin nava bêdengiyeke kûr û dûr.
Qêrîna bazekê hat bihîstin li þînkatiya asîmanan. Wî jî bihîstibû navûdengê Seîd. Qêrînek wisa pêket, te digot qey digirî. Ber bi asîmanan ve, hê zêdetir bilind bû, bilind bû, niha li qada herî bilind bû. Dîsa jî hê bilind bû; dixwest qul bike û bi qeliþîne rûyê asîmana.
Wî jî Seîd nas dikir.
Geriya li her çar dorên navserên (lûtke) çiya. Per û baskên xwe heya dikarî vekir; pûrtê wî yê reþ û zer bi þewq û ronahî dibiriqî. Bi nikulê xwe, ji per û baskên xwe pûrtek kiþand û wergirt. Pûrtek reþ hilbijartibû. Ji bo çi ne spî, ne sor, lê ji bo çi reþ? Sedema reþ hilbijartina wî hebû bêguman.
Kefiya (çarik) Seîd jî reþ bû. Kefiya xwe ew qas xweþik li stûyê xwe dialand, ji tu þervana nedihat qasî ji wî dihat.
Tim, li cihê bilind, li Seîd temaþe kiribû bazê asîmanan. Car caran xwezî bi kefiya wî ya reþ anîbû.
Kete nava hizr û fikaran.
“Gava Seîd hatibû kuþtin kêfiya wî li stûyê wî bû gelo? ” Û ew pûrtikê reþ, ê ku bi nikulê xwe girtibû, da ber bayê, ji bo bîranîna Seîd.
Pûrtê reþ ê bazî, girt û bir, bayê ku digeriya.
Firand, firand, firand...
Pûrtê reþ deþt û çiya qeliband. Li ser gund û bajaroka derbas bû û ji wê derê xwe gihand Êleh’ê, Besiciyê.
Di nava kuçe û kolanan, li ber malan borî û xwe li ser paceya piþtê ya xaniyê dîwarê sor û xwedî berbank danî.
Keçikeke pir ciwan û pir delal, pace vekir, pûrtê reþ ê baz nas nekir. “Hebe nebe ev pûrt, pûrtê çivîkeke xweþ û bedew e ” got di dilê xwe de û wisa fikirî. Pûrtek bi vî rengî nedîtibû heya niha.
“Gelo, çivîkan kijan çiya bû?”
Destê xwe dirêj kir. Pûrt hê germ bû. Nêrî li asîmana, qet tiþtek nedît. Kir û nekir, nikarî pûrtê reþ bavêje; dilê wê pêsot (þewitî). Kete menzelê, deriyê cildankê (dolaba cilan) vekir û albûmek derxist. Bi lez û bez rûpelên albûmê qulipandin; li wêneya dawî ya di pela dawî nihêrî.
Wêneyê zilamekê bû. Ku bi salan berê niha, jê cihê bibû û ev bi salan e li bendê bû; ku jê re gotibû “rojekê...”
Pûrtê reþ ê bazî, li þûna wêne bi cih kir. Û di dilê xwe de dîsa derbas kir “rojekê...”
Wê gavê dengek hat guhê wê, ku nas nedikir. Qêrin û awaza bazekê li bilindihiya asîman hat bihistin.
Þîna Seîd girêdida bazî.
Not: Ev nivîs ji aliyê Þervanê Azadiyê yê nemir Halîl Uysal ve bi tirkî, bi navê ‘Rüzgar Agliyordu’ hatiye nivîsandin. Em jî vê nivîsê, weke hin nivîsên wî yên din, ku me wergerandine kurdî, ji bo bîranîna wî pêþkêþî we dikin. |