|
Li ser kurdan naveroka plana AKP’ê û arteşê yek e. Armanca her duyan jî dijberiya kurdan e û ji xwe lihevhatina wan jî bi tenê ev mijar e. Yek bi çekdarî yê dinê bi dîndarî kurd û kurdîtiyê dikujin!
Erê nakokiyên di navbera arteşê û AKP’ê de yên desthilatiyê her berdewam in.
Dibe ku, destpêka rûdana bûyera Ergenekonê wekî encama nakokiya di navbera wan de hate dîtin be.
Lê divê aliyê wê yê dinê neyê jibîrkirin; ev rêxistina çeteyên terorist, êdî nema dikaribû ji gel (bi taybetî ji gelê kurd) bihata veşartin. Û êdî wekî Hizbullahê zerar dida dewletê, Ergenekonê jî êdî zirarê dida arteşê û (eger mabe) giraniya arteşê di nava gel de sivik dikir.
Mirov dikare bêje artêş, bi destê AKP’ê gemara nav xwe dide paqijkirin.
Divê rola sereke ya DYA’yê jî neyê jibîrkirin, ku ev êdî hineki ji wan jî dûr diket, ber bi Rûsya û deverên din ve diçûn. Ji xwe generalekî Ergenekonê (Tuggeneral Levent Ersoz) reviyaye Rûsyayê.
Di encamê de AKP’ê û arteşê û DYA’yê bi hev re ev operasyona Ergenekonê dan destpêkirin. Heta ku derê diçin niha ne diyar e. Belê tiştekî zelal û diyar heye; heta ku serê derziyê gihîşt arteşê û DYA’yê, operasyon disekine.
Gumaneke xurt heye ku AKP ceza digire.
* * *
AKP vê xetera li ser xwe dibîne. Loma ji bo xwe bi arteşê bide razîkirin gelek şerpeze bûye û vir de wir de baz dide.
Gul, serleşkerê kevn Hilmi Ozkok daxwazî hewara xwe kir.
Receb bi lez û bez çû Bexdayê. Xwedê giravî bi fermî bi kurdan re rûnenişt, belê bi El Maliki re peymaneke navbilind îmze kirin. Hema revî revî vegeriya.
Li Tirkiyeyê nesekinî berê xwe da Parîsê. Li gorî saloxan li virê jî tiştek bi dest nexist. Qaşo bûbû qasidê aştiya navbera Israil û Flistînê, lê Sarkozî ew jî ji dest girt û Wî Olmert û Mahmud Ebas li hev anî.
Vê carê berê xwe da Kibrîsê. Sê rojan bêhna xwe li wir berda û têra xwe gotinên qelew û nijadperestî kirin.
Ma di destê wan de bi tenê dostaniya Ahmedê Nijadperest (Îran).
Şirketa Total a gaza xwezayî ya Fransayê karê xwe yê Îranê betal dike.
Obama derket gera Afxanistan û Rojhilata Navîn û li gel Îngilistanê û Îsraîlê gefên xwe xurt dikin li dijî Îranê.
Civîna Cenevreyê jî ku hêvî jê dihat kirin bi ser neket.
Hêviya Receb û Ahmedênijadî ma kî?
Eger bi vî mejiyê xwînrij berdewam bikin, ew bixwe bê hêvî diçin gorê !
Têbînî: Kongreya 2. a DTP’ê li gelê me pîroz be. |