Cemil Bayık
Cemil BayıkÊrîşên dewletê nîşaneya têkçûna wê ne
Kakşar Oremar
Kakşar OremarSeyîd Rizayê Dêrsimî wiha gotibû...
Erkan Kobanlı
Erkan KobanlıKürdistan'da ki AKP'li belediyeler piyondur!
Selahattin Erdem
Selahattin ErdemYerel seçim
Songül Beyazgül
Songül BeyazgülYine bir Güney klasiği mi?
Ahmet Dere
Ahmet DereErdogan har bûye
Rotînda Yetkîner
Rotînda YetkînerDevşirmeler Insanlığın başına beladır
Mahmut Aslan
Mahmut AslanUslu çocuk olmak
Serbest Rêzan
Serbest RêzanKî Dibêje Başûr bê Deng e?
Günay Aslan
Günay AslanDiyarbakır savaşları
Mehmet Sögüt
Mehmet SögütTekçilik ve Türkiye gerçekliği
Mizgîn Bîngol
Mizgîn BîngolCîhan, Obama û tirk
Cemo Devrim
Cemo DevrimSAVASMALISIN !!!
Kasım ENGİN
Kasım ENGİNOmurgasız Bir Kişilik, Mukallit Erdoğan
Ahmed Aktaş
Ahmed Aktaş‘...(Kurd) derkevin biçin...’
Özgür BİLGE
Özgür BİLGEHa Beyrut kasabi Şaron,ha Kürdistan kasabi Qerdoğan
Fırat Penaber
Fırat PenaberŞiirlerim kadar eski/ kalbim kadar yenisin
Mîr Qasimlo
Mîr QasimloAlastina rastiyên veṣartî (1)
Nurhak Erdal
Nurhak ErdalİKİNCİ 5 KASIM DÖNEMİ
Konuk Yazarlar
Konuk YazarlarDawî nêz dibe, dijmin hartir dibe
Hozan Dîno
Hozan DînoKÜRT MÜZİĞİNİN TARİHSEL DİRENİŞİ
Abdullah Öcalan
Abdullah ÖcalanEn Etkili Birey Herkese Bir Şeyler Verendir
Mihemed ORHAN
Mihemed ORHANDewleta Tirk Hertim Dixwaze Raya Giştî Bi Xapêne
SONGÜL BEYAZGÜL
 SONGÜL BEYAZGÜL ‘Her şehit için bir DTP’li öldürülmeli’
Mahir Deniz
Mahir DenizFELSEFEYE GİRİŞ -17-
Hemîd DILBIHAR
Hemîd DILBIHARŞEVA ÇÛYÎ
Ömer Dilsoz
Ömer DilsozHer însan siwarê hêviyên xwe ye
Ülkem Zeremya
Ülkem ZeremyaEBEDİ KOMUTAN’A
Teman Dep
Teman Dep1 HAZİRAN KADIKÖY MİTİNGİ, ÖLÜM DEĞİL ÇÖZÜM VE MEDYA
Siyamed Sipan Uğurlu
Siyamed Sipan UğurluNobedarên Azadiyê
Ömer Yüce
Ömer YüceAvusturya’nın Graz kentinde Amara Gençlik Festivali heyecanı başladı.
Halil Uysal
Halil UysalEylül…
Hayri Cewlik
Hayri CewlikBir Newrozun Anlattıkları
RC TEC
RC TECBu Haftaki Oyunumuz : Icindeki Dj
Berfîn Dilav
Berfîn DilavYüreğin Aydın yaşamın Yılmaz dı senin
Umut Özgür
Umut ÖzgürGÜNEŞİN GERÇEK SAHİPLERİ
Sedat İnci
Sedat İnciDağlara nakış ettik izlerimizi
Mehmet Mekin Yıkın
Mehmet Mekin YıkınKürt basını üzerine bir kaç söz
Zana-Qenco
Zana-QencoOPERASYON ve GELİŞMELER
Polat Can
Polat CanGERYANEK DI CÎHANA WÊJEYA NÛJEN YA KURDÎ DE
JÊHAT BÊRTÎ
JÊHAT BÊRTÎAnlatılması zor anlar
Rızgar Azad
Rızgar AzadŞaşırmayın; yanlış yapmayın!
İbrahim Güney
İbrahim GüneyEy TC! Senin gücün Kenan Güzel'e yetebilir mi?
Mehmet Alagöz
Mehmet AlagözUluslaşma ve Sanat
Firaz Baran
Firaz BaranBüyükanıt'ın yaptıkları
Hevîdar Munzur
Hevîdar MunzurTîrêjên Roja me îro ji herdemê geştirin
Argeş Arjin
Argeş ArjinGençlik eyleme, zafere....
Remzi Zilan
Remzi ZilanÖzgürlüğün Dili: ÇIĞLIK !!!
Cudi Arif
Cudi ArifÖzlemin patikalarında

 
PORBIRÎN KOKBIRÎN E



Yazar Adı: Cemil Bayık


Yazarın Tüm Yazıları

Eklenme Tarihi: 28.07.2008 Saat: 12:38

Li dijî kurkirina pora Rêber Apo ku şêwazeke îşkenceya li Îmraliyê ye, nerazîbûna gel bi berfirehî berdewam dike. Pêwîst e ji bo van nerazîbûnên ku gel nîşan dide wate bê dayîn. Heke li her cihê ku gelê me lê dijî, jin-mêr herkes pora xwe kurt dike, ev destnîşan dike ku pêwiste rastî bi zelalî were dîtin.

Kurkirina pora Rêber Apo mîna ku şêwazeke îşkenceya rejîma Îmraliyê ye, ji aliyê din ve jî nîşaneya nêzîkbûneke polîtîk e. Pêwist e ev aliyê mijarê jî were dîtin. Ji ber vê yekê jî nîşandana nêzîkatiyeke bi vî rengî ya li hember Rêber Apo, di heman demê de tê wateya nêzîkahiya li hember gelê kurd. Ji ber vê yekê ye ku gelê me li hember kurkirina pora Rêber Apo bê helwest nema û nerazîbûna xwe nîşan da.

 Têkildarî kurkirina pora Rêber Apo pêwist e ev rastî were bilêvkirin. Divê li vir em bibînin ku Birîna Porê, tê wateya Birîna Kokê. Divê ev rastî gelekî zelal bê dîtin û fêmkirin. Rastiya ku Rêber Apo ne girtiyekî ji rêzê ye û meşandina her cûre polîtikaya li ser wî di heman demê de tê wateya polîtikaya li ser gel jî, me ber bi vê rastiyê de dikişîne. Ya rast jî ev e.

Dema ku pora Rêber Apo hate kurkirin, ji bo Tirkiyeyê pêvajoyeke girîng bû. Hêzên ji bo desthilatdariyê bi hev re şer dikin gihiştine asteke ku hev û din tune bikin. Her çiqas ev hêz li dij hev ketibin nava têkoşîneke bi vî rengî jî, piştrast dikin ku di siyaseta derbarê kurdan de ji hev cûda nafikirin. Mîna encameke van nêzîkahiyan jî, nîşan dide ku ew dê di siyaseta tunekirin û înkarê ya li ser gelê kurd dimeşînin de bi paş ve gav neavêjin û dê vê polîtikayê bidomînin. Êrîşên li Kurdistanê û zextên li ser Rêber Apo nîşaneya vê yekê ya berbiçav e.

Kurkirina pora Rêber Apo jî mîna encameke vê polîtikayê ye ku derketiye hole. Ev yek gelekî zelal jî derketiye holê; kurkirina pora Rêber Apo ku îradeya gelekî temsîl dike tê weteya dayîna peyama; “Emê koka we biqelînin”.

Gelê kurd, peyama ku hatiye dayin gelekî zelal girtiye. Li gor vê peyamê jî helwest nîşan daye. Lê belê mirov nikare bêje ku ev helwest bi tenê têrê dike.

 Tenê bi çalekiyên protestoyî bersivdayina kurkirina pora Rêber Apo têrê nake. Pêwist e rastiya li pişt vê porkurkirinê were dîtin û şêwaz û rengekî nû ji bo nerazîbûnên heyî bê dayin. Pêwist e bi zanebûna ku mijar ne mijara kurkirina porê ye, mijar mijara kurkirina kokê ye tevger hebe û nerazîbûna dij vê yekê derkeve asta herî bilind.

 Tê dîtin ku ev aliyê mijarê baş dernakeve pêş. Çalakî tenê bi şêwezên kurkirina pora xwe protestokirinê bi sînor dimînin. Aşkeraye ku ev yek nayê qebûl kirin. Ji bo balkişandina raya giştî çalakiyên porkurkurinê dikarin bandorê bikin. Lê heger tenê bi vê yekê bi sînor bimîne, wê demê dikare hêdî hêdî xemsariyek jî derkeve holê. Ev jî wê bibe şaşiyeke mezin.

Beriya niha me bal kişandibû ku bi zorê kurkirina pora Rêber Apo, ji pêkanînekê wêdetir wateya xwe heye. Bila neyê jibîrkirin ku jehrdayîna Rêber Apo, di encama lêkolîna li ser mûyên pora wî aşkere bûbû. Li hember daxwazên ji bo tedawîkirina Rêber Apo tu gav nehatin avêtin, her wiha ji bo werê fêmkirin ka jehrdayîn didome an na bi lêkolîna mûyên porê dikare piştrast bibe. Dibe ku di bin kurkirina pora Rêber Apo de derfeta aşkerekirina jehrdayinê ji holê hatibe rakirin. Heta ku ev rastî neyê dîtin, çi hewldan an helwesta li hember kurkirina pora Rêber Apo bê nîşandan wê kêm bimîne. Bêguman di serî de ciwan, bi kurtkirina pora xwa ya beşên civakê ku zextên li ser Rêber Apo şermezar dikin xwedî wateye. Lê aşkeraye ku ev yek tenê têrê nake. Em dizanin ku çalakiyên mîna porkurkirinê di kîjan şert û mercan de pêk tên. Pêwist e beşên ku hêza bingehîn û dînamîk a siyasetê ye li hember kurkirina pora Rêber Apo şêwaz û rêngên cûda yên çalakiyan derxînin holê. Bi sînormayîna çalakiya porkurkirinê ya vî beşê civakê hêjaye ku mirov li ser bifikire. Di serî de ciwan, pêwist e nêzîkatiyeke li gor slogana, “Ciwan fedayiyên Apo ne” karibin nîşan bidin.

Li vir destnîşankirina vê yekê jî girîng e. Di pêvajoya ku pora Rêber Apo tê kurkirin de di şerê li ser desthilatdariyê yên di navbera çeteya Ergenekon û AKP’ê de Tevgera Azadî û Demokrasiyê ya Kurd jî tê rojevê. Li ser Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurdistanê îftîrayên kirêt tînin rojevê. Hin derdor bi rengekî herî gemar hewld didin têkiliya tevgera me û Ergenekonê biafirînin. Ev kesên beradayî yên nayê zanîn ka çi kes in hewl didin bi van êrîş û îftirayan îtîbara Rêber Apo û tevgera me têk bibin. Ev derdor mîna beşeke êrîşên giştî ji aliyê navendên diyar ve tên meşandin.Ev rastî baştir nîşan dide ka çima pora Rêber Apo hatiye kurkirin. Kurkirina pora Rêber Apo, ji derxistina der a êrîşa topyekûn a li hember gelê me pê de ne tiştekî din e.

Rastiyeke ku heye ew e ku Ergenekon û AKP, di polîtikayên têkildarî Rêber Apo û gelê me de ji hev ne cuda ne. Her du hêz jî di polîtikaya dij kurd de dibin yek. Dema Rêber Apo û gelê me dibe mijara gotinê, hemû nakokî û pirsgirêkên xwe didin aliyekî û hevkariyê dikin. Heta ev rastî neyê fêmkirin, di dema ku nakokî û şerê di navbera Ergenekon û AKP’ê de kûr bû de, têkiliya vê yekê bi kurkirina pora Rêber Apo re baş nayê danîn û wê rastî neyê fêmkirin.

 Li ser vê bingehê, pêwist e rast werê fêmkirin ku kurkirina pora Rêber Apo tê wateya peyama, “emê koka we biqelînin” û sedemên di dema kûrbûna şerê di navbera Ergenekon û AKP’ê de ev yek hate rojevê. Tenê heger ev yek rast were fêmkirin wê karibe li gorî girîngî û pêwistiyê helwest jî bê nîşandan.


YAZDIR Yazdır     Yorum Ekle Yorum Ekle
(Not: Yorum sadece üyeler tarafından yazılabılınır. Yazılan yorumlar yönetim tarafından onaylanmak için beklemeye alınıyor.)
 
Seçenekler
   Çıktısını Al
   Arkadaşına Yolla
   Köşe Yazılarına Dön

Arşiv
·Êrîşên dewletê nîşaneya têkçûna wê ne
·Gelê me wê bersiva wî bidê
·Dilsoziya kurdan a ji bo Rêber Apo nepîvin
·‘Zîrveya Terorê’
·Li dengê xwe xwedî derkevin
·Komploya Navneteweyî didome
·Çare: Bêtir pêşxistina hêza gel a siyasî ye
·Îlana şerê giştî
·FINDA DEREWÎNAN
·Ji bo aştî û pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk

© 2004 Rojaciwan.com
Bütün HaberlerTürkce HaberlerNuceValid robots.txt


English: All the comments, articles and other contents are property of their owners.
German: Die Artikel und Kommentare sowie Foren- und etwaige Chatbeiträge und alle anderen Inhalte sind Eigentum der Autoren.
Turkish: Rojaciwan sitesi özgür bir tartışma platformu olup, sitemizde yayınlanan bütün yazılardan, yorumlardan ve hernevi multimedia dökümanlarından sahipleri sorumludur.


Sayfa Üretimi: 0.078 Saniye
SQL: 26
Rojaciwan Theme by Rojaciwan Webtasarim.