|
Ez nizanim, ez
Bo çi min ew qas tenê dihêle
Di nava awirên tenêtiya xwe de!?..
Serê êvareke hênik bû
Ne tu xuya bû
Ne jî ronahiya wan her du çavên te yên ezkuj
Nizanim awirên te
Di hembêza kîjan demê de digeriya,
Xuşe xuşa avê
Nema dihişt bibihîsim dengê dilê xwe,
Ew rûbarê delodîn diherikî;
Bi hemû lez û beza xwe;
Belgekî çiqlê şengebiyeke nazdar
Xwe berda ser rûyê wê axa awirşkestî
Li perava wî rûbarê rondikrêj,
Û demsalek weşiya
Ji umrê salnameya min hingê,
Bayekî bênav û nîşan
Xwe li bejn û bala wî belgê şîn aland
Û da ber hilma pêlên dîn û har
Demsalek din jî ket
Ber rondikên avê hingê
Ji salnameya umrê min;
Av herikî, belg şikest hêdî hêdî
Her parçeyekî xwe li peravekê da
Û demsalek din bêxatirxwestin
Dûr ket ji salnameya umrê min;
Rûbar diherikî hê
Û serê êvareke bête bû
Roj winda dibû hêdî hêdî
Li ber çavên min ên rojhilatî,
Demsalek umrê min mabû
Ji her çar demsalên salnameya umrê min;
Û
Di wê demsala umrê xwe de
Min tenêtiya xwe dît.!..
Di tenêtiya xwe de min ‘ez’ dîtim,
-Tenê bûm-
Di dîtina ez de min ‘xwe’ dît,
Di tenêtiya xwe de
-Û dîsa tenê bûm-,
Ez pêhesiyam ku
Tenêtiya min
Tenêtiya xwe dikuje
Di nava tenêtiya min de;
Û
Hingê
Tenê (tî) bû
Tenêtiya min
Di nava awirên tenêtiya min a tenêtiya te!.. |