Dayîka Min ya ku temenê wê êdî nayê jimaratin kalbiribû. Heskirin, kîn, xweþî û nexweþî di baxçika wê de kombiribû. Êdî dixwazi vê heskirin û baweriyê bêxi di kiryarê de. Her tim li rêyekê digeri kû, ka wê çawan zarokên xwe mezin biki û jiyanê ji bo xwe biki mal. Di nava liv û tevgerên mezin de rojên xwe bi dawî diki. Dayîka Min gelek caran welidî, zarokên wê çêbûn, mezin bûn û jiyan kirin. Lê mixabin kesên hov, nezan, paþverû û koledar bûn sedem kû birayên min ji dîrokê dûr bên hêlan û di cihê xwe de bidin jiimartin. Av, kanî û rûbarên biçuk di rewþa xwe de difûriyan, mezin dibûn û liderdora xwe belav dibûn. Zarokên Dayîka Min sêwî diman, di fetisiyan û di rewþa xwe de diheliyan. Bihara welatê min biribû havîn û di siruþtê de tevliheviyan rûdabû. Ev tevlîhevî dibûn sedem kû her Dayîka Min di rewþa xwe de bimîni û newelidi. Êdî Dayîka Min ne dikarî “Cehenem û Cinetê” ji hev cûda biki, êdî xwe nasnedikir, zarokên xwe û yên cîranan ji hev cûda nedikir. Bapîrê Mirovatiyê, Nuh’ê mezin amadekariyên çêkirina keþtiyê dikir. Gelek darên hêja û berketî ji ser xaka Mezopotamya anî û her kû diçû keþtiya xwe mezin dikir. Ji bo kû Nuh mirovatiyê ji tofanê rizgar biki, hertim di nava liv û tevgerên mezindebû. Ewî dixwest nehêli neslê mirov, þînatî û tebayan ji Cîhana direwîn û paþverû tûne bibi. Armanca wî ya mezin û bingehîn ew bû kû jiyanê ji nû de bidi afirandin û mirovatiyê ji çîna reþ, zordar û pîs rizgar biki Tofan radibi, av radibi, çiya, deþt, dar, zozan û ber dibin avê de dimînin. Zarokên Mezopotamya dibin tofanê de dimênin û ji jiyanê durdikevin. Hisret, kîn û xwezî di baxçika Dayîka Min de kom dibi. Rojên reþ, tarî û dirêj yên zivistanê nêz dibin, Dayîka Min nikari bi awayekî hêsan xwe liber zoriyê bigri. Xweþî û nexweþî di nav hev de bi qûrtên zûha tên xwestin. Dîtina xweþiyê ji Dayîka Min re biribû mereq. Gelek caran Dayîka Min digot: “Kurê min , xwezî dayîka te jî azadban!” dayîka min bi gotinan xwezî dixwest û gihabû wê baweriyê kû wê ev car welidîna wê ya dawî bi. Bi vê welidînê yan wê bibi dayîkek azad yan jî wê ji vê Cîhana direwîn ya kû nirê koledariyê deshilatdar, navê wê ji pirtûka perên wê rizî û qurmiçî bê derxistin. Lê herdem bi xwezî, xiyal û baweriyên azadiyê diket nav tevgerê. Çerxa felekê çep zivirî, bayê evîn û kînê hat guhertin, rewþa demê Nuh dîsan diyar bû. Vê carê li cihê tofana avê, tofana koledar û paþveroyan despêkir. Dîrokê em di kûrahiya xwe de, di nav ava meyayî de hêlan û nehêla deng ji me bê. Zoriyan dîsa rûda, kesên hêjayê jiyanê rabûn, bangkirin û qêriyan. Lê li beramberî van qêr, gazî û gotinê azadiyê, kesên zordar derketin. Sokrates û Galîleo kirin qurbanê fincanên jehrê. Îsa’yên nu rabûn, li cihê çarmîxdanê, bi saxî hatin binxak kirin. Ne di hêla kesek li himber zordariyê rabin û bi serî hildin. Xayîn, bêbext û paþverûyan jiyan li mirovahiyê kirin dûjeha ser erdî. Her kes neçarê bêdengiyê kirin. Kesekê ne dikarî xwe ji kevilê xwe derbêxi û piyê xwe ji berika xwe dirêjtir biki. Kesên kû piyên xwe ji berikê dirêjtir dikirin, bi saxî dihatin binxak kirin yan bê ling dihatin hêlan. Sokrates, Galîleo û Îsa’yên nû yên rabûyîn, nekarîn aliyê Ronî ji aliyê Tarî bistînin. Hertim ronahî di nava tariyê de hat hêlan, ji nûbûn û pêþkêtinan dûrdiman. Manga Adarê berbi dawiyê ve diçû, xwihdana reþ dayîka min digirt, rojên Adarê diqediyan û ji welidîna wê re tenê çend rojên bi hêjmar diman. Dû û Sê’yê Nîsan jî diqediya, êdî demjimêr û hûrde ji bo welidînê dihatin hêjmartin. Her kes li benda welidînê mabûn, kesên bindest û kole ligel Dayîka Min di nava xurûþekî mezin de dihatin dîtin. Her kesê mereq dikir ka wê ev îlham kengê û çawa derbazî li ser rûçikê erdê bibi. Bi berbanga beyaniya Çar’ê Nîsanê dayika min welidî û nûreh jê hat barandin. Heskirin, kîn û nefreta bi hezarî sal ya di giyanê Dayîka Min de bi xweziyan dihat xwestin, êdî dawî lê hat û rewþ gûherî. Li cihê qurtên zûha, Dayîka Min qurtên azadiyê di qurtand. Ewrê reþ û tarî yê kû herî zêde xaka Mezopotamya durpêçkirî bi vê welidînê, hêdî-hêdî belav bû. Ji çar aliyan ve di nava ewrên reþ û tarî de Rojek ya azadiyê derket, her kû ev Roj nêz bû, mezin bû, deng veda û jiyan li mirovatiyê da naskirin. Ewî xwest bibi berdewama Nuh û vê carê mirovatiyê ne ji tofana avê, ji tofana zordaran rizgar biki. Di welat, giyan û baweriya Dayîka Min de xweþî-nexweþî, tarî-ronahî, cehenem û cinet ya kû bi hezaran sal ji hev nedihat cûdakirin, êdî bi vê welidînê hêdî-hêdî berbi dawiyê ve çû. Me jî Dayîka xwe “Kurdistan” naskir û dayîka me Kurdistan jî ya kû herdem bûyî cihê þaristanî û mirovatiyê zarokên xwe naskir û ji yên cîranan cûda kir. Bi vê yekê dawî li zordarî û sitemkariya li ser Gelê Kurd û Gelên Rojhilata Navîn hat, her kesê ji vê yekê para xwe girt û ji bo jiyana xwe bûn bersivên herî mezin.
|
|