|
Rêxistina terorîst Ergenekon piştî şerê cîhanê yê duyemîn hatiye avakirin. Tê zanîn ku ji salên 1950’î û şûn de şerê sar dest pê kiriye. Aktorên vî şerî Amerîka û Sovyet bûn. Van her du hêzan hemû derfetên xwe, bi rêbazên veşartî, bikar anîn û li dijî hev xwe bihêz kirin. Bi avakirina NATO’yê şûn de, Amerîka li pir welatên jeo-stratejîk rêxistinên veşartî ava kiriye. Çawa ku li Îtalyayê Gladio hatibû bikaranîn li Tirkiyeyê jî Ergenekon hatibû avakirin. Li pir welatên din jî bi heman armancê rêxistinên wisa hatine avakirin û bikaranîn. Hin ji wan rêxistinan hê jî zinde nin.
Operasyona bi navê Ergenekonê ku li Tirkiyeyê hate meşandin û berdewam dike wê heya demeke dirêj ji rojeva vî welatî dernekeve. Qasê ku tê dîtin AKP vê operasyonê ji xwe re bikar tîne. Pir derdorên din jî dixwazin ji heman rewşê sûd werbigirin. Ji wan yek jî CHP û Serokê wê Deniz Baykal e.
Dema mirov li helwesta vê partiyê û ya serokê wê dinêre, ew di nava hewldaneke pir lezgîn de ne. Çima gelo?. Bêguman bingeheke wî a girîng heye. Mirov dikare fêm bike ku rêxistina Ergenekonê bi alîkariya CHP’ê hatiye avakirin û bi derfetên wê hatiye bikaranîn. Dê were zanîn ku di salên 1940’î de Sovyetê, Amerîka û Îngilîstanê ji Tirkiyeyê xwestine ku ew jî bikeve nava şerê lidijî Hîtler. Lê belê rayedarên tirk neketine nava şer. Dema ku mirov li nakokiyên veşartî ên di navbera Sovyetê û Amerîkayê dinêre, tê fêmkirin ku konsansûsekê di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de çê bûye. Ev jî tanzîmkirina Ergenekonê ye û bi alîkariya CHP’ê pêkhatiye.
Deniz Baykal bi alîkariya Amerîkayê hatiye mezin kirin. Baykal li gorî rêbazên Amerîkayê hatiye perwerdekirin. Bi derfetên veşartî yên Amerîkayê ew û partiya wî li ser lingan hatine girtin. Lê belê, bi taybetî ji salên 2000’î vir ve, rewşa konjonktûrel ya cîhanê hatiye guhertin. Sovyet êdî tine, li Rojhilata Navîn Amerîka bûye desthilatdar û li Ewropayê jî guhertinên girîng pêk hatine. Qismeke pêwîstiya bi Ergenekonê ji holê rabûye. Lewma îşareta destpêkirina operasyonê hatibû dayîn.
Heke Deniz Baykal û partiya wî parêzvaniya vê rêxistina terorîst dikin, di bingeha wê nêzîkatiyê de rastiyeke heye. Lewre Baykal, cur bi cur rêbazan di nava hewldanan de ye ku zerarê sivik bike. Lê belê ji bo vê jî ew çeka nijadperestiyê û jehrkirina biratî û dostaniya gelan bikar tîne.
Divê were zanîn ku, di vê pêvajoyê de Baykal û CHP di nava hewldanên pir bixeter de ne. Ji bo rojevê biguherînin û zerara operasyona Ergenekonê sivik bikin, bi rêbazên nijadperestiyê ew dixwazin bala raya giştî bikêşînin ser Kurdan. Ji ber vê yekê Baykal hewl da ku teqîna li Gungorenê bike sûyê Hêza Rizgariya Gelê Kurd. Baykal û partiya wî hê jî di nava heman hewldanan de ne. Lewma ez ji bo Baykal sifata Neo Faşîst, ji bo CHP’ê jî Neo Nazî rast dibînim. Pêwîste ew wisa werin dîtin.
Belê, li hember vê siyaseta Baykal û CHP’ê pêwîstî bi helwesteke derdorên demokrat heye. Mixabin, em hê nikarin bêjin heman tişt li Tirkiyeyê çê bûye. Heke wisa bidome, ne xeteriya Ergenekonê ji holê radibe û ne jî Tirkiye ber bi demokratîzebûyînê ve diçe. |